Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Saziyên civakî yên Amedê: Divê tecrîd tavilê bê rakirin

Rêxistinên civakî yên li Amedê diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan divê tavilê bê rakirin û hişyarî dan ku ger bersiv ji daxwazan re neyê dayîn dê desthilatdariya siyasî ji encamên giran berpirsyar be

Baroya Amedê, Odeya Tabîban (DTO), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Şaxên Amedê, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAYDER) têkildarî greva birçîbûnê ya ku 74 roj in dewam dike civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Hevseroka Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Gîzem Mîran bi navê beşdaran axivî û diyar kir ku greva birçîbûnê li 107 girtîgehan belav bûye.

Mîran ragihand ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî pîvanên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî ye, li dijî pêşniyarên CPT ye.

Mîran ji wezareta edaletê xwest ku tavilê dawî li vê kiryara neqanûnî bîne û ji bo tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê bang li rayedaran kir ku mafê jiyanê biparêzin.

Her wiha Mîran bi bîr xist ku çalakgerên greva birçîbûnê rakirina tecrîdê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ger ev daxwaz bi cih neyê dê berpirsyarî ya desthilatdariya siyasî be.” AMED 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar