Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Saziyên civakî li Nisêbînê lêkolînê dikin

Şandeya ji ÎHD, TÎHV, SES, MTO û Baroya Amedê pêk tê, çû navçeya Nisêbin a ku dikeve ser sînorê şer û lêkolîn li wê derê kirin. Hevserokê ÎHD’ê yê Giştî Ozturk Turkdogan, bang kir ku ev şer demildest raweste

Piştî operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî şer û pevçûn qewimîn. Şandeyeke ji rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), Sendîkaya Ked û Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), Odeya Bijîşkên Mêrdînê (MTO) û Baroya Amedê pêk hat, çû serdana navçeya Nisêbînê.

Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Ebrû Gunay û Pero Dundar ên ji şandeyê cuda xwestin bikevin navçeyê, bi hinceta “Ewlekariyê” destûr ji wan nehat dayîn.

Şandeya ku Şaredariya Nisêbînê ziyaret kir, li vê derê darbarê bûyerên li navçeyê rû dan de agahî ji hevşaredaran girtin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Me hişyariya ku ev şer wê bibe sedema êşên mezin, berê kiribû. Ev mudaxileya Tirkiyeyê ya li dijî Bakurê Suriyeyê şere. Em weke mirovên di aştiyê de bi israrin, li dijî vê derketin û em ê vê dij derketina xwe dewam bikin. Şer dibe sedema mirina mirovan. Li Nisêbînê jî ev yek hat jiyîn. Gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Bi taybetî em dixwazin balê bikişînin ser mirinên sîvîlan. Divê  demildest ev şer bê rawestandin.”

Seroka TIHV’ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî axivî û wiha got: “Tirkiye berî her tiştî divê ewlekariya hemwelatiyên xwe bigire û wan biparêze. Lê me dît ku rewşeke wisan qet çênebûye. Em rêxistinên TÎHV, ÎHD û tenduristiyê amadene ku tişta ji destê me were bikin.”

Seroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden jî anî ziman ku têkoşîna hebûnê di parastina aştiyê re derbas dibe û wiha bilêv kir: “Li cihekê ku aştî lê tune be, li wir tenduristî jî tuneye. Em kedkarên tenduristiyê baş dizanîn ku şer tê çi wateyê. Divê me li dijî şer, behsa aştiyê bikin.”

Li cihê bûyerê lêkolîn kirin

Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergiz û Ferhat Kût, derbarê bûyerên li navçeyê hatin jiyîn de agahî dan şandeyê. Şandeyê piştî hevdîtinê, çûn serdana malbatên kesên di teqînê de jiyana xwe jiyana xwe ji dest dan û malbatên birîndar ziyaret kirin. Şandeyê dûre cihê bûyerê lêkolîn kirin.

Hat diyar kirin ku şande dê lêkolînên xwe bike rapor û di rojên pêş de ji raya giştî re aşkere bike. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar