Wezareta karên hundir piştî ku hevşaredarên şaredariyên Gimgim, Kop û Lîzê ji peywirê girtin, li şûna wan qeyûm tayîn kirin
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Kop, Gimgim û bajaroka Lîzê ya Kop a Mûşê, duh hatin binçavkirin. Hevşaredara Şaredariya Gimgimê Ulku Karaaslan, hevşaredarê Şaredariya Kopê Adnan Topçu û hevşaredarê Şaredariya Lîzê Dîlaver Keskîn bêyî ku biryareke dadgehê bê dayîn, ji hêla wezareta karên hundir ve bi îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê kirine’ ji peywirê hatin girtin.
Wezareta karên hundir ku rê û rêbazên hiqûqê paşguh kirin, niha jî li şûna hevşaredarên ku ji peywirê girtine, qeyûm tayîn kirin.