PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

Cuma - 29 Kasım 2024

Saziyên kurd Turk Telekomê şermezar kirin

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesta , Komeleya Lêkolînên Kurdî, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çand û Hunerê (Dîsa-Der), ji bo nêzîkbûna nûnertiya Turk Telekomê ya li hemberî kurdî û li ser daxuyaniya Turk Telekomê, daxuyan,yeke hevpar parvekirin.

Daxuyaniya saziyan wiha ya: “Weke saziyên ku ji bo zimanê kurdî xebatê dikin, me pêwîst dît ku em raya giştî ji wê helwesta dij-kurdî ya xebatkarek ji xebatkarên Turk Telekomê û piştre jî helwesta înkara ku Turk Telekomê wek saziyek li dijî zimanê kurdî di encama vê bûyerê de nîşan da, agahdar bikin.

Piştî avabûna netewe-dewletên ku li ser Kurdistanê desthilatdar in, polîtîkayên asîmîlasyonîst û tunekirinê li hemberî zimanên gelên di bin desthilatdariya van dewletan de tundtir dibin. Hê çend hefte berî niha li navçeya Sûra Amedê ji hêla jendermeyan ve xwendina mewlûda kurdî hatibû astengkirin. Di gel