Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Şaredariya Mexmûrê ji bo zarokan hewûzek ya avê çêkir

Şaredariya Wargeha Mexmûrê ji ber bilindbûna pileyên gemahiya zêde, hewûzek ya avê ji bo zarokên wargehê çêkir. Zarokên wargehê spasiya şaredariya xwe kirin û ji bo mezinkirina hewûzê banga alîkariyê ji kesên xêrxwaz kirin.

Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ber bilindbûna pileyên gemahiya zêde, hewûzek ya avê ji bo zarokên wargehê çêkirin û zarokên wargehê ji ber vê yekî spasiya şaredariya xwe kirin.

Têkildarî armanca projeya hewûza avê, Endamê Şaredariya wargehê Hazim Şirnexî ji ajansa me re peyivî û destnîşan kir ku armanca wan kêfxweşkirina zarokên wargehê ye û got: “Di biharê de hikûmetê ji bo me sê bîrên avê lêdan û her sê bîr jî avên tehil derketin, ango ava germavê derketin. Demê berê jî ev ava germavê li wargehê hebû. Di herêma Mexmûr giştî de ev ava germavê heye. Ji salên 90’î ve xelk ji Bexda û bajaran cûda cûda, ji bo şîfayê dihatin xwe li vê avê didan. Wek Şaredarî me ev av ji bo zarok û gelê wargehê kiriye hewûz. Emê hîn berfirehtir bikin. Li gor doktor û tecrûbeyên xelkên me yên wargehê, ev av bi şîfa ye. Her roj zarok, jin û zilam tên xwe li vê avê didin û gelek ji wan jî ji bo şîfayê tên ser avê.”

 ‘Emê hîn zêdetir mezin bikin’

Hazim Şirnexî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku wê di pêşerojê de li gor derfetên şaredariyê, hewûza heyî mezin bikin û ji bo jin, zarok û zilaman cihên cûda cûda çêbikin û wiha axaftina xwe domand: “Wargeh di hêla Havînê de pir germe û pileyên germahiyê her ku diçe zêde dibe. Em dixwazin ji bo gelê xwe xizmetê bikin. Emê berê xwe bidenê, ger rastî jî ji bo nexweşiyan bibe derman, emê hîn zêdetir mezin û xweş bikin.”

‘Kesên xêrxwaz bila bibin alîkar’

Her wiha zarokên ku melevanî dikirin jî axivîn û spasiya şaredariya wargeha xwe kirin û wiha gotin: “Şaredariyê ev hewûz ji bo me çêkiriye, em gelek û gelek spasiya şaredariya xwe dikin. Em her roj danê nîvro heta êvarê di vê avê de ne. Ji ber ku germahiya wargehê pir zêde ye. Em tên ser avê û em hênik dibin. Lê em dixwazin hîn zêdetir ev hewûz bê mezinkirin û xweş kirin. Derfetên Şaredariya me zêde nînin, ji ber wê yekê em wek zarokên Mexmûrê bang li kesên xêrxwaz dikin da ku bi Şaredariya me re bibin alîkar.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar