Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şaredariya Midyadê feraseta înkarê pêş dixe

Parlamenterê HDP’ê yê Suryanî Tûma Çelik, bertek nîşanî guhertina logoya Şaredariya Midyadê ku ji aliyê AKP’ê ve tê birêve birin da û wiha got: “AKP bi feraseta înkarkirinê, tevdigere.”

Şaredariya Navçeya Midyada Mêrdînê ya di destê AKP’ê deye, logoya şaredariyê ya sembolên gelên herêmê êzidî, xiristiyan û misilmanan temsîl dike guhert û sembola êzidiyan Melekê Tawûs ji logoyê derxist. Şaredariya ku Melekê Tawûs ji logoyê derxist, di logoyê de sembola ol ster-heyv derxistin pêş, dêra xirîstiyanan temsîl dike ya li pêş bû, li paş bi cih kir.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Suryanî Tûma Çelîk, bertek tund nîşanî guhertina logoyê da û wiha axivî: “Di warê ol û nijadî de Midyad xwedî nasnameyek cuda ye. Li Midyadê suryanî, êzidî, mehelmî, erep, kurd, misilman û xiristiyan bi hev re dijîn. Tu sinoran naxwin navbera xwe. Ev jiyana wan bi hezaran sale dewam dike. Ji bilî mudaxile û cihêkariyên otorîteriya navendî, heya niha tu pirsgirêk di nava van nasnameyan de derneketiye. Bi demê re, ji ber mudaxileyên heyî, suryanî neçar man ku ji bajêr koç bikin. Dûre gelê êzidî ket heman rewşê. Tişta îro derketî holê, bi me  dide nîşandan ku gelê suryanî û êzidî li Midyadê bi tunebûnê re rû bi rû ne. Ji xwê nifûseke wan a kêm li wê derê ma ye.”

Dîtbariyan ji holê radikin

Çelîk da zanîn ku îro heman rewş tê jiyîn û wiha bilêv kir: “Mirovên ku di otorîteriya navendî de cih digirin û desthilatdarin, dibêjin Midyat bajarê olane lê dema em mêze dikin, mafê jiyana nasnameyên cuda qebûl nakin. Mafê wan ji wan tê girtin û mafê wan ê jiyanê nayê naskirin. Dixwazin ditbariyên nasneyên cuda li holê rakin. Şaredariya Midyadê îro vê yekê dike. Ji bo vê sembola êzidiyan Melekê Tawûs ji logoyê derxistin û sembola xiristiyanan li paş bi cih kirine.”

‘Encama tekparêziyê ye

Çelîk dest nîşan kir ku guhertina logoyê encama tekparêziyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Feraseta rakirina lewheyên kurdî û guhertina logoya Şaredariya Midyadê heman feraseta. Di encamê de her du jî înkarê vedibêjin. Me dixwest ku li Şaredariya Midyadê, li kêleke lewheya tirkî, lewheyên kurdî, erebî û suryanî hebin. Ji ber ku hemû gelên wê derê zimanê xwe dizanin bixwînin. Desthilatdariya AKP’ê ya herêmî, niha li Midyadê hewl dide nasnameya xwe bi cih bike. Ji xwe desthilatdar jî nasnameya vî welatî temsîl nake. Bi feraseta înkarê tevdigere. Em vê ferasetê qebûl nakin. Em ê li dijî vê ferasete têbikoşin.”MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar