Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sarisaç: Tecrîdkirina Ocalan dewama qirkirina gelê kurd e

Parlamenter Mûrat Sarisaç ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ye, da zanîn ku greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Guven hatiye destpêkirin, rêbazekî pîroz e. Sarisaç diyar ki ku li dijî zilmê her tim girtîgehan pêşengî ji şoreşê re kiriye

Çalakiyên grevên birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven hatine destpêkirin, didomin. Yek ji çalakvanên di greva birçîbûnê de jî parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç. Sarisaç, di 8’ê adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Têkildarî çalakiyê Sarisaç ji ANF’ê bi Denîz Îke re axivî.

Mûrat Sarisaç diyar kir ku çalakiya ku bi Leyla Guven re 141 roj berê hatiye destpêkirin, li hemû girtîgehan belav bûye. Sarisaç got ku zêdetirî 5 hezar kes di greva birçîbûnê de ne û wiha domand: “Çalakî ne tenê li zindanên Tirkiye û Kurdistanê, li çar aliyên dinyayê belav bûye. Hem li çar parçeyên Kurdistanê, hem jî li bajarên Ewropayê û gelek welatan grevên birçîbûnê didomin. Grevên birçîbûnê ne tenê ji bo şexsekî ye. Em ji destpêkê ve dibêjin; tecrîdkirina birêz Ocalan, dewama qirkirina gelê kurd e. Ji ber vê yekê jî greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, rêbazekî pîroz ê têkoşînê ye.”

‘Amûra tundiyê dê li dijî temamiya civakê bikar bînin’

Di berdewamê de jî Sarisaç daxuyand ku pirsgirêkên li welat hemû têkiliya xwe bi neçareserkirina pirsgirêka kurd ve heye û wiha pê de çû: “Hikûmet niha pirsgirêka kurd dike hincet û tundiyê weke amûrekî bi kar tîne. Amûra tundiyê dê ne tenê li dijî kurdan be, dê li dijî her beşên civakê bê bikaranîn. Zindanan her tim pêşengî ji şoreşê re kirine. Îro jî pêşengiyê ji serhildana li dijî zilmê re dikin.”

‘Herî kêm 6 hezar rêveberên HDP’î girtî ne’

Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku mirov bala xwe dide ser 3 salên dawî yên li girtîgehan, dê bê dîtin ku bi mirovên mafên wan hatine desteserkirin re hatine dagirtin. Niha herî kêm 5-6 hezar rêveberên HDP’î girtî ne. Em qala serdemên berê nakin, qala vê dema dawiyê dikin. Piraniya van hevrêyên me ji ber ku zilma niha li derve tê kirin qebûl nekirin hatine girtin. Hevalên me yên herî zane, herî rêxistinbûyî niha girtî ne û hemû jî di çalakiyê de ne, serî hildane.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar