Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Şaredariya Mêrdînê veguherandine qereqolê

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîdeng Altindag ku qeyûm tayînê şûna wê bû wiha qala hişmendiya qeyûman kir: “Li Mêrdînê texrîbatên qeyûm wisa giran bûn kevir li ser kevir nehiştin. Qeyûm talan e, darbeye, nelêrtî û diziye. Şaredarî kirine wek qereqolê. Mirov nikarin bikevin şaredariyan.”

Deshilatdariya AKP û MHP’ê ji 2016’an heta niha li Kurdistanê polîtîka qeyûman pêk tîne û encama vê de qeyûm tayînê şaredariyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat kirin. Piştî hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an şûnde di serî de ji bo şaredariyên bajarê mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm tayînê gelek şaredariyê Kurdistanê kir û siyasetmedar hatin girtin. Di vê pêvajoya em ber bi hilbijartinên herêmî ve diçin, texrîbatên qeyûm didomin. Qeyûm ku ji bo gel tu xizmetê nake û hemû saziyên xizmetê didin girtiye, li şaredariyan polîtîkayên şerê taybet dimeşîne.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Fîgen Altindag a qeyûm tayînê li şûna wê hat kirin derbarê siyaseta qeyûm de nirxandin kir. Fîgen diyar kir ku Mêrdîn bi ziman, çand, dîroka xwe bajarekî cudaye û piştî hatiye hilbijartin 4 meh şûnde qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de em wek hevşaredarên hatin hilbijartin me xizmet ji gelê xwe re nebir. Li Mêrdînê texrîbatên qeyûm wisa giran bûn kevir li ser kevir nehiştin. Qeyûm talan e, darbeye, nelêrtî û diziye. Bi gotinan nelêrêtiyên qeyûm nayên vegotin. Nelêrêtiyên li şaredariyê hatin kirin bûn manşet. Qeyûm Mustafa Yaman îmze avêt nelêrêtiyên mezin. Ev nelêrêtî di raporên Sayiştay a 2022’an de bûn rapor.”

‘Zihniyeta talankeriyê bicih kirin’

Fîgen her wiha di axaftina xwe de bi lêv kir ku ji aliyê qeyûm ve ji bo Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan mêrek hatiye tayînkirin û wiha dirêjî daye: “Mêrekî tacîz û destdirêjiyê erê dike anîn serê Kent A.Ş. Ev hemû yekin. Tenê ne Mustafa Yaman û kesên din. Ev polîtîkayek dewletê ye. Li hember şaredariyên Kurdistanê polîtîkayek bû. Rojek piştî hilbijartinan plan û projeyên ‘bila ne yên hatine hibijartin bila yên tayînkirî bên’ ava kirine. Naveroka wê jî tije kirin. Li şaredariyan îhaleyên hatin kirin li gorî usulê nehatin kirin. Karker û memur ji derve anîn. Ji Çorum, Anatolya Navîn û Behrareş karker û karmend anîn. Zîhniyeta talankeriyê bicih kirin.”

‘Gel her tiştî baş dibîne’

Di berdewamiya axaftina xwe de Fîgen anî ziman ku ji roja qeyûm hat tayînkirin gel nikaribûn daxwazên xwe bînin ziman û wiha domand: “Gel şaredariyên xwe dixwazin. Şaredarî kirine wek qerekol. Mirov nikarin bikevin şaredariyan. Bihêlin hundirê wê derveyê wê mirovan ditirsîne. Zîhniyeta di hundir de mirovan ditirsîne. Ez bawer dikim ku gel her tiştî baş dibîne û wê li ser sindoqan bersiva wan bide. Me dît ku ev gel çi pirsgirêkan dijî. Gelê me bi dengekî bilind daxwazên xwe tîne ziman. Em ê vê pêvajoyê bi gelê xwe re bimeşînin. Em ê derî bi derî bigrein û bihev re biserkevin.”

Fîgen di dawiya axaftina xwe de balkişand ser bêtehemuliya qeyûm û wiha dawî lê anî: “Ewil nav guherîn piştre naverok û bi rêvebirin. Em ê van ji nûve bihûnin. Em ê ji nûve xurt bikin û saz bikin. Em ê bi gel re xwedî li keda xwe ya bi salan derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar