Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sarica: Em ê li dijî polîtîkaya mêrperest a îktidar û dewletê her tim li kolanan bin

Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Aynûr Sarica diyar kir ku ew pêvajoya ji nû ve avakirinê berdewam dikin û got ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan ji tu rojevê qut nîne û xwest tecrîd demildest bê rakirin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Aynûr Sarica li Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.

Sarica bal kişand ser kongreya awarte ya DBP’ê ku di 25’ê hezîranê de li dar xist û destnîşan kir ku ji ber di warê hiqûqê de pirsgirêk hebûn wan ji neçarî kongreya xwe ya navendî bi awayek awarte li dar xistine.

Sarica bal kişan ser pêvajoya piştî hilbijartinên 14 û 28’ê gulanê û wiha got: “Me piştî hilbijartinan li gel rêxistinên xwe yên bajaran û rêveberên xwe dest bi pêvajoya rexne û xwerexnekirinê kir. Em îro jî vê pêvajoya ji nû ve avakirinê didomînin. Niha jî ev pêvajo bi civînên gel berdewam dike. Em wek DBP’ê rexneyên herî zêde li ser xwe digirin. Piştî ev pêvajo bi dawî bibe em ê xwerexne bikin. Em ê bi gelê xwe û rêxistinên xwe re xwe xurt bikin û li ser esasê xurtkirinê xwe bi rê ve bibin. Em ê kongre û konferansên nû li dar bixin û pêvajoyê bi rê ve bibin. Em ê wek Meclisa Jinan, ciwanan û rêxistina xwe ji nû ve saz û ava bikin û viya nîşanî gel bidin.”

Sarica di berdewmiya axaftina xwe de bal kişand ser van mijarên di rojevê de:

“Mirov nikare pêvajoya tecrîdê ji van pêvajoyan qut binirxîne. 28 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Hevdîtin nayên kirin. Dixwazin bi van qedexeyan û agahînegirtinê gel ji ramanên Abdullah Ocalan qut bikin. Tenê ne astengkirina fizîkî ye, di heman demê de astengiya fikr û ramanê Ocalan e. Her çiqas astengiyan derdixin lê gelê kurd hin bêtir xwedî li birêz Ocalan derdikeve. Gel dixwaze tecrîd bê rakirin û hevdîtin bên kirin. Daxwaza me jî ew e ku tecrîd demildest bê rakirin û hevdîtin bên destpêkirin.

Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Tecrîdek dijwar li ser girtiyan heye. Ev tecrîd bi destê pergalê tê birêvebirin. Ji ber daxwaza mafên demokratîk û mafên gelê kurd pergal tecrîda li ser girtiyên siyasî yên kurd giran dike. Jinên kurd û gelê kurd vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Girtîgehan bi jinên gelê kurd tije kirin e. Çimkî ev pergal ji vîna jina azad a kurd ditirse.

Girtiyên nexweş

Girtiyên nexweş her ku diçe zêde dibin. Yek ji van jî Ozge Ozbek e û her ku diçe rewşa wê krîtîk dibe. Pergala dewleta tirk baş nîşanî me dide ku girtiyan dişîne mirinê. Di tu hiqûqê de tune ye ku girtiyên nexweş girtî bimînin. Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş demildest bên berdan. Jinên girtî û girtiyên nexweş bi destê vê pergala qirêj tên îşkencekirin. Em ê vê qebûl nekin.

Li aliyê din jî pergala heyî dixwaze li bajarên bakurê Kurdistanê bi rêbaza şerê taybet xwe li ser pêya bigire. Pergal dixwaze bi şerê taybet, çand, ziman, mafên jin û ciwanên kurd ji holê rake û xwe li şûna wan bicih bikin. Pergal madeyên tiryakê di nava ciwanên kurd de belav dike. Dixwazin hişmendiya ciwanan şolî bikin, zimanê wan tune bikin. Ciwan bi her awayî tên astengkirin. Divê me di her warî de hişyar bin. Bi destê çawişên pispor û polîsan şerê taybet li bakurê Kurdistanê tê meşandin. Zarok û ciwanên kurd bi destê çawişên pispor tên îstîsmarkirin. Faîl û kujer nayên cezakirin, tên xelatkirin. Faîl mafdar tên dîtin.

Ev nêzî du salan e Peymana Stenbolê li Tirkiyeyê hatiye betalkirin. Bi betalkirina peymanê dixwazin jin daxwaz û armancên xwe pêk neyînin. Naxwazin dengê jinan bilind bibe. Naxwazin jin û ciwan bêjin mafên min hene. Em dîsa dibêjin Peymana Stenbolê mafê me ye û em ê her tim ji bo mafên xwe têbikoşin.

Sedsaliya Lozanê û jin

Bi pêşengiya TJA’yê li Amedê Konferansa Lozanê hat lidarxistin. Komxebatek têr û tije û baş bû. Hewcedarî pê hebû. Di komxebatê de mafên hemû neteweyên hatine bindestkirin li ser wan hat axaftin û nîqaşkirin. Jinan gotinên xwe gotin û jinan got em ê bi hev re bi ser bikevin. Hefteyek şûn ve dê sedsaliya Lozanê temam bibe. Mafên kurdan, suryaniyan, ermeniyan û hemû kêmnetewan hatine binpêkirin. Mafê perwerdehî, ziman û mafên hebûna jiyana netewan hatin binpêkirin.  Fermana parçekirin û astengkirina mafên kurdan hat derxistin. Me li dijî netew-dewletên wan netewa demokratîk ava kir. Me got em netew-dewletê qebûl nakin. Di sedsala duyemîn a Lozanê de û sedsala duyemîn a Komara Tirkiyeyê yek e. Xwedî heman hişmendiyê ne. Dixwazin li ser tunehesibandina mafên netewan, jinan, ciwanan xwe sedsalek din jî li ser pêya bigirin. Em ê her li ber polîtîkayên tunehesibandinê bisekinin.

Em li ber xwe didin

Em wek Meclisa Jinan a DBP’ê, hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê ji bo mafên jinan, zimanan, mirovan, zarokan, civakan berxwedanek pir dîrokî û bêhempa dikin. Pergal herî zêde jî çav berdaye mafên jinan û zarokan û ciwanan. Lê rêxistina me ya jinan îro mal bi mal, kolan bi kolan bajar bi bajar xwe bi rêxistin dike û dibêje ez li ber van polîtîkayan ji bo mafên jinan û rêxistinkirinê têdikoşe û em ê bi jinan re bi ser bikevin. Em wek DBP’ê, TJA’yê ji nû ve xwe di nava civakê de bi rêxistin dikin. Em ê li dijî polîtîkaya mêrperest a îktidar û dewletê her tim li kolanan bin û li ber xwe bidin. Em ê berxwedana jinan a “Jin jiyan azadî” her belav bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar