Piştî Bedlîsê vê carê jî Şaredariya Tetwanê ya AKP’î jî tabeleya bi kurdî daxist
Dijminatiya dewleta tirk û hikumeta AKP’ê ya li dijî gelê kurd û zimanê kurdî ranaweste û sînoran nas nake. Piştî Şaredariya Bedlîsê vê carê jî Şaredariya Tetwanê ya AKP’î tabelaya bi kurdî daxist. Li şûna tabeleya “Tatvan Belediyesi, Şaredariya Tetwanê”, tabeleya “Tatvan Belediyesi Zabita Mudurlugu” hat daliqandin. BEDLÎS