Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şaredariya Tetwanê tabelaya bi kurdî ya goristanê rakir

Şaredariya Tetwanê ku di destê AKP’ê de ye, tabelaya bi kurdî ya Goristana Karşiyakayê guherand. Şaredariyê beşa bi kurdî ji tabelayê bir û tenê navê bi tirkî hişt

Bêtehemûliya hikûmeta AKP’ê ya li dijî zimanê kurdî berdewam dike. AKP ku bi rêya qeyûman hema hema navên hemû sazî, navend, kolan, park û hwd. ên bi kurdî guherandin, li şaredariyên bidestxistin jî van pêkanînên xwe didomîne. Yek ji bajarên bi van pêkanînan di demên dawî de di rojevê de ye jî, Bedlîs e. Demek berê serokê Şaredariya Bedlîsê tabeleya bi zimanê kurdî rakiribû û tenê ya bi tirkî hiştibû.

Piştî pêkanîna şaredarê Bedlîsê, vêcarê jî Şaredariya Tetwanê dest bi guherandina tabelayên bi kurdî kir. Şaredariya Tetwanê ku demek berê tabelaya bi kurdî rakiribû, bêtehemûliya xwe ya li dijî zimanê kurdî vêcarê jî bi guherandina navên goristanan nîşan dide.

Li gorî nûçeya nûçegihanê Bîtlîstnewsê Sînan Aygul, Şaredariya Tetwanê tabelaya Goristana Karşiyaka ku li navenda navçeyê ye, guherand û beşa kurdî jê bir.  Hat zanîn ku li şûna nivîsa bi kurdî jî nivîsa tirkî ya ‘Her nefs dê rojekî mirinê tehm bike’ nivîsand.

Şaredariyê heta niha têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane. BEDLÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar