PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Şanoya Mencelê di vê mehê de bi 4 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan

Şanoya Mencelê di meha çileyê de dê li Wanê bi 4 lîstikan derkeve pêşberî şanohezan. Ji lîstikvanên Şanoya Mencelê Ferhat Aslan anî ziman ku ew şanoya xwe bi zimanê kurdî dikin û eleqeyeke mezin ji bo şanoya kurdî heye. Aslan banga piştgiriyê li gel kir

Şanoya Mencelê ku li Wanê bi hêviya hunereke alternatîf dest bi rêwingiya xwe kir, ev nêzî 3 sal in berhemên xwe pêşkêşî şanohezan dikin. Koma Şanoya Mencelê ku ji 8 lîstikvana pêk tê, berhemên xwe jî li eywana şanoyê ku wan bi xwe ava kiriye û bi kapasîteya 120 kesane pêşkêş dikin. Di heman demê de li 5 atolyeyên cuda jî qursan didin. Gelemperiya lîstikên wan bi zimanê kurdî ne. Koma şanoyê di meha yekemîn a îsal de jî bi 4 lîstikan derdikevin pêşberî şanohezan. Têkildarî mijarê ji lîstikvanên koma şanoyê Ferhat Aslan axivî.

Ferhat Aslan diyar kir ku di sala 2019’an de 4 lîstik lîstine û bi van lîstikan xwe gihandine bi hezaran kesî. Her wiha Aslan anî ziman ku ev du sal in pêşangehan li dar dixin û di dema pêşangehan de eywan tije dibe û ji bo şanoyê eleqeyeke mezin heye. Aslan wiha domand: “Ji bo sala nû jî me dest bi xebatan kiriye. Armanca me, hunera ji bo gel e.”

Di berdewamê de jî Aslan daxuyand ku ew hunera xwe bi zimanê xwe dikin û wiha pê de çû: “Derfetên me kêm in. Kapasîteya eywana me 120 kes e. Lê dîsa jî em karê xwe dikin. Tiştekî bi qasî hunera bi zimanê zikmakî xwezayî tuneye. Ji bo pêşketina şanoya kurdî çi ji destê me tê em dikin. Daxwaza gelê me jî şanoya bi zimanê zikmakî ye. Eleqeya ji bo lîstikên kurdî zêde ye û eywana me tije dibe. Di vê mehê de em ê bi 4 lîstikan derkevin ser dikê. Ji van lîstkan 2 jê yên me ne û du jî yên derve ne. Em li benda alîkariya gel in.”

Bernameya meha çileyê ya Şanoya Mencelê wiha ye:

“* 19 çile saet 19:00: Kozik

* 25 Çile saet 19:00: Zargotin Zêrgotin e

* 26 Çile saat 19:00: Pergal (Şa Performans)

* 31 Çile 17:00-20:00: Name (Şanoya Asmîn Hunerê)

“* 10-11 Çile saat 18:00: Zargotin Zêrgotin e (Amed)

* 18 Çile: Zargotin Zêrgotin e (Bazîd).” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar