Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sarisaç: Hêza kurdan a faşîzmê têk bibe heye

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir ku di sindoqên hilbijartinê yên herêmê de dengên li dijî tecrîda li ser Ocalan derketin û wiha got: “Encama derket holê, nîşan da ku divê AKP’ê polîtîkayên xwe yên li dijî kurdan biguherîne. Hêza kurdan a faşîzmê têk bibe heye.”

Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Wanê Mûrat Sarisaç, Tayîp Temel û parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag bi armanca rakirina  tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya HDP’a Amedê di greva birçîbûnê dene. Sarisaç ê çalakiya xwe berdewam dike, endamên Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê, ji Ajansa Mezopotamya (MA) yê re nirxand. Sarisaç diyar kir ku li bajarên herême, hilbijartina herêmî di şert û mercên OHAL’ê de pêk hat û wiha axivî: “Tifaqa Cûmhûr di pêvajoya hilbijartina herêmî de, hemû derfet, sazî û dezgehên dewletê bi kar anîn û li ser vê yekê bi polîtîkayên êrîşkar bi ser mûxalefetê de hat.”

Bal kişand ser gotinên Kozakçioglu

Sarisaç, bal kişan ser gotinên Waliyê Herêmê yê OHAL’a berê Hayrî Kozakçioglû yên di salên 1990’î gotin û ev tişt anî ziman: “Kozakçioglû wê demê digot ‘Tirkiye, divê tiştên li başûrê rojava diqewimin mîna ku temaşiyî pêşbirka fotbulê bikin, temaşe bikin.’ Hikûmeta AKP’ê jî îro serî li van polîtîkayên zextan dide. Ji ber vê hilbijartin qet adîlane derbas nebû. Her tişt serbest kir, li gorî rê û rêbazan tevnegeriyan û bêhiqûqiyek mezin derket holê.”

HDP li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye

Sarîsaç anî ziman ku dema li herêmî ev rewş dihat jiyîn, partiya wan li Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn û Ardahanê darbe li hikûmeta AKP’ê da û wiha bilêv kir: “HDP’ê bi girseya xwe bi AKP’ê da winda kirin. Ev encam li dijî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, qedexe û hilweşandinên ev 4 salin li Kurdistanê berdewam dikin, di jêrzemînan de şewitandina mirovan, operasyonên qirkirina siyasî û polîtîkayên tune hesibandina gelekê bersivek herî mezin bû. Stratejiya HDP’ê ne ew stratejiye ku şaredariyan ji AKP’ê bigire û bide CHP’ê. Ev stratejî divê hin kûrtir bê analîzkirin. Divê kes wisan erzan negire dest. Divê AKP polîtîkayên xwe yên li hemberî kurdan di ber çavan re derbas bike. Kurdan  hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê bersiv da AKP’ê. Êdî HDP li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Lazime ku hemû hêz li gorî vê nêzî HDP’ê û gelê kurd bibin.”

 ‘Pirsgirêka kurd bi tecrîdkirina Îmraliyê re dest pê kir’

Sarisaç, di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “AKP, bi polîtîkayên tecrîd û dijminantiya kurdan xwest xwe li ser piyan bigire. Di navenda hemû tiştan de birêz Ocalan heye. Tecrîda li ser Ocalan, di heman demê li ser gelê kurd û hêzên demokratîke. Dîsa pirsgirêka kurd bi tecrîdkirina Îmraliyê dest pê kir. Kurd û rêberê wan weke hedef hatin nîşandan û şer hîn zêdetir hat kûr kirin. Ji bo ku ev pêvajo bi dawî bibe divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Divê rexnedayîn ji bo kurdan bê dayîn û mafên wan bê naskirin.”

‘Dê paşve gav bavêjin’

Sarisaç da zanîn ku çalakiya wan a greva birçîbûnê teqez dê encam bigire û wiha pê de çû: “Da salên 1982 û 2012’an de, çawan ku gav paşve avêtin, dê îro jî paşve gavê bavêjin. Dê bi hêza rêxistinkirî ya gelê kurd gavê paşve bavêjin. Ji xwe tu rêyên din ê AKP’ê tuneye. AKP bi şer xwe li ser piyan digire. Lê hêza me ya civakî heye û gelê me yê qedîm ê bi hezaran sale li ser vê axê dijîn, heye. Di dawiya dawî de, dê pêwîstiyên hiqûqî bi cih bînin.”

‘Hêza gelê kurd a faşîzmê têk bibe heye’

Sarısaç, di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Grevên birçîbûnê yên Leyla Guven û girtiyan asta krîtîkbûnê derbas kirin.  Ji ber vê divê hemû gelê kurd û hêzên demokratîk, têkoşîna xwe mezintir bikin. Me di hilbijartinê de jî dît, hêza gelê kurd a faşîzmê têk bibe heye. Berî ku agahiyek nexweş ji girtîgehan bê, divê gelê me vê hêza xwe cardin dane holê. Ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan divê hemû kes têbikoşin.” AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar