Her tişta hûn li ser meseleya kurd bikin, her tişta tê de peyva kurd hebe, derbê ji hikûmetê dixwe, nexasim jî van demên dawî
Nick Ashdown li ser sansûra li dijî sînemayê, nexasim jî li ser sînemaya derhênerên kurd li Tirkiyeyê, ji Middle East Eye re nivîsî. Nivîs pêşî bi bîr dixe ku li Tirkiyeyê êdî ji nifşê nû gelek derhênerên baş gihiştine ku li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê bi qedrê wan tê zanîn. Lê belê ev hunermendên ji malên hunerê digihîjin, li Tirkiyeyê bi pirsgirêkên cidî re rûbirû dibin, û nivîs bi van pirsgirêkên ku dewleta Tirk bi rengê sansûra eşkere yan jî rêyên din ên zextê diafirîne, dadikeve.
Rexnegira filman, Evrîm Kaya ji Ashdown re peyiviye, “Gava hûn bi wan (derhêner) re bipeyivin, hûn ê bibihîzin ka di şert û mercên çiqasî xirab de kar dikin.” Em bi Ashdown dewam bikin: “Di nava rîskên siyasî de sansûr û nedana fînansmana dewletê – ji bo filmên serbixwe heyatî ye – jî hene ji bo wan derhêneran ku ne bi dilê hikûmeta Serokkomar Recep Tayyip Erdogan in, û her diçe bêhtir cezayên hepsê jî hene.”
Kivanç Sezer ê ku filma wî ya pêşî Baskên Bavê Min navneteweyî jî hat ecibandin, li ser meseleyê dibêje, filmçêkerên Kurd û Tirk elimîne sansûrê, lê di nava van pênc salên dawiyê de rewş her çû xirabtir bû. Armanca vê çi ye, bi ya wî xwesansûrkirin e: “Ez bawer dikim ev gavekê li pêştir e. Heger hûn mirovekî bixin hepsê… ev ji bo yên din bi rengekî ji rengan hişyarkirinek e da ku ew xwe bi xwe sansûr bikin.”
Li gorî Evrîm Kaya, rojeke diyar a vê birêveçûnê heye: “Hemûyî li Antalayayê dest pê kir.” Rayedarên tirk hewl da ku belgefilmekê li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Antalyayê sansûr bike; ev belgefilm li ser protestoyên li Geziyê bû. Vê yekê jî kir ku pirraniya filmçêkerên tirk û kurd festîvalê boykot bikin.
Behsa PKK´ê nekin
Nivîs bi filma Bakur berê xwe dide sînemaya Kurdan. Wezareta Çand û Tûrîzmê sala 2015´an beriya filma Bakur bê nîşandan bi çend saetan, film qedexe kiribû. Lê heman film di gelek festîvalan de li seranserê dinyayê hatibû nîşandan ku behsa gerîlayên HPG´ê yên li bakurê Kurdistanê dikir.
Derhênerên Tirkiyeyê yên navdar ji ber vê yekê festîvala wê salê boykot kir û di nava wan de Nurî Bilge Ceylan jî hebû. Derhênerê filmê yê Kurd ê xelatgir, Çayan Demirel niha bi îdîaya propagandaya rêxistinê tê dadgehkirin û ji bo wî û rojnamevanê dinya dîtî Ertugrul Mavioglu bi heman hincetê 7 salan cezayê hepsê tê xwestin.
Sibata bihurî derhênerê kurd Veysî Altay ji ber belgefilma xwe ya bi navê Nû Jîn a li ser Kobanê bi îdîaya propagandaya rêxistinê kiriye hat cezakirin; 2 sal û nîv cezayê hepsê lê hat birîn.
Kurd bûye tabû
Derhênerekî din ê kurd ku bi heman îdîa û hincetan gelek doz lê hatine vekirin, Kazim Oz e; ew ji Middle East Eye re dibêje: “Ev cara yekê ye ku ez biryarên wiha dibînim.” Filma dawî ya Oz, Zer, behsa qirrkirina Dersimê ya salên 1937 û 1938´an jî dike. Li gorî Oz, zext li hemû filmçêkeran tê kirin ku bi rengekî ji rengan bi pirsgirêka kurd dadikevin: “Her tişta hûn li ser meseleya kurd bikin, her tişta tê de peyva kurd hebe, derbê ji hikûmetê dixwe, nexasim jî van demên dawî.”
Mijarên tabû
Ayşe Çetinbaş derhênereke din a kurd e, ew ji Dersimê ye û kirmanceke elewî ye. Ew di heman demê de hevjîna derhênerê filma Bakur, Çayan Demirel e. Ew dibêje, pirraniya Tirkan îro jî nizanin ka meseleyên ku ew û hevjînê wê li ser wan filman çêdikirin, çi ne: “Elaqeya min ji mijarên tabû re heye li vî welatî, lewma divê kesek van meseleyan bibêje, lê ev bi rastî jî zehmet e. Gelek hevalên filmçêker ji welêt derketin ji ber ku êdî ne mumkin e ku mirov li vir bijî û kar bike.”
Derhênerê Nû Jînê Veysî Altay dibêje, belgefilmçêkir divê rexnegir û qebqebûxwên be: “Karê min ew e ku bikim dewlet rehet hîs neke. Heger karê min vê yekê bi cih neaîne, hingê pirsgirêkeke me heye.”
Sansûra nû û fînansnekirin
Rexnegira filman Evrim Kaya dibêje, didu ji yên herî serketî yên derhênerên ji malên hunerî Karacelik û Alper jî nekarîn ji bo projeyên xwe yên nû fînansmanê bistînin: “Her kes dizane sedema wê ew e ku wan danezan (ya Akademisyenên ji bo Aştiyê) îmze kir.”.
Ji bo çi? Li gorî Kaya “Pirr eşkere ye ka mesele ber bi ku ve diçe. Wê hemû filmçêker bibin alîgirên AKP´ê, alîgirên hikûmetê.” Filmên alîgirên hikûmetê helbet hene, lê bi gotinên Sezer, “lê belê pirr kêmên wan karîn di festîvalan de serketî bin.”
Evrîm Kaya behsa meseleya ku sansûrê û fînansnekirinê dijwartir dike jî dike, ku ew jî yekdestdariyeke ecêb mezin a dêwane ye. Çendek şirketên dêwane yên ku kêm elaqeya wan heye ji bo filmên malên hunerî. Weke encam jî Frenzy ji 2300 holên sînemayê tenê li 25´an û Ivy jî tenê li 16 holan hat nîşandan. Piştî ku hal ev e, Nick Ashdown ji hikûmeta Tirk pirsiye, ka sansûr heye yan na: Herçî hikûmet û wezareta wê ye, sansûr û siyaseta bipêşxistina oto-sansûrê li Tirkiyeyê nîne. AMED
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka