Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Şaneyeke DAIŞ′ê hate bêbandorkirin

Fermandariya Giştî ya HSD′ê da zanîn ku di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de hêzên operasyonên hevbeş bi desteka hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî 2 çeteyên terorîst girtine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê aşkere kir ku 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de hêzên operasyonên hevbeş bi desteka hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî operasyonên serdegirtina cihên şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst li Reqayê pêk anîn. Di encamê de 2 endamên rêxistina terorîst girtin. Wan terorîstan êrişên terorîst pêk dianîn û endamên beşdarî êrîşa li dijî navneda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriyê bûne, vedişartin.

Navên her du terorîstên hatine girtin wiha ne; Ehmed Îd El Ebid û Kasir Îdan El Ebid. Ew her du terorîst di 2016′an de tev li DAIŞ′ê bûne.

Her du terorîst li xwe mikur hatin ku wan hewla xelaskirin û veşartina çeteyên DAIŞ′ê ku di êrîşa li dijî taxa Diriyê de birîndar bûbûn, dikir.

Her du çete Ehmed û Kasir têkiliya xwe bi waliyê wîlayeta Reqayê re yekser hebû.”

Ev operasyon, piştî rojekê ji girtina waliyê wîlayeta Reqayê Etallah El Mîtan pêk hat. Ew walî ji hêla rêxistina terorîst ve hatibû erkdarkirin ku şaneyan bi rê ve bibe û mijarên “Tugaya Xalid Bin El Welîd” a terorîst a girêdayî DAIŞ′ê û berpirsa êrîşa li dijî Diriyê ye, pêk dianîn.

Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê li herêma Firatê bi encamên girîng ên li dijî şaneyên DAIŞ′ê dewam dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar