Ji sala 2011’an ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kiribû heta niha cara ewil e ku di navbera Enqere û Şamê di asta wezîran de hevdîtin tên kirin. Di hevdîtina 28’ê kanûnê de Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas û Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu amade bûn. Hat ragihandin ku di civînê de geşedanên li Sûriyeyê, penaber û “têkoşîna hevpar” hatine nîqaşkirin. Nivîskar Veysî Sarisozen têkildarî hevdîtina di navbera Sûriye-Tirkiyeyê de axivî.
Veysî Sarisozen diyar kir ku Tirkiye ev demekî dirêje plana dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got: “Êrişên li dijî Zap û Avaşînê jî têkiliya xwe bi vê mijarê re heye. Piştî ku nekarîn encama dixwestin li Zap û Avaşînê bi dest bixin, dîsa berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tirkiye hewl dide bi êrişên xwe herêmê ji mirovan xalî bike. Dewleta tirk cisaret nake ku êrîşî hêzên şoreşger ên Rojava bike lewma jî hewl dide şert û mercên jiyanê yên xelkê sivîl kontrol bike. Ev yek nîşan dide ku armanca wan ne tunekirina YPG û YPJ’ê lê armanca wê ew e ku kurdan û xelkên din ên li herêmê neçarî koçberiyê bike. Navê vê yekê jî qirkirin e. Dewleta tirk niha sûcê qirkirinê dike.”
Hevdîtina Tirkiye-Sûriyeyê
Sarisozen, got ku Tirkiye li hêlekê êrîşên xwe didomîne û li hêla din jî bi kesê jê re digot “Kujer Esed” re hevdîtinan dike û wiha domand: “Weke ku hin kes qala wê dikin di van hevdîtinan de tu serkeftinên dîplomatîk nînin. Em dibînin ku di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de dewleta tirk li Rojhilata Navîn têk çûye. Dewleta tirk negihişt tu hedefên xwe û hemû destkeftiyên xwe winda kirin. Bazarên pir mezin ên aborî ji destê wê derketin û kete nava krîzeke aborî ya mezin. Di vî şerî de tenê Komara Tirkiyeyê têk çû.”
‘Tirkiyeyê paşvegav avêt’
Bi domdarî Sarisozen anî ziman ku Erdogan ji ber “neçariya” xwe bi rejîma Sûriyeyê re hevdîtin kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem dewleta tirk û hem jî rejîm li hemberî kesên ku nekarîn têk bibin serî tewandin. Yên ku hesaba têkbirina Şoreşa Rojava dikirin têk çûn. Ji ber neçariya xwe dest bi hevdîtinan kirin. Tirkiyeyê xaka Sûriyeyê dagir kir. Niha jî paşvegavê diavêjin. Dê demekî piştre neçar bimînin ku ji xaka ku dagir kiriye xwe vekişîne. Ango li hemberî kesên bi ser ketin serî tewand. Rûsyayê Erdogan neçar kir ku bi rejîma Esad re li hev bike. Di halê hazir de li holê serkeftinek nîne. Dewleteke ku têk çûyî niha têkçûna xwe dişopîne û li hemberî yên biserketin xwe ditewîne.”
‘Dê Rojava bi ser keve’
Di berdewamê de Sarisozen bal kişand ser êrîşeke bejahî ya îxtîmal a dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev nirxandin kir: “Heke hêzên kûrewî yên Amerîka û Rûsyayê qada hewayî ji dewleta tirk re venekiin, dê dewleta tirk di dîroka xwe de mezintirîn têkçûna xwe bijî. Gelê kurd xaka xwe diparêzere û hewl dide pêşeroja xwe ava bike. Dewleta tirk jî bi hemû hêza xwe hewl dide gelê wê tune bike. Di şerekî wiha neheq de bêguman dê aliyê mafdar bi ser keve. Dîrok bi vî awayî dinivîse. Dibe ku gelê Rojava bedelên mezin bide lê serkeftin teqez dê bibe para gelê Rojava.”
Hevdîtina Talabanî-Ebdî
Nivîskar Veysî Sarisozen piştre jî qala hevdîtina di navbera serokê YNK’ê Bafil Talabanî û fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî kir û ev tişt anî ziman: “Hevdîtina behsa xeberê têkildarî pevçûnên li herêmên Zap û Avaşînê hat kirin. Serkeftina li Zapê, Talabanî neçar kir ku biçe Rojava. Heke sibe artêşa tirk li Başûr bi tevahî were derxistin dê Barzanî jî neçar bimîne ku li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd serî bitewîne.”
‘Êdî dawiya lîstika qirêjî ya Tirkiyeyê hatiye’
Sarisozen axaftina xwe wiha qedand: “Piştî hevdîtinan, dewriyeyên Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û HSD’ê jî dîsa dest pê kirin. Erdogan bi şev û roj dibêje; ‘te dît em di şevekê de ji nişkan ve hatin.’ Lê belê ev gotin di qada dîplomasî û şer de gefên mezin in. Lê divê em ji ber van geşedanan nebêjin ku encamek hatiye bidestxistin. Ji ber ku pêvajoyeke dirêj e. Bêguman Koalîsyona navneteweyî li dijî êrîşeke dewleta tirk a li dijî Rojava derdikeve. Tê gotin ku Rûsya jî heman gazincan dike. Çendek dem berê berdevkê Çînê yê li Neteweyên Yekbûyî jî xebatên leşkerî yên dewleta tirk ên li Rojava rexne kir. Ev yek nîşan dide ku dewleta tirk gelek tengav bûye. Em dibînin ku êdî dawiya lîstika wê ya di navbera hêzên kûrewî de hatiye. Ji ber ku êdî nikare ji yekî piştgiriyê û ya din jî bigire hemberî xwe. Neçar dimînin ku li dijî vê lîstika qirêjî ya dewleta tirk derkevin. Neçarin ku li 60 milyon kurdên li Kurdistanê dijîn guhdar bin. Ev gel di dilê Rojhilata Navîn de dijî û lîstikên li dijî vî gelî bi kêrî berjewendiyên wan dewletan jî nayê.”