Parlamenter Mûrat Sarisaç diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê di çarçoveya konsepta şerê topyekûn de dixwazin hemû destkeftiyên gelê kurd tune bikin. Sarisaç da zanîn ku hemû êrîşên hikûmeta AKP-MHP’ê bi têkoşîna gelê kurd vala derketine. Sarisaç got ku ji bo pêşîlêgirtina darbeya AKP’ê avakirina eniya neteweyî ya gelê kurd girîng e
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Mûrat Sarisaç têkildarî tayînkirina qeyûman axivî. Sarisaç diyar kir ku rayedarên AKP’ê piştî hilbijartina 31’ê adarê gef li şaredariyên wan dixwarin û wiha domand: “Ji ber ku tifaqa AKP-MHP’ê li dijî gelê kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin, ji her alî ve êrîşî gelê kurd û siyaseta wê dike. Ji bo vê yekê jî qeyûm tayîn kirin û weke sala 2016’an qanûnên xwe binpêkirin. Piştî betalkirina hilbijartina Stenbolê, hemû cîhanê dît ku polîtîkayên şer bi ser nakeve. Kurdan hemû êrîşên rejîma AKP-MHP’ê bi berxwedana xwe vala derxistin. Gelên Tirkiyeyê di 23’yê hezîranê de AKP-MHP hişyar kir û dersa demokrasiyê da.”
Di berdewamê de jî Sarisaç tayînkirina qeyûman weke bêçarebûna AKP-MHP’ê binav kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tayînkirina qeyûman darbe ye. Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê, divê li Kurdistanê tifaqa neteweyî bê pêşxistin û bi gelên Tirkiyeyê re eniyeke berfireh a demokrasiyê bê avakirin. AKP’ê li dijî kurdan şer îlan kiriye. Gava yekê jî di civîna MGK’ê ya di 30’ê cotmeha 2014’an de hate avêtin. AKP 17 sal berê bi îdiaya çareserkirina pirsgirêka kurd bû îktîdar. Lê piştî ku rûyê wê yê rast xuya bû, AKP dirûxe. AKP bêçare ye. Ji ber vê jî êrîşî destkeftiyên gelê kurd dike. Tirkiye niha di nava aloziyeke mezin de ye. AKP’ê Tirkiye veguherandiye girtîgeheke vekirî.”
‘Dewlet neçare hebûna kurdan qebûl bike’
Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt parve kirin: “Dewlet neçare ku hebûna gelê kurd qebûl bike. Gelê kurd her tim têkoşîna pêkvejiyaneke di nava heq û edaletê de da. Me xwest ku li gorî hiqûq û nirxên demokrasiyê tevbigerin. Ez tundiya polîsan a li dijî çalakvanan jî şermezar dikim. Her kesên alîgirê mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê divê li dijî vê tundiyê û yên ku fermana vê tundiyê didin çalakiyan bikin û li dijî desteserkirina şaredariyan têbikoşin. Em ji desthilatdariya AKP-MHP re dibêjin ku li her santîma şaredariyên me ku hûn pêşkêşî alîgirê xwe dikin, keda bi milyonan mirovên me heye. Tu êrîşa li dijî bi milyonan mirovî bi sernakeve. Ev kîn, nefret, zilma ku hûn li hilbijêrên HDP’ê, li gelê kurd û hêzên demokrasiyê dikin dê bike ku hûn zûtir xelas bibin. Teqez em ê bi serbikevin û em ê şaredariyên xwe ji talankaran re nehêlin.” WAN