Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Sara Glenn: Navê PKK’ê ji lîsteya terorê derxin û ji bo aştiyê kar bikin

Nivîskar û çalakvana siyasî ya skotlendî Sara Glenn diyar kir ku hikumetên rojavayî, dikarin bi rêya derxistina navê PKK`ê ji 'lîsteyên terorê' derfeteke rastîn ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn peyda bikin. Her wiha got ku mayîna PKK`ê di vê lîsteyê de tundiya li dijî kurdan zêdetir dike

Li gelemperiya Kurdistanê û cîhanê kampanyayên bi banga derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ tên lidarxistin. Di 13`ê kanûna 2021’an de Înîsiyatîfa Edaleta Navneteweyî ya Kurdan, kampanyeke navneteweyî bi heman armancê ragihand.

Ji 30 dewletan, zêdetirî hezar kesayetên navdar tev li kampanyayê bûn û ji kampanyayê re pêşengî  kirin. Her wiha gelek parlamenter, akademîsyan, hunermend, siyasetmedar, nivîskar û çalakvan tev li kampanyayê bûn. Li rex wê jî gelek kovarên skotlendî û îtalî ji bo piştgiriya kampanyayê, gotar belav kirin.

Nivîskar û çalakvana siyasî ya ji Brîtanyayê Sara Glenn ku niha li Strasburga Fransayê dimîne tev li kampanya derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” bû. Têkildarî mijarê got ku tu hiceteke qanûnî tune ye ku navê PKK`ê bikeve “lîsteya terorê”.

Sara Glenn diyar kir ku Yekitiya Ewropa (YE) û Amerîkayê navê PKK`ê xistine ‘lîsteya terorê’ ev jî li ser doza kurd bandoreke neyînî. Her wiha welatên ku dixwazin tundî ji holê rabe divê navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ derxînin û berê xwe bidin aştiyeke rasteqîn.

*Yekitiya Ewropa û Amerîkayê navê PKK`ê xistine ‘lîsteya terorê’, nêrîna te çi ye gelo?

Ew dixwazin êrîşên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê rewa nîşan bidin û tevahî têgehên ku partî pê bang dike vala derxin, di heman demê de da ku hemû tevger û rêxistinên kurdan ên girêdayî vê partiyê nerewa nîşan bidin. Ji bo van hemûyan navê Partiya Karkerên Kurdistanê xistin lîsteya terorê. Di gotarên ku li ser vê partiyê hatine nivîsandin de, pirî caran gotina `Partî di nava lîsteya terorê de ye’. Ev yek bi awayekî neyînî bandor li xwendevanan dike.

*Ruxmî ku PKK`ê di ‘lîsteya terorê’ de ye lê ev partî kiryareke terorîst nekiriye, berovajî wê ji bo parastina nirxên mirovahiyê yên hemû pêkhateyan û pêkanîna azadiyê, di sêrî de azadiya jinan, têdikoşe.Her wiha di şerê li dijî DAIŞ`ê ya ku destek ji Tirkiyê digire, rolek lîst. Bi nêrîna we gelo ev delîl hemû têrê nakin ku navê PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin?

Kiryara terorîstî çi ye? Tu pênaseyeke zelal jê re tune ye, tu danasîna lihevkirî li ser tune ye, li Îngilistan tenê kiryara pratîk dibe teror, her wiha plankirin jî dibe kiryareke terorîst. Dadgeha Belçîkayê dozeke girîng pêşkêş kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê wek partiyekê ku destê wê di şerekî çekdariyê ne navneteweyî de heye xuya kir. Ev dane baş in û gelek girîng in.

*Di demên dawî de ji bo navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin gelek înîsiyatîf hatin ragihandin. Navên skotlendî cihê xwe di van înîsiyatîfan de digirin. Gelo hûn çawa vê yekê dinirxînin. Bandora van înîsiyatîfan li civaka skotlendî çi ye?

Ne pêkan e ku kampanyeke tenê karibe tiştekî pêk bîne. Divê bi hev re kar bikin da ku ev fikir bê qebûlkirin. Heke fişareke mezin ji aliyê gelê ve tune be, siyasetmedar nalivin.

*Kovareke skotlendî di 21`ê Kanûna 2021`an de gotarek têkildarî derxistina navê PKK ji ‘lîsteya terorê’ belav kir. Gelo bandora vê yekê li gelê skotlendî çi ye?

Min gelek gotar ji Kovara Bella re nivîsandin. Ez her tim gotaran li ser kurdan li ser malperên tevna civakî yên skotlendî belav dikim. Skotlend e biçûk e, ez di nav çepgirên skotlendî de navdar im. Careke din dibêjim, gotareke tenê bandorê nake û tiştekî naguhere. Rêzegotarên herdem, bala şêniyan dikişînin. Wê bihêlin şênî zêde tev li kampanyayê bibin.

Ez di wê baweriyê de me ku skotlendî dema navên navdar li welêt dibînin, piştgiriya doza derxistina partiyê ji lîsteya terorê dikin, ev yek dê kêrhatî be.

*Bangewaziya we ji bo YE û Amerîkayê çi ye heta ku navê PKK`ê ji lîsteya terorê derkeve?

Min nivîsand û dîmen li ser Twitterê belav kir. Min piştrast kir ku divê Brîtanya navê partiyê ji lîsteyê derxe. Hikûmetên rojavayî dikarin derfeteke rasteqîne ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn peyda bikin. Ev yek dê bi rêya derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê pêk tê. Ev dewlet bi rêya danûstandinan dikarin derfetên çareserkirina doza kurdan li Tirkiyeyê zêde bike ku karibin derfetê bidin wan da ku bi rûmet û di nava aştiyê de bijîn û bingehekê çêke da ku nijadperestiya li Tirkiyê bi dawî bibe.

Ji 2 salan ve, Dadgeha Belçîkayê got nabe Partiya Karkerên Kurdistanê wek rêxistineke terorîst bê bi nav kirin. Ji ber ku di nakokiyeke çekdarî ya ne navneteweyî de şer dike. Ji ber wê qanûnên şer, ne qanûnên cezayî li ser tê meşandin. Tu hiceteke qanûnî ya binavkirina PKK’ê wek rêxistineke terorîst tune ye.

Gelek girîng e em qanûnên ku ev biryar li gorî wê hatiye dayîn binirxîne. Qanûn wek bertekê li dijî têkoşîna li dijî mêtîngerî û faşîzmê pêşket ku di hin şert û mercan de berxwedana çekdarî dipejirîne. Ji bo gelek kurdan, ev partî, maf û hebûna wan diparêzin û ji bo civakeke baştir têdikoşe û rêzdariyeke mezin li hemberî wê tê kirin.

Di dîroka nûjen de, kengî her du aliyên nakok ji bo danûstandinê amade bin, wê demê aştî pêkan e. Mîna ku li Afrîkaya Başûr û Îrlandaya Bakur pêk hat. PKK’ê heta demeke dirêj ji diyalogê re amade bû, lê dewleta tirk hewl dida ku nasnameya kurdan bi tundiyê biçewsîne û hemû nîşaneyên kurdan, wek kiryarekî terorîst bi nav dikin

Dewletên mîna Tirkiyeyê ku Partiya Karkerên Kurdistanê qedexe dikin, derfetê didin dewleta tirk ku tundiyê li şûna aştiyê bipejrîne. Ji bo kesên piştgiriya doza kurdî dikin biçewsîne di nav de civakên kurd ên li derveyî Tirkiyeyê, pênaseya nerm a terorê bi kar tîne.

Welatên ku dixwazin bi rastî tundiyê bi dawî bibe, divê navê  Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteyê derxin û ji bo pêkanîna aştiyê kar bikin.

Çavkanî: ANHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar