Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şanoger û şanohez li Amedê digihêjin hev

7’emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê ku dê heta 5’ê gulanê bidome, îro bi dûrişma “Heqîqet Azad Dike” dest pê dike. Mîhrîcan diyarî Şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya ku çend meh berê jiyana xwe ji dest dabû, tê kirin. Di çarçoveya mîhrîcanê de lîstikeke workshopê jî di nav de 4 jê bi tirkî, 8 jê jî bi kurdî dê bi giştî 12 lîstik bên lîstin

Şanoya Bajêr a Amedê 7’emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê li dar dixe. Mîhrîcan îro saet 18.30’an de bi bernameya vekirinê dest pê dike û dê heta 5’ê gulanê berdewam bike. Mîhrîcan bi dirûşma “Heqîqet Azad Dike” tê lidarxistin û diyarî Şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya ku çend meh berê jiyana xwe ji dest dabû, tê kirin. Dê ji bajarên mîna Amed, Wan, Stenbol gelek komên şanoyê û ji bajarê rojhilatê Kurdistanê Mehabadê jî komeke şanoyê beşdarî mîhrîcanê bibe.

Berpirsyarê mîhrîcanê şanoger Yavûz Akkûzû têkildarî mîhrîcanê ji rojnameya me e-rojnameyê re axivî û bernameya mîhrîcanê bi me re parve kir. Şanoger Akkûzû diyar kir ku ew mîhrîcanê bêyî derfetên saziyên dewletê, bi piştgiriya temaşevanên xwe li dar dixin û wiha got: “Em ê bi ruhê berxwederên çalakiya greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê, mîhrîcana xwe li dar bixin û diyarî hevalê xwe yê Şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya ku jiyana xwe ji dest daye bikin. ”

Lîstik bi kurdî û tirkî ne

Akkûzû têkildarî komên ku beşdarî mîhrîcanê dibin jî ev agahî da: “Bi giştî 11 kom beşdarî mîhrîcanê dibin. Komek ji bajarê rojhilatê Kurdistanê Mehabadê û komên din jî dê ji Amed, Wan û Stenbolê beşdarî mîhrîcanê bibin. Me xwest ku ji başûr û rojavayê Kurdistanê jî komên şanoyê beşdarî mîhrîcana xwe bikin lê ji ber hin şert û mercan me beşdar nekir. Di çarçoveya mîhrîcanê de lîstikeke workshopê jî di nav de 4 jê bi tirkî, 8 jê jî bi kurdî dê bi giştî 12 lîstik bên lîstin.”

Di berdewamê de Akkûzû destnîşan kir ku hemû sazî û dezgehên sivîl ên Amedê vexwendina bernameya vekirina mîhrîcanê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hemû vexwendiyên me nûnerên sazî û dezgehên sivîl in. Tenê ji saziyên dewletê me hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vexwendiya mîhrîcanê. Ji bilî bernameya vekirinê dê hemû bernameyên me li Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bên lidarxistin.”

Bernameya giştî ya mîhrîcanê bi vî rengî ye;

26’ê Nîsanê 2019 (În)

Vekirina Mîhrîcanê

Saet: 18.30

“TENÊ EZ”

Tetra Jiyana Nû – NÇM (Stenbol)

Rejî û Adaptasyon: Rûgeş Kirici, Cîhad Ekîncî, Omer Şahîn

Cih: Eywana Şanoya Bajêr a Amedê – saet: 19.00

27 Nîsan 2019 (Şemî)

“BENDEN BU KADAR”

Seyar Sahne (Stenbol)

Nivîskar û Lîstikvan: Bûrcû Halaçoglû

Nivîskar û Derhêner: Celal Mordenîz

Cih: Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê – saet: 19.00

28 Nîsan 2019 (Yekşem)

“TENÊ EZ”

Tetra Jiyana Nû – NÇM (Stenbol)

Rejî û Adaptasyon: Rûgeş Kirici, Cîhad Ekîncî, Omer Şahîn

Cih: Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê – saet: 15.00

28 Nîsan 2019 (Yekşem)

“MAL BE KOL”

Koma Ehûra (Mehabad)

Derhêner: Oûmîd Xakpûr

Nivîskar: Hûsên Fezlûlah

Cih: Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê – saet: 19.00

29 Nîsan 2019 (Duşem)

“ZARGOTIN ZÊRGOTIN E”

Tetra Mencel (Wan)

Nivîskar: Çetoyê Zêdo

Derhêner: Nazmî Karaman

Cih: Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê – saet: 19.00

30 Nîsanê 2019 (Sêşem)

“KOZIK”

Tetra Mencel (Wan)

Nivîskar: Adalet Agaoglû

Derhêner: Perînaz Delazy

Cih: Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê – saet: 19.00

1 Gulan 2019 (Çarşem)

“ZABEL”

BGST – Tiyatro (Stenbol)

Tekst: Aysel Yildirim, Dûygû Dalyanoglû

Rejî: Aysel Yildirim, Dûygû Dalyanoglû, Sevilay Saral

Cih: Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê – saet: 19.00

2 Gulan 2019 (Pênçşem)

“ZABEL”

BGST – Tiyatro (Stenbol)

Tekst: Aysel Yildirim, Dûygû Dalyanoglû

Rejî: Aysel Yildirim, Dûygû Dalyanoglû, Sevilay Saral

Cih: Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê – saet: 15.00

2 Gulan 2019 (Pênçşem)

“ALTUST”

Îstanbulîmpro (Stenbol)

Jixweberî

Cih: Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê – saet: 18.30

2 Gulan 2019 (Pênçşem)

“LAL HAYAL”

To be haouse of production (Stenbol)

Nivîskar: Sevîlay Saral

Derhêner: Aysel Yidirim, Ezel Akay

Lîstikvan: Songul Oden

Çêkerên Lîstikê: Tûba Unsal, Songul Oden

Cih: Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê – saet: 20.00

3 Gulan 2019 (În)

“ALTUST”

Îstanbulîmpro (Stenbol)

Jixweberî

Cih: Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê – saet: 15.00

3 Gulan 2019 (În)

“HÊZÊN PALYAÇOYÊN AZAD”

Lîstika Workshopê

Berpirsyarê Workshopê: Ezgî Keskîn

Cih: Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê – saet: 17.00

3 Gulan 2019 (În)

“TEYBA DAWÎ YA KRAPP”

tiyARTro (Stenbol)

Nivîskar: Samûel Beckett

Derhêner: Emre Erdem

Lîstikvan: Hîlmî Demîrer

Cih: Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê – saet: 19.00

4 Gulan 2019 (Şemî)

“JI AKADEMIYÊ RE RAPOREK”

Şa Performans (Stenbol)

Nivîskar: Franz Kafka

Lêanîn: Roşeng Rojbîr

Derhêner û Lîstikvan: Tûncay Ozel

Cih: Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê – saet: 19.00

5 Gulan 2019 (Yekşem)

“TARTÛFFE”

Şanoya Bajêr a Amedê (Amed)

Nivîskar: Molîere

Derhêner: Ruknettîn Gun

Cih: Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê – saet: 19.00

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar