Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Şaredarî ya me ye niha hinekên din bi rê ve dibin’

HDP ji bo li Wanê 14 şaredariyan bi dest bixe bi coşeke mezin xebatan didomîne. Gelê Wanê dibêje dema biçin ser sindoqan gotinên Erdogan ên li dijî gelê kurd ji bîr nakin û welatiyekî wiha got: “Ez ê dengê xwe bidim xwe. Şaredarî ya me ye niha hinekên din bi rê ve dibin.”

Di çarçoveya ger û geşta xwe ya şopandina hilbijartinê de îro em li Wanê ne. Wan bajarê Herêma Serhedê yê herî mezin e û di heman demê de xwedî dîrokeke kevn e. Wan berî ku bibe şaredariya mezin û piştî ku bûye şaredariya mezin jî ji aliyê HDP’ê û partiyên pêşiya HDP’ê ve hatiye bi rêvebirin. Herî dawî sala 2016’an dema ku ji aliyê hevşaredar Bekîr Kaya û Hatîce Çoban ve dihat birêvebirin, ji aliyê AKP’ê ve hate desteserkirin û qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Her wiha her 12 navçeyên ku di destê DBP’ê de bûn jî heman rêbazî hatin desteserkirin û qeyûm tayînî wan hatin kirin.

Niha ji bo ku careke din bigire û dagirkirina qeyûman bi dawî bike, HDP ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên navçeyan; Erdîş, Elbak, Payîzava, Westan, Miks, Bêgir, Artemêtan, Qelqelî, Şax, Ebex, Rêya Armûşê, Serav, Tûşbayê namzetên xurt nîşan daye û ji bo serkeftin û ferqeke mezin dixebite.

Em ji Mûşê derbasî Wanê bûn û xwest vê xebata serkeftina HDP’ê di cih de bişopînin. Dema mirov diçe bajêr destpêkê posterên qirase yên namzetê AKP’ê Necdet Takva û serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dibîne.

Namzetê dewletê!

Destpêkê mirov ji xwe re dibêje ji bilî xwediyê van posteran tu hêz li vî bajarî tune ye. Lê dema ku mirov xwe ber dide nav bajar û valabûna buroyên AKP’ê û eleqeya zêde ya ji bo buroyên HDP’ê dibîne, têdigihije ku tu bandora van posterên qirase tune ye. Li bajêr ji bilî buroyan li kuçe û kolanan jî coşeke mezin ji bo HDP’ê heye. Li bajêr ji aliyê gelek kesan ve tê gotin ku di nav rêveberiya AKP’ê û Takva de nîqaşên mezin hene û ji ber vê yekê Takva xwe wek namzetê dewletê dide nasîn û dibêje ku dewlet li pişta wî ye.

Me xebata rojekî ya namzetên hevşaredariya bajarê mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci şopand û bi wan re li navçeya Bêgiriyê çûn gelek gundan. Gundên ku em çûnê ji ber berfa li erdê û hewa sar, derbasî hundir dibûn û namzetan li ber germa sobayên sergînan qala projeyên xwe kirin. Malên ku em çûnê gundî hemû lê kom dibûn û namzetan bi kelecan û hezkirineke mezin pêşwazî dikirin. Gundê ku herî dawî em piştî azana mexrebê çûnê gundê Seracê yê li ser çiyakî bilind bû. Gundî hemû li malekî li hev kom bûbûn û ji bo me xwarin amade kiribûn.

Yekitiyê xwestin

Berî ku xwarin bê ber me namzet bi gundiyan sohbetek dirêj kirin. Di nav sohbetê de xwediya malê mafê axaftinê girt û dest bi axaftinê kir. Dayikê destpêkê got ku ew dayika gerîlayekî ye û wan xwîna xortên xwe yên delal daye vê rêyê û ev tişt anîn ziman: “Hûn ser serê min ser çavê min re hatine. Dilê me dişewite. Edî bes e bila yekitiya me çêbe. Em heta dawiyê bi partiya xwe re ne. Dengê ku em bidin dijminê me tune ne. Em dixwazin hemû tevgerên me bibin yek û li hemberî dijminê me bi ser kevin.”

Piştî vê sohbetê em ji gund derketin û xwe ji gund ber bi Wanê ve berî xwarê da. Roja din em li navenda bajêr geriyan û bi gelek kesan re hatin gel hev. Destpêkê em rastî texsîvanekî ku nexwest navê xwe bide hatin. Em jê dipirsin gelo nava wan û qeyûm çawa ne? Texsîvan li ser pirsa me ket navê û ev tişt gotin: “Navbera me qet nexweş e. Ji vî gelî re ximzet nakin. Dema em ji bo karekî diçin şaredariyê, ji bo ku karê me hel nekin 18 rêya dibînin û me vala vala dişînin cem hev. Em êdî ji vê pergalê aciz bûne.”

‘Divê em gotinên Erdogan ji bîr nekin’

Li kolaneke ku gelek kes cixareyên qaçav difiroşin em xwe digihînin cixarefiroşek û destpêkê navê wî ji dipirsin. Cixarefiroş Bûrhan Kûr li ber dezgehê xwe ji me re axivî û ev tişt anî ziman: “Ez ê dengê xwe bidim xwe. Em kurd in. Ez ê çawa dengê xwe bidim ên din. Divê her tim gotinên Erdogan ên der barê me, di bîra me de bin û li gorî gotinan dengê xwe bi kar bînin. Şaredarî ya me ye niha hinekên din bi rê ve dibin.”

Li Parqa Feqiyê Teyran em bi Mele Kerem Kaplan re hatin gel hev. Mele Kerem got ku ew dengê xwe didin HDP’ê û li ser li ser pirsa me ya çima HDP ev bersiv dide: “Kes nizane ji ku hatiye, kurdan bi derxistina ji Kurdistanê tehdît dike û dixwaze me ji axa me derxe. Zilmê dikin. Ji ber min xutbê bi kurdî xwend 6 sal ceza li min birîn û min kirin girtîgehê.”

Piştî Mele Kerem em li navçeya Tûşbayê rastî komeke kedkarên Şaredariyê Tûşbayê ku lambayên kuçeyan diguherînin hatin. Endamên komê diyar dikin ku HDP partiya wan e, ew li benda HDP’ê ne ku were ser kar û wan ji qeyûm xelas bike.

Kevçiyê çayê naynin

Di vê naberê de li Wanê serê min jî di belayeke mezin de ye. Ez diçim kîjan qehwe û buroyê çayê tînin ber min. Lê ji ber ku çayê bi qitlama vedixwin kevçî naynin. Bêîstîsna ez jî li her qehwe û buroyî kevçî ji wan dixwazim. Li qehweyan kevçî ji min re dianîn û min şekirê xwe li hev dixist lê li buroyan rewş berovajiyê vê yekê ye. Kevçî li buroyan tune ye. Ji ber vê yekê, li ser tewsiya kesekî ez jî çayê xwe bi pênûsa xwe li hev dixim û vedixwim. Li Bedlîs û Mûşê jî ev pirsgirêk hebû lê kevçiyên wan jî hebûn û min bê pirsgirêk çayê vedixwar.

Dayika dil peritandî

Ez li buroyekî rûniştî me, careke mîn dît jin û zilamek bi hev re hatin buroyê û derbasî qunçikekî bûn. Ez jî cihê xwe rabûn û çûm cem wan. Li cem wan hîn bûm ku her du hevserê hev in û tenê ji bo serdana buroyê ji mala xwe hatine. Dayika Sabîha Arvas ku çavekî wê nabîne dil peritandiye. Dayikê vî dilê xwe peritandî ji min re vekir û jê çend êş bi min re parve kir. Dayika Sabiha destpêkê diyar kir ku kurê xwe ezîzê li ber dilê xwe di oxira azadiya Kurdistanê de şehîd daye û ev tişt anîn ziman: “Erdogan mûçeyê min ê berastengiyê birî, kir gule û berî zarokên me dide. Em dengê xwe nadin xwînxwarên ku dibêjin em ê kurdan xelas bikin.”

Dayika Sabiha israra me ya wênekişandina wê jî bi gotinan asteng dike. “Tu carî min nehîştiye wêneyê min bê kişandin. Hesabê vê yekê dê ji axiretê ji min bê pirsîn.”

