Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Şaredarê AKP’yî mal û milkên Rezanê parsêl bi parsêl difiroşe

Huseyîn Beyoglû yê AKP'î ku bi destê YSK'ê bû Şaredarê Şaredariya Rezanê, piştî ku qaseya şaredariyê vala kir, dest bi firotina erdên şaredariyê kir. Di du salan de 17 parsêl eraziyê şaredariyê bi 20 milyon TL'yî firot û eraziyê ku bihayê wî 11 milyon û 665 TL ye jî daye ber firotinê

Navenda Nûçeyan

Şaredariya Rezanê ku 26 milyon TL di qaseya wê de bû û deynên wê tune bûn, piştî ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Huseyîn Beyoglû yê AKP’î kir şaredar, pere bi şaredariyê ve neman û bi serde ketiye nav deynan. Beyoglû, di 6 mehên ewil ên xwe de qaseya şaredariyê vala kir û dû re 90 milyon deyn xist stuyê şaredariyê. Beyoglû, qîma xwe bi vê jî neaniye, rabûye mal û  milkên şaredariyê yeko yeko daye ber firotinê. Beyoglû, ji bo ku 160 milyon TL kredî bikişîne, Meclîsa Şaredariyê 3 erkên cuda xistibû desta. Lê belê piştî ku 5 milyon deynê şaredariyê nedaye, hecz çû ser hesabên şaredariyê. Ji ber vê jî mal û milkên şaredariyê hatin firotin.

Bi 20 milyonî firot

Beyoglû yê AKP’î di 2 salan de 17 erse û gelek mal û milkên din ên şaredariyê 20 milyon TL’yî firotiye û erdê ku bi 11 milyonî ye jî daye ber firotinê. Şaredariyê erseya li Taxa Şeyh Şamîl bi 200 hezarî, erseya li Taxa Hashavarê bi 135 hezarî, kargehên li Çarşiya Penêrfiroşan bi 146 hezarî û eraziyê 395 metrekareyî yê şaredariyê yê li Otêla Malabdiyê bi 105 hezar TL’yî firot. Her wiha erseyên li Taxa Bagcilarê jî firotine.

Wê di 8’ê çileyê de 11 milyona bifiroşe

Şaredariyê herî dawî 5 hezar û 254 metrekare erdê li texama rêya Amed-Rihayê jî daye ber firotine. Dê vî erdî bi 11 milyon û 665 hezar û 367 TL’yî bifiroşe. Îhaleya ewil dê di 8’ê çileyê de li avahiya şaredariyê bê kirin.

9 milyon TL zirar

Her wiha şaredariyê 7 hezar û 409 metrekare erdê li texma rêya Amed-Mêrdînê, erdê 3 hezar û 538 metrekare yê li Taxa Bagcilarê û erdê 885 metrekare yê li Taxa Hashavarê, bi erdekî  2 hezar û 525 metrekareyî pevguherand. Fiyetê van her sê erseyan  12 milyon TL ye, lê belê rabûye bi erseyeke ku fiyetê wê bi 3 milyon û 216 hezar TL’yî pevguherandiye û bi vî awayî 9 milyon TL xisiriye.

YSK’’ê Mazbata dabû Beyoglu

Di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de HDP’ê Şaredariya Rezanê bi dest xistibû. Namzetê HDP’ê Zeyyat Ceylan di hilbijartinê de ji sedî 71’ê rayan girtibû. Lê belê YSK’ê bi hinceta ku Ceylan berê bi KHK’ê hatiye îxrackirin mazbata nedabû wî, dabû namzetê AKP’ê Huseyîn Beyoglû ku di hilbijartinê de ji sedî 26’ê rayan girtibû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar