Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şaredariyek nebigilî û gazinan lê biçareseriyan

Ji bo em careke din karibin hejmara şerderiyên xwe bi ser sedan û hê zêdetir bixînin, divê şaredariyên me xwedî projeyên çareseriyan bin. Û nekêmî vê jî, biqasî ku derfetên wan dest dide lazim e ku ew bi hev û din re bibin alîkar

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Serkan Brûsk têkildarî şaredariyên li Kurdistanê nivîsand û diyar kir ku divê şaredarî nebigilî û gazinan çareseriyan biafirînin.

Tevahiya nivîsa Brûsk wiha ye;

“Hilbijartinên şaredariyan qediyan û niha jî dem dema kar û xebatê ye. Derfet çi dibin bila bibin, helwesta dewleta AKP-MHP’ê ya li hemberî şaredariyên bajar û bajarokên me çiqas ji dadwerî û wekheviyê dûr be, qeyûman çiqas derfetên şaredariyan ên bingehîn talan kiribin, li derûdora xwe belav kiribin, heta bi radeya kerifandiniyê xwaribin û vexwaribin, şaredarî heta bi qirikê di nava deynan de hiştibin jî, divê şaredarên me ne gazinan lê derfetan biafirînin.

Hê berî ku ev şaredarên niha bibin berendam haya wan baş ji kirinên qeyûman hebû. Li ser kirinên qeyûman ên talankirin û pêşkêşkirina derfetên şaredariyan di nava raya giştî û şêniyên bajar û gundan de gelek gotegotên cidî belav dibin. Bitaybetî dihate gotin, qeyûm wek endamên sondxwarî yên partiya AKP’ê kar dikin. Loma jî ew bi dek û dolaban îhaleyan pêşkêşî kesên nêzî dewletê û AKP’ê dikin da ku destê dewletê di nava gel de dirêj bikin. Ev yek pir zelal û aşkere bû.

Ev aliyek ji kirinên nebixêr ên qeyûman bû, li aliyekî din jî, ew qeyûmên AKP’ê dijminahiyek yekcar dijwartir li hemberî destkeftiyên zimanî û çandî yên me kurdan kirin ku di dema şaredariyên berê de hatibûn bidestxistin. Îca heger em li çîroka van şaredaran binêrin ên ku bi darbeyeke sivîl a AKP’ê û bi nasnekirina îradeya hilbijêrên kurdan li ser qoltixan rûniştin. Em ê di hêla çandî de jî, ti kirinên baş nebînin.

Yek ji wan gelek marîfetên xerab ên van qeyûman jî ew bû ku wan hemû sembol û navên kurdî ji nava bajarên kurdan rakirin. Wek gave yekemîn axerbariyê, wan ji şikenandin û rakirina heykelan destpêkirin û dûre bi rakirina navên goristan, parkan, kolanan, taxan û deveran nebaşiyên xwe zêde kirin.

Di serî de jî heykelê Ehmedê Xanê şikenandin. Wek tê zanîn ku nemir Xanî hem bi xizmeta xwe ya bêhempa ji bo wêjeya kurdî û hem jî bi tembiyên xwe yên ji bo nasnameyeke azad a kurdistanî xwedî roleke girîng e. Piştî vê êrîşa çavsorane wan berê xwe dane saziyên jinan, ên xêrxwazî, pêşdibistanî û malên dengbêjan û whd.

Niha ev hemû kirinên qeyûman li ber çavan in. Û jixwe ev kirin ne kirinên hema wisa ji nişkê ve ne û bêarmanc in. Herî dawî rûreşiya ku li bajarê Bedlîsê hate pêkanîn li ber çavan e… Loma jî divê şaredariyên me yên niha di ber xebatên xwe yên binesazî û xizmeta gel re, hemû ew nirxên ku bi destên qeyûman hatine talankirin, careke din li gel werin vegerandin.

Di serî de şaredar û endamên meclîsan di jiyana xwe ya civakî de ango di dema danûstendên bi gel re bi israr bi gel re bi kurdî biaxivin. Kesên ku li Kurdistanê dijîn û di şaredariyan de dixebitin û bi kurdî nizanin(!!) divê li gorî derfetên xwe herin kursên ziman. Divê girîngiya axaftina bi zimanê kurdî di nava karmendên şarederiyê de bi awayekî cidî were hîskirin. Em ên ku li xeribiyê dijîn heta fêrî zimanê van welatan nebûn, rêya kar li pêşiya me venebû. Îca em behsa kesên li welat dikin. Loma jî pêwist e, ji karmenda re were gotin ku herin kursên kurdî. Îca heger derfetên şaredariyan hebin û karibin kursên kurdî bidin karmendên xwe ew ê ji bo statû û paşerejo zimanê kurdî jî gelek baş be.

Her wisa jî şaredarî bi rêya saziyên xwe yên çandî divê ji bo resam, nivîskar, rewşenbîr, şanoger, sitranbêj û kesên ku kurtefîlman û dokumenteran çêdikin, derfetan amade bikin. Bibin sebeb ku ew karibin berhemên xwe yên bi motîfên kurdî, mirovî, wekhevî û pêşverû bigîhin gel. Bi taybetî girîng e ku şaredar û rayedar bi xwe jî beşdarî van çalakiyan bibin.

Heger peykertiraşek kurd karibe hinera xwe ya bi rengê çanda herêmî di nava parkeke rêpeketî de pêşkêş bike û resamek jî salona şaredariyê bi hunera xwe bixemilîne, semîner û danasîna pirtûkan werin pêkanîn, şanoger karibin berhemên xwe yên bizimanê kurdî pêşkêşî gel bikin, ew ê derfetên baş ji bo jiyaneke bikurdî xweber were peydakirin.

Ji bo em careke din karibin hejmara şerderiyên xwe bi ser sedan û hê zêdetir bixînin, divê şaredariyên me xwedî projeyên çareseriyan bin. Û nekêmî vê jî, biqasî ku derfetên wan dest dide lazim e ku ew bi hev û din re bibin alîkar. Hingî ji gazinan zêdetir ew ê bibin xwedî çareseriyan…”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar