Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Şaristaniya li peravên Dîcle-Firat helatî

Şaxên bingeh yên zanista civakî, weke arkeolojî, etnolojî û teolojî, bi lêkolînên berfireh yên di sedsala borî de kirin, gihaye vê encamê ku civaka yekem a bi dewlet, xwediyê dîroka nivîskî û şaristaniyê, Sumerî ne. Dema em bînin ber çavan ku demeke dirêj, dîrok weke saziyên civaka bi dewlet hatiye girtin, ev pêşveçûn dibe pêşveçûna dîrokê ya herî mezin. Bidewletbûn, bi aliyên wê yên erênî û eyînî, di dîroka mirovahiyê de, tê wateya gav avêtineke mezin. Dewlet mîna amûrekî civakî û aziyeke berfireh, hebûna xwe di roja me de jî, bi xetên sereke didomîne. Dewlet şêweyên serdestiyê ne ku liser hilberîna keda mirovan ya ku tê guhertin hatine damezrandin. Jibo vê yekê, bi naskirina Sumeran emê xwe û roja xwe nas bikin. Heger Sumerî ne hatibûna keşifkirin, bi jibîrkirina vê çavkaniya şaristaniyê ya herî kevin û sereke, me yê xwe jî ji bîr bikira û me yê bi awayekî rast dest bi dîrokê ne kiriba. Ji ber vê yekê Sumerî do ya me ne û mîna do gelekî nêzîkî me ne. Herwiha Sumer çawa çêbû û di nav xwe de kîjan saziyên bingeh vedihewîne? Bersiva van pirsên dîrokî jî, çiqa ku diçe, lêkolînên dîrokî, bi şêweyek nêzîkî rastî didin.

Bêşik, pêşveçûnên di heyina civakî yên berî dewletbûnê de, jibo civaka bi dewlet merca pêşîn e. Sepînkirina (tetbîqkirin) teoriya peresanê (teoriya tekamulê) ya li mirovnasiyê (antropolojî) dide çespandin (îspatkirin) ku prîmatên hoveber -kalikên mirovan yên pêşî ku mîna meymûnan- beriya 60 mîlyon sal çêbûne û beriya 20 mîlyon sal jî, di encama mercên avhewayî (siriştî) de, li rojhilatê Afrîka cûreyek (çeşîdek) bi amûrên hoveber liser du lingan pêşveçûn pêk aniye. Ev jî hatiye çespandin ku beriya 3 mîlyon sal, piştî hilweşîna rojhilatê Afrîka, Derya Sor û Derya Spî, li derdor belav bûne. Ji mîlyonek sal û virde, li rojhilatê Derya Spî û li qewîniya Toros-Zagros -bi gotina dîrokzanan Hîvika Zêr- çiqas ku diçe siftbûneke (tîrbûn) zêde tê dîtin. Di vê de, kêrhatîbûna çanda avhewa, rîwek (nebat) û ajalan (heywan) rola bingeh dilîze. Nefsên (nufûs) ku li vî parçeyê erdînîgariyê zêde dibin, li çar aliyên cîhanê belav dibin. Di koka mirovên Asya û Ewrûpayî yên îro de, ev heyîn di warê genetîkê de jî dikare were çespandin. Hîvika Zêr, bi giranî li navbera Dîcle û Ferad, bi navê din ya dîrokî Mezopotamya, di warê pêkhatina civaka komunî ya hoveber de jî, xwedî roleke sereke ye. Ji holê rabûna serdema qeşayî ya beriya 20 000 salan, veguherîna avhewa ya sar û mehteşî bi ya hênkayî û şiliyê, di navbera salên 15 000 û 12 000an de, rê li ber pêşveçûna civaka mezolîtîk vekiriye. Li herêmê birhanên (delîl) civaka mezolîtîk gelek in. Di pêşveçûna civakî ku ji nêzîk ve bi avhewayê ve girêdayî ye de, Beriya dor 10 000 salan, mehteşiyeke ku ji nişkê ve derketibû holê, li şûna pêşveçûnên ku tenê danehev û nêçîrvanî bû, serdema Neolîtîk -serdema kevirên sîqalkirî (cîlakirî)- derande holê. Heta weke niha, bermayî yên civaka neolîtîk yên herî kevin, li jora Dîcle û Ferad tên dîtin. Serdema Neolîtîk, bi pêkanîna çandinî û kedîkirina ajalan, mîna şoreşeke gundiyan bû. Li Amedê, Erxenê -Çemê Kote Ber, Batman -Çemê Xalan, Riha Siwêrek -Newala Çorê, kolanên hatine kirin, niştecîhbûna tevdeyî ya li vê herêmê dibe BZ (Berî Zayinê) heta bi salên 10 000an. Di bin gelek kaşên ji axê ku di navbera Dîcle û Ferad de bilind dibin, gond ên herî pêşî yên şoreşa neolîtîk dimînin. Ev gond weke tê zanîn bi kurdî ye. Di zimanê Lûwiyan de ku ev gel ê Anatolya yê herî kevn e, -ev jî dikevine koma zimanê Arî- tê wateya ‘Welatê cîhên bilind’ pişt re, Gondwana werdigere Kurdîan, di serdema navîn de di devoka Selçûkiyên ëranê de, dibe Kurdistan. Liser vê mijarê hûn dikarin bi berfirahî, di beşa dîroka Kurdistan de lêbikolin. Birastî jî ev kaşên ji axê ku îro jî li ber çavane, didin diyarkirin ku şoreşa neolîtîk li van dera, bi kûrahî û berfirehî hatiye jiyandin. Heta weke îro, li ti derên cîhanê kevnariyeke wiha ne hatiye dîtin.

Ev yek weke nêrîneke zanistî bi piranî hatiye pejirandin ku civaka neolîtîk jî, mîna civaka mezolîtîk ji vê axê li çar aliyên cîhanê belav bûye. Ev belavbûna sereke ku serdema BZ ya herî girîng e, xwedî taybetiyeke wisa ye ku bi berfirehiya civakî jî, hemû mercên şaristanî derandine holê û bi xwe re anîne. Civaka neolîtîk BZ dinavbera 6000 û 4000an de, li nîvenda Dîcle û derdorên Ferad pêş ve çû ye, ev civaka ku di çanda Khalafbûnê re derbasbûyî, BZ di salên 6000an de gihaye Bakurê Afrîka -Misrê, Ferada Jêr, Kendava Basrayê û Nîvenda Anatolya -Çatalhoyuk ê, BZ nêzîkê 5000 an de, gihaye Kafkasya, Bakurê Derya Spî, Balkanan, Bakurêrojhilata ëranê, Hindistanê, Pencap û Peravên ëndûsê, BZ di salên 4000an de, gihaye Sînê û tevaya Ewrûpa yê, BZ di salên 3000an de jî, gihaye Parzemîna Amerîka yê. Nêrîna dîroka zanistî, belavbûna bi vî rengî di warê vedîtinan de, weke angaşteke (tez, îdîa) herî nêzîkî rastiyê dinirxîne. Çanda Tel Khalaf jibo şaristaniyê hemû amûrên pêdivî dahênandine (îcad kirine). Hemû amûrên ku şaristanî pêşve birin, weke kûzik (dîzik), bivir, halet, ristina hiriyê, rêçandin (çêkirina qumêş), hêrtina liban, qesirbendiya (Avahîsazî) gundan a tomerî (bitevayî), tekelek, ji kevirê şîn çêkirina amûrên nîv madenî, pejirandina stêrkan ya işaretan, îdeolojiya bîr û baweriya xwedawendî (îlahe) ûwd. Hilberînên mirovahiyê yên vê demê ne. Heger bi rola xwe ya dîrokî bên nirxandin, ev encex bi sedsalên 16-20an re werin raberkirin (muqayese). Cîhê vê çandê di dîrokê de ev e.

Li nêzîkî Kendava Basrayê, belavbûna Dîcle û Ferad ya li qadeke berfireh û bi lewe (aluvyon), bi hewldanên civakên ku nûnerên çanda Tel Khalaf, bereketeke hilberînê ku heta wê demê ne hatibû dîtin, derande holê. Di vî derbarê de, ji ber mehteşiya ku BZ di salên 4000 û 3000an de bi serê wan hatibû, coyên avdanê ku hatibûn çêkirin û çandiniya avî roleke mezin leyîstibû. Bi tevlîbûna gelek darên xurme û bi masiyan jî, di ramanên mirovan de têgihîneke bihiştê çêkir û şensekî destpêka demeke nû bi dest xist. Êdî dem ketibû dema ‘dîrok li Sumer dest pê dike’. Di salên BZ 3000an de, bi dahênandina nivîsa bizmarî, êdî dîroka nivîskî jî, dest pê dike.

Digel ku gelek terîfkirinên şaristaniyê hene, taybetiya cihêreng ev e ku ji mesrefê bêhtir hatina gelek, rê li ber keda mirovan ya hilberîna zêde vedike, dike mijara têkiliyên koledarî anku xwedaniyê (mulkiyetê). Şêweya ku Sumeran pêk aniye, damezrandina Zîggûrat ên rahîban yên ku him perestxane (îbadetxane) bûn, him cîhê karê pevrayî (kolektîf) bûn û him jî navenda rêvebiriya civakî bûn. Ev navendên ku nasnameya civakê bûn, xwe dianîne wateyeke pîroz ku xwe mîna nûnerê sazûmana (nîzam) ezmên yên li erdê didîtin, di pêvajoya dîroka şaristaniyê ya vê dawiyê de, dibine pêşenimûneyê (prototîp) perestxaneyên mezin, komele yan (meclis), kargehan, baregehên leşkerî û navendên çand û perwerdeyê, Zîggûrat di sazîbûna dewletê de cîhderka sereke ye.

Dahênana ku dibêjin dewlet anku Zîggûrat, bi rahîbên ku îdeologên wê demê bûn, rê li ber berhemdariyeke mezin vedikin, hê di serê wê de wan pîrozwer berdidin û mîna nûnerên sazûmana ezmên yên liser rûyê erdê, di ramanê mirovan de serdest dikin û dibin cîhderkên desthilatî yên pêşveçûyî.

Ev ji aliyekî ve weke amûrekî hilberînê, keda koleyan ku dayineke gelekî zêde dianî û gelek mirovên ku li derveyî hilberînê mabûn, derfeta xweşî û dema vala bi dest dixistin ku di warê olî, huner û karên rêvebiriyê de bixebitin, ji aliyê din ve weke navendeke rêveberiyê ya manewî teolojiya Sumer ku sazûmana xwedayan damezrand, desthilatdariyeke mezin liser mêjî, raman û heyinên giyanî dike. Pêşveçûna daringî (madî) û ya manewî hev û din beramber xweyî kirine, xwedaniya pîroz, sazîbûna olî û malbatê weke bingeha malbatê ji nû ve şêwe digire, civaka ku xwîn û nijada wan yek, êdî bi binyateke bi çîn bi tebeqe û bi saziyên nû tê temsîlkirin.

Birastî jî, dewlet dahênaneke sumeriyan e. Pêşevanên vê pêvajoyê, di serî de li qasî ku îdeolog bûn, ji kesên wisa pêk dihatin ku weke rêvebirên rola wan di warê bi rêkûpêk kirina pratîka hilberînê de jî be. ædî ji rahîbiyê derbasbûna qeralên rahîb nêzîk bû. Zemîna daringî û manewî bi awayekî tekûz  pêşveçûbû. Ligor nivîsarên (metnên) di dest de, mîtolojiya sumeriyan were lêkolîn, emê bi awayekî zanistî têbigihîjin bê çima sumeriyan çi tişta ku kirine, gotine ev sazûmana xwedê ye. Lê mirovên wê demê ji bedêla ku zanibin ev sazûmaneke mirovan ne, wisa baweriya xwe dianîn ku ev sazûmana xwedayî ya liser rûyê erdê ye û ji sazûmana asîmanî ya rahîban pêk tê. Şêweya bingehîn ya ramanê ne bi zanînê bi baweriyê ve girêdayî bû. Hemû tişt sazûmana xwedayan bû. Ji dil û bêşik baweriya xwe bi vê dianîn.

Ti îdeolojiyan weke mîtolojiya sumeriyan, bandora xwe ewqasî liser mirovan ne kiriye. Mirov şaş dimîne bê sumeriyan çawa ev mîtolojî derandine û kirine teolojî, wekî din çawa weke dewletekî û îdeolojiyekê birêkûpêk kirine, pişt re çawa kirine çavkaniya tevgerên olî, felsefî û zanistî û çawa di warê wêje û huner de jî bi şêweyek saf û hoveber wate dayinê. Dive mirov şaş nemîne ku sumerolojî, bûye beşa dîrokê ya herî girîng û her ku diçe vê girîngiya xwe bêhtir pêş dixe. Cîhderk gelekî girîng e. Heger ku ev cîhderk neyê dahûrandin (tehlîlkirin) dîrok hemû yên bi kêmasî bimînin û şaş bêne nivîsandin. Ji ber vê yekê Sumer pir girîng e lê mixabin ev girîngî niha tê fêhmkirin û encamên bibandor derdikevine holê.

Di warê pêşveçûnên dîrokî de, em dikarin rola sumeriyan bi xalên sereke wiha bi rêzînin:

1- Dahênana nivîsê

2- Matematîk û salname

3- Mîtolojî û teolojiya berfireh ya seretayî

4- Saziya dewletê û siyaset, çînîbûn.

5- Zagon (qanûn) û hiqûqa nivîskî

6- Bajarvanî (şaresazî), perestgeh, huner, navendîbûna bazirganiyê

7- Xwedanî (mulkiyet) ya taybetî û ya pevrayî

8- Malbata pîroz û xanedanî

9- Wêjeya nivîskî û destanan, muzîk

10- Mêhtingehbûna (kolonîbûn) seretayî û emperyalîzm

Em dikarin gelek têgîn, sazî û sazûmanan tevlî van xalan bikin. Lêbelê ev çend xalên han jî, nîşan didin ku qurmê şaristaniyê yê sereke û cîhderka wê di vê bingehê de pêkhatiye. Yên ku vê dawiyê lê hatine zêdekirin, bisînor û di babetê çendayinî de ne, beşên bikitekit û çalakiyên pêşvebirinê ne. Gotineke sumeriyan ku bikartînin û jê gelekî hez dikin heye. Dibêjinê “me” yanê zagon, dikarin bibêjin taybêtiyên şaristaniyê jî. Sumerî di ferqa dahênanên ku pêkanîne de ne, “me” yên pîroz bi zagon tên binavkirin û têgînbûnkirin. Heta niha 104 heb ji van hatine hijmartin. Xuya dike ku ev hijmar hê jî yê zêde bibe. 99 navên xwedê ji van têgînên sumeriyan tên.

Di behsa sumeriyan de mijareke din ya sereke ku em bînin zimên, pozberiya îfadeya mîtolojîk ya di navbera sazûmana daykanî (maderşahî) û bavkanî (Pederşahî) de derbas dibe ye. Demên berî “Nînhûrsag” ya ku em dikarin bi navê keybanû ya çiya bi nav bikin, xwedawenda sazûmana herêmên bakur û rojhilat ên çiyayî -bi stêrkê tê temsîlkirin- bû, ev xwedawenda bi “Stêrk” ku navekî kurdî ye tê bi nav kirin, di sazûmana dewleta Sumer ya desthilatiya mêran de dikeve plana duyemîn, herwiha bi koledariyê re jin jî hêza xwe winda dikin û di vê qadê de pozberiyeke mezin dest pêdike. Lêbelê di dewleta Sumer de, hê jinê hemû tiştê xwe winda ne kiriye û hurmeteke mezin dibîne, di sazûmana xwedayan de, nîvî nîvî cîh digire. Nînhursag bi xwedayê mêr “Enkî” yê xasûk û zana re dikeve nava pozberiyeke mezin û bi piranî ev pozberîtî bi lihevhatinê diqede. Vê dawiyê dema ku di bin navê “ënnana” de derdikeve pêşberî me, weke xwedayeke afirînêra neolîtîkê “me”

yên xwe yanê dahênanên xwe ji Enkî werdigire û dema ji bajarê Enkî Erîdû vedigere bajarê órûk, 9 xwedî serkeftineke mezin e. Di heman demê de, di mîtolojiya Sumer de jiberku bûye mijara baweriya misoger (quteber), olî bû ye. Hemû lihevdan û pozberiyên ku tên meşandin, diyar e ku liser  ewletbûna Sumer, têkoşîna çînî û şerê bajaran yên xanedanî ne. Mirov qet bi hev re pozberîtiyê nakin. Di sazûmana xwedayan de, ev yek nayê ramandin. Lewre benî (evd) encex bibin sî. Yên xwedî viyan (îrade) tenê xweda ne. Liser navê mirovan encex ew lihevdanê bikin û lihev werin. Ev desthilatiyeke bîrdoziyî ya herî balkêş e, binyatê têgîn û saziyên dewletê yên ku sazûmana olî, hiqûqî û siyasî bi navendîbûna xwe temsîl dike de digire. Her çiqas ku vê desthilatiyê hebûna xwe veguherandibe jî, hê jî bi awakî balkêş dide meşandin.

Nûçeyên Têkildar