Gel bi wan bawer e

Herî dawî em li bajêr bi namzetên HDP’ê yên hevşaredariya bajarê mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci re hatin gel hev. Ertan û Avci ji me re qala xebat û projeyên xwe yên pêşerojê kirin û di hêla dengan de rewşa xwe ya li bajêr anîn ziman.

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew rêveberiyeke ku pêwistiyên jin, zarok û cîwan jî di nav de hemû dînamîkên bajêr bi bersivîne, armanc dikin. Ertan bal kişand ser pergala hevserokatiyê û ev tişt anîn ziman: “Me pergala hevserokatiyê cara yekemîn di hilbijartinên sala 2014’an de da destpêkirin. Destpêkê rêhevalên me yên ku em bi hev re dixebitîn jî ji vê pergalê fêm nedikirin. Bi çavê cîgiriyê li hevserokatiya jinê dinêrîn lê niha ev nêrîn guheriye û wek hevşaredar tên dîtin.”

Anket serkeftina HDP’ê nîşan didin

Ertan di berdewamê de destnîşan kir ku di xizmetên xwe yên ku ji gelê Wanê re bikin de dê rûhê jinê bi her awayî xwe bide der û bi van gotinan qala rewşa wan a li bajêr kir: “Anketên herî xerab jî dengê me li derdora 60’î nîşan didin. Lê em difikirin ku dengê xwe li ser vê rêjeyê bixin. Pergala qeyûm a AKP’ê ji aliyê gelê Wanê ve nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê berê piraniya waniyan li me ye. Gel bi me bawere ku em ê dizî û neliritiyê nekin.” Ertan herî dawî got ku pirsgirêka wan bi kesên ku çavkaniyên gelê Wanê ji bo ranta xwe bi kar anîne re heye û dê rê nedin van kesan.”

Dizî û talana qeyûm

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Avci ku me xwe li bînaya HDP’ê ya bajêr gihandê, da zanîn ku ew nexeribê şaredariyan û şaredarî jî xerîbê wan nîn in û wiha got: “Bi salan e em şaredariyan bi rê ve dibin. Ji ber vê yekê em bûne xwedî tercrûbe.” Avci destnîşan kir ku Qeyûmê Wanê tehrîbateke mezin pêk aniye û belge di destê wan de hene ku bi qasî katirîlyon û 100 mîlyarî şaredariya Wanê kiriye binî deyn û ev tiş anî ziman: “Bi vî pereyî tu xizmetek jî nehatiye kirin. Dema em bên hilbijartin hemû neliritiyên ku qeyûman kirine ji gelê xwe re belge bikin û biweşînin.”

Projeyên namzetên HDP’ê

Mustafa Avci bi lêv kir ku ji bo pêşerojê 30 proje amade kirine û wiha pê de çû: “ Pirsgirêka trafîqê pirsgirêkek sereke ye. Em ê destpêkê vê pirsgirêkê çareser bikin. Qeyûm niha li hemû kolanan parkomat daniye. Ji ber vê yekê kolan gelek teng bûne û trafîq felç dibe. Ji bo gelê me pê debara xwe bike em ê sewalkarî û çandiniyê jî xurt bikin. Ji bo kêmkirina bêkariyê em ê derfetan ji sektora taybet re ava bikin û teşvîq bikin ku li Wanê febrîqeyan vebikin. Ji bo pêşxistina turîzmê jî em ê Gola Wanê paqij bikin û bi hevkariya hemû şaredariyên bajarên derdora golê re asteng bikin ku ava van bajaran birije golê. Em ê ava van bajaran bi rêbaza danezilînê binirxînin û bêyî ku biçe golê ji bo çandiniyê bi kar bînin.

Hedef bi destxistina hemû şaredariyan e

Avci qala peşwazîkirin wan a di nava gel de jî kir û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Gelê Wanê me bi coşeke mezin hembêz dike. Em ji niha ve bi serketine. Her çardeh şaredariyên Wanê bê pirsgirêk em digirin. Gelê wan ji bo qeyûman jî ji me re dibêje ku wan ji van zalîman xelas bikin, besî me ye. Lê serkeftin ji me re ne bes e. Em ne ji bo serkeftinê ji bo mezinkirina ferqa ku dêr em bavêjin AKP’ê dixebitin. Ji bo vê yekê av û agire bisekine em ê nesekinin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar