Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Şandina vê desthilatê êdî deynê stûyê me ye’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bang li serokkomarê AKP’yî Erdogan kir ku ji ber krîza erdhejê bi rê ve nebiriye îstîfa bike û got: “Êdî qewirandina vê desthilatê deynê stûyê me ye.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re li navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê bi karesata erdhejê re rûbirû ma serdana mexdûrên erdhejê kir. Bûldan li konan geriya û li rewşa mexdûran pirsî. Bûldan piştî serdana welatiyan daxuyanî da.

Bûldan sersaxî ji malbatên qurbaniyan re û şîfayê ji birîndaran re xwest û dest bi axaftina xwe kir. Bûldan da zanîn ku li gel 11 roj in erdhej çêbûye hê jî gelek mirov di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê ne û got: “Em dizanin ku hê jî canên me ku di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne hene. Divê ewilî mirov ji bin xirbeyan bên derxistin û paşê jî xirbe bên rakirin. Ev yek girîng e. Lazim e ji xebatên ku laşe mirovan xera dikin dûr bikevin. Gelek mirovên me birîndar hene. Em selametiya xêrê ji wan re dixwazin.”

‘Yên ku divê îstîfa bikin tiliya xwe ji me re dihejînin’ 

Bûldan axaftina xwe wiha domand: “Em wek HDP’ê 11 roj in li herêmên erdhejê serdana xelkê xwe dikin û em dibin hevxemên êş û karesata hatiye serê wan. Em hewl didin birînên xelkê xwe bipêçin. Lê du sê rojên ewil ên erdhejê desthilata AKP-MHP’ê ku li tu cihî xuya nekir, di rojên dawî de derket holê û alîkariyên me asteng dike. Me dît ku îktidar ji alîkariya HDP û pêkhateyên wê, rêxistinên sivîl û bi milyonan gelê me û dilxwazan re bû asteng. Helbet ev wêne wek tabloyek reş derbasî dîroka Tirkiyeyê bû. Wêneyê ku 20 sal in ka çawa welat bi rê ve dibin derket holê. Em di hemû karesatan de bi zîhniyetek mudaxileyê ya desthilatê re rûbirû man. Însan dixwazin alîkariyê bikin û dest bidin destê hev lê îktidar asteng dike û mirov bi astengiyan re rûbirû man. Hewce yên ku îro îstîfa bikin, lê tiliya xwe ji xêrxwaz û dilxwazan re dihejînin. Hewce yên îro îstîfa bikin, mudaxileyî kesên ku alîkariyê digihînin mexdûran dikin. Heke bi vê desthilatê re hinek wîjdan, hinek rû hebûya wê di roja ewil de di serî de serokkomar hemûyan îstîfa bikira. Lê mixabin bi wan re ne ew wîjdana îstîfayê û ne jî rûyê îstîfayê heye.

‘Em ê gelê xwe bi tenê nehêlin’

Em carek din gazî îktidarê dikin, ji xêrxwaz û dilxwazan re nebin asteng. Dest jê berdin bila mirov hestên piştevaniyê berfireh bikin û bila bi hestên wîjdanê birînên hev bipêçin. Bila xelkê me gavek berê gavekê ji bin van xirbeyan rizgar bibe. Me îro li Islahiyeyê carek din dît ku mudaxileyî ekîba alîkariyê ku ji başûrê Kurdistanê hatine kirine. Alîkariya wan hatiye astengkirin û nehiştine tev li xebatan bibin. Bi sedan mirov ji bo alîkariyê hatiye lê destûr nayê dayîn ku ji konên xwe derkevin. Wîjdan û exlaqek wisa li ku hatiye dîtin. Heke hûn pêk nayînin berdin em bikin. Em xwedî wê hêz û îradeyê ne ku bikin. Me tu rojê gelê xwe bi tenê nehişt û em ê ji niha şûnve jî bi tenê nehêlin.

‘Tabloya şermê’

Duh qeyûm tayînî embara me ya li Bazarcixê kirin. Ev jî bila wek tişta ewil derbasî dîrokê bibe, bila ev jî wek tabloya şermê derbasî dîroka Tirkiyeyê hatiye nivîsandin. Tu ravekirina ku gefa binçavkirinê li dilxwazên me hat xwarin û desteserkirina alîkariyê nîne. Min duh jî got, niha jî dibêjim; Em ê wê alîkariyê bigihînin gelê xwe. Heta hûn dixwazin asteng bikin, lê hûnê bi exlaq û wîjdanê xwe re rûbirû bimînin.

‘Qewirandina desthilata AKP-MHP’ê êdî ferz e’

Em ê têbikoşin ku di demek kin de birînên xelkê xwe bipêçin û êşa wan aş bikin. Êdî qewirandina desthilata AKP-MHP’ê deynê stûyê me ye. Ji vê saetê şûnve têkbirina desthilata wan deynê stûyê me ye. Em soz didin gelê xwe. Sindog kengê tên danîn bila bên danîn, hilbijartin kengê tê kirin bila bê kirin, helbet em niha ne di wê dema ku hilbijartinê biaxivin de ne, lê belê kengê dikin bila bikin, ji bo em vê desthilatê biqewirînin em ê bi gelê xwe re her cure xebatê bikin û ji bo ew di wan sindoqan de têk herin wê têkoşina me bidome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar