Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê êrîşa tirkan weke firsend dît’

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hedefgirtina girtîgeha Xiwêranê ji hêla şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ve bi zanebûn hatiye kirin û ji bo têkbirina aramiya herêmê hatiye kirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî liv û tevgera şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê û êrîşa li dijî girtîgeha Xiwêranê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê da zanîn ku şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê êrîşa dewleta tirk ji xwe re weke firsend dît û hewl dide aramiya herêmê têk bibe.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

“Wesayîteke bombebarkirî ji cureya Mazda li rex girtîgeha Xiwêran a li bajarê Hesekê di saetên berbanga vê sibehê de nêzî saet 02:15’an de hate teqandin. Dîwarê girtîgehê hedef hat girtin û zirareke mezin da. Di êrîşê de ziyanên mirovî çênebûn. Di heman demê de jî artêşa dewleta tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef.

Hedefgirtina girtîgeha Xiwêran a ku tê de girtiyên terorîst hene û di vê dema hesas de, tenê ji ber ku hêzên me bi parastina rewa ya li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker re mijûl in. Ji aliyê din ve jî girtîgeheke dîtir ku tê de girtiyên terorîst hene, îro hat hedefgirtin.

Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn, piştrast dikin ku di parastina rewa de berdewam in. Her wiha jî careke dîtir balê dikişînin ser ku şaneyên veşartî yên girêdayî rêxistina DAIŞ’ê, dê bi faşîzma tirk re dijminatiyê ji hundir ve pêk bînin da ku aramiya herêmê derbe bikin.

Em soza xwe ya ji bo gel û şehîdên xwe careke din dubare dikin ku di rêya azadî, rûmet û parastina her bihostek xaka xwe ya pîroz de em ê li ber xwe bidin. Bila gelê me piştrast be ku em bi wan re ne û em ê destkeftiyên xwe yên di encama têkbirina terorîzmê de hatine bidestxistin biparêzin. Her wiha em soz didin ku em ê niha jî li hember dijminatiya faşîst a dewleta tirk parastina rewa ya axa xwe bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar