Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şaredariyên Gel di xizmeta gel de ye

Şaredariyên Gel yên Rêveberiya Xweser di her alî de xizmetê dikin û pirsgirêkên xwê çareser dikin. Şaredariya Gel a Dirbêsiyê û Şaredariya Gel a Çilaxa xizmeta amadekariya pêkanîna projeyên xizmetguzariyê dikin.

Şaredariyên Gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebat û projeyên xwe bi xurtî didomînin ku li gor plansaziya vê demê giranî ji bo qîrkirina rêyan û firehkirina torên avê û kanalîzasyonê hatiye dayîn.

Çilaxa

Li navçeya Çilaxa ya Qamişlo Şaredariya Gel amadekariya projeya firehkirina tora avê bi dirêjiya 650 metreyan dike, ku ew proje dê li gundê Emarat ê başûr rojavayê navçeyê bê pêkanîn û dê ava vexwarinê ji bo şêniyên gund ku ava wan berê bi piranî qut dibû, peyda bike.

Her wiha, şaredariyê plansaziyek ji bo projeya xweşikkirina peyarêyên rêya sereke ya navenda navçeyê û ji bo qîrkirina kolanên navçeyê danî.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/06/12/190956_-.jpg

Hevseroka Şaredariya Gel a Çilaxa Firyal Qesûm destnîşan kir ku xebatên xizmetguzariyê yên şaredariyê dê bidomin û hemwextî wê dê plansazî ji bo projeyên girîng ku fêdeyê li welatiyan bikin bên danîn.

Firyal wiha domand: “Xebatên paqijî û komkirina çopan ji tax û sûka navçeyê û çaksazkirina kanalîzasyonan xebatên rojane yên şaredariyê ne.”

Firyal diyar kir ku bi hatina havînê re zehmetiya peydakirina ava vexwarinê ji bo şêniyan zêdetir dibe, ji ber wê jî tîmên şaredariyê hin bîr û torên avê çaksaz kirin, ku pirsgirêka avê li navçeyê bi rêjeya ji sedî 95 hat çareserkirin.

Dirbêsiyê

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê jî Şaredariya Gel li gor daxwazên şêniyên gundê Qermaniyê projeya qîrkirina rêya gund bi dawî kir.

Tîmên şaredariyê berî çend rojan jî rêya di navbera çerxerêya gundê Qermaniyê heta rêya rojhilatê gund qîr kir.

Di heman çarçoveyê de, Şaredariyên Gel ên hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gor plansasiya sala 2023’yan amadekariya projeyên qîrkirina rêyan dikin, ku di vê demê de xebatên çaksazkirin û danîna kanalîzasyon û torên avê li kolanên ku tê payîn ew bên qîrkirin, bi rê ve diçin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar