Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sarica: Sekna Ocalan hîmê bingehîn ê azadiyê ye

Parêzer Rezan Sarica diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in li Îmraliyê bi vîneke pir xurt li ber xwe dide û wiha got: "Sekna Birêz Ocalan a li Îmraliyê, hîmê bingehîn ê demokrasî û azadiyê ye." 

Ji 25’ê adara 2021’ê heya niha agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Îmraliyê de Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên girtin. Serlêdanên parêzer û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv tên hiştin. Ji ber vê herî dawî parêzeran di 24’ê kanûna 2021’ê de bi daxwaza ‘tevdîrê’ serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabûn. Her wiha parêzeran di heman rojê de jî bi hinceta peywira xwe xirab dikin li Desteya Dadger û Dozgeran giliyê dozger û dadgeran kiribûn.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica tecrîda li Îmraliyê, serlêdanên li AYM, HSK û CPT’yê hatin kirin û tiştên dê ji niha û pê ve bikin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.

Nêzî 10 meh in tu agahî negirtine

Sarica bi bîr xist ku bi tu awayî agahî ji Ocalan û her 3 muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê nagirin. Sarica destnîşan kir ku ji ber ku agahî ji muwekîlên xwe nagirin û ji bo tecrîda li Îmraliyê demildest bi dawî bibe serî li gelek rêxistinên civaka sivîl, baro, dadgeh û Îdareya Girtîgeha Îmraliyê dane û hîn jî didin û wiha got: “Ji lew re êdî ev xebernegirtin wekî fikareke mezin dertê pêşiya me. Me jî ji bo ev tişt bi dawî bibe me serlêdan kirin. Lê belê heya niha tu encam bi dest neketine. Nêzî 10 meh in me tu xeber ji Îmraliyê negirtine. Ev xebernegirtin divê di warê hiqûqî, exlaqî, mirovî û siyasî de bê nirxandin. Lewma ev heyama nediyar û tarî, ji bo me heyameke bifikar e.”

Bêhiqûqîtiyek piralî

Sarica destnîşan kir ku berpirsên hiqûqî yên Girtîgeha Îmraliyê Îdareya Girtîgeha Îmralî, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Wezareta Dadê û dadgehên di vê çarçoveyê de ne û diyar kir ku ji bo hevdîtinê ew û malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û îdareya girtîgehê didin û ev tişt anî ziman: “Serlêdanên me yên heya sala 2016’an bi awayekî devkî dihatin bersivandin. Serlêdanên me bi hincetên wekî ‘keştî xerabe ye’ û ‘rewşa hewayê’ dihatin redkirin. Lê piştî 2016’an bi biryara dadgehê ya dijhiqûqî mafên nivîsandin-pêwendîdanînê jî di nav de hemû maf hatin qedexekirin. Serlêdanên me yên wê demê hemû bi biryarên dadgehê hatin redkirin. Lê salek du sal e, serlêdanên me bi tu awayî nayên bersivandin. Dozgerî û îdare ji bo serlêdanên me xwe li nedîtinê datînin, bi tu awayî bersivê nadin. Bêhiqûqîtiyek piralî heye.”

Di axaftina xwe de Sarica da zanîn ku dadgeh hin biryaran digire lê tu eleqeya van biryaran bi hiqûqê re tune ye û wiha domand: “Mesela, qedexeya hevdîtina bi malbatê ya 3 mehan, biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran a 6 mehan, biryarine kêfî ne. Piştî ev qedexe tên danîn bi demeke dirêj em pê dihesin. Êdî ji bo serlêdanên me, ev jî wekî hincet nayên nîşandan.”

Naxwazin derbarê Ocalan de tiştek jî bigihêje derve

Di axaftina xwe de Sarica destnîşan kir ku sedema van qedexeyan û biryarên qedexeker jî ew e ku dewlet bi tu awayî naxwaze tiştek ji Îmraliyê derkeve û wiha pêde çû: “Bi tu awayî naxwazin derbarê Birêz Ocalan de tiştek derkeve derve. Her wiha serlêdanên me yên ji bo parastina mafên muwekîlan jî tên astengkirin. Yanî pêvajoyeke bi her awayî dijhiqûqî li dar e. Gava van biryaran didin, piştî dema wan a îtirazê diqede haya me pê dixin. Ji ber vê gelek maf jî ji holê radibin.”

Serlêdana li AYM’ê

Sarica ji bo serlêdana bi daxwaza ‘tevdîrê’ ya li AYM’ê jî ev tişt gotin: “Beriya AYM’ê, me serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Dadgeriya Înfazê da. Serlêdanên me hatin redkirin. Bi vê biryara redkirinê em pê hesiyan ku cezayê hevdîtina bi parêzeran re, cezayê dîsîplînê yê ji bo hevdîtina bi malbatê re li muwekîlê me hatine birîn û lêpirsîna dîsîplînê hatiye detspêkirin. Lewma me ev biryarên îdareyê û dadgeriya înfazê yên di qanûna înfazê de tune ne birin AYM’ê. Di vir de hêla darizandina adil bi temamî tê binpêkirin. Hevdîtina bi malbatê re, mafê pêwendîdanînê bi temamî tên binpêkirin. Me ev tişt ji AYM’ê re ravekirin û xwest demildest tevdîr bê girtin. Li gor prosedurê divê di nav 3 rojan de biryara ji bo tevdîrê bê dayîn. Lê hê jî derbarê serlêdana me ya 24’ê kanûnê de biryarek nehatiye dayîn.”

Her wiha Sarica bal kişand ser serlêdana li HSK’ê jî ku ji ber peywira xwe xirab kirine giliyê dozger û dadgeran kiribûn û destnîşan kir ku ya dadger û dozger dikin fiîleke dijhiqûqê ye û sûc e.

CPT

Sarica bal kişand ser naveroka serlêdana wan a CPT’yê jî ku di 4’ê Çileyê de serî lê dabûn û wiha dewam kir :” CPT, ji sala 1999’an heya niha gelek caran çûye Îmraliyê. Lê ji sala 2007’an heya niha, bi taybetî 3 salan carekê serdana Îmraliyê dike. A rast ev, nîşan dide ku ev yek veguheriye rêbazeke rûtîn a CPT’yê. Jixwe li Îmraliyê rejîmeke girankirî heye. Ev rejîm car carinan pir giran dibe, nexwe ev yek CPT’yê eleqedar nake. Ev yek nîşan dide ku li Îmraliyê çi biqewime jî dê CPT 3 salan carekê serdanê bike. A rast 15 sal in wiha dike. Gava tiştek awarte çêbibe jî dê refleksek ji nişkave nade der. Jixwe guhnedêriya wê ya ji bo binpêkirina qedexeya îşkenceyê jî vê yekê nîşan dide. Yanî CPT jî bi pratîka xwe nîşan dide ku parçeyeke vê pêvajoyê ye.”

Parêzer Sarica destnîşan kir ku lê belê ev yek nayê wateya ku dê rastiya binpêkirina mafan ji holê bê rakirin û ev tişt anî ziman: “Helbet serlêdanên me çêdibin ku ji dadgehan, îdareyê bigire heya CPT’yê nerihet dikin. Me di vê serlêdana xwe de jî xwest CPT rojek berî rojekê serdana Îmraliyê bike. Me xwest ji bo pêkanîna serdanên malbat û parêzeran têkeve nava hin hewldanan. Me bang lê kir ku ji bo Birêz Ocalan û muwekîlên din hevdîtinê bi malbata xwe re bikin û pêwendiyê bi derve re deynin, peywira xwe bi cî bîne.”

Hîmê bingehîn ê azadiyê

Sarica li ser şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê û berxwedana Ocalan a 23 salên li Îmraliyê sekini û wiha domand: “Ev yek, girêdayî hêza bîr û baweriyên ku Birêz Ocalan yeqînî bi wan aniye. Ev berxwedan xwe disipêre mezinbûna fikir û nirxên mezin. Birêz Ocalan li vî cihwarî berxwedaneke bêhempa dide der. Lewma gava em xeber jê negirin jî em dizanin ku li wir berxwedanek heye. Ji lew re dibêje, xwe daye ser rêya heqîqetê, daye dû azadiyê. Me dît ku tu carî tawiz ji helwesta xwe nade û çi dibe bila bibe, dê ji bo gelan heya dawiyê di vê yekê de israr bike.”

Parêzerê Ocalan destnîşan kir ku lewma mirov dikare ji bo vê helwesta Ocalan bibêje ku hîmê bingehîn ê demokrasî û azadiyê ye û wiha got: “Lewma xwedî girîngiyeke ku her kesî eleqedar dike. Kes nikare xwe ji bo vê li nedîtinê deyne û nehesibîne. Ger neyê dîtin û neyê hesibandin, nexwe ew kes û derdor xwe dixapînin. Heqîqeta herî mezin a Tirkiyeyê baweriya Birêz Ocalan a bi azadî û demokrasiyê û lêgerîna ji bo heqîqetê ye. Loma divê em vê hesasiyetê nêzî vê yekê bibin. Hêla din jî; Birêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Polîtîkayên tecrîdê yên li ser wî û astengiyên li ber fikirên wî, polîtîkayên tarîkirina pêşeroja gelê kurd in. Ji lew re li warê hilberandina polîtîkayan de astengkirina gelê kurd, di heman demê de pêşîlêgirtina têkoşîna hêzên demokrasiyê û têkoşîna ji bo piştevaniyê ye jî.”

Bangawazî

Her wiha Sarica di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku demildest divê agahî ji Ocalan bên girtin û hevdîtin pê re bên kirin û ji bo vê bang kir: “Ji bo vê bang li raya giştî, rayedaran, saziyên hiqûqê û rêxistinên civaka sivîl dikim ku berprisiyariya xwe bi cî bînin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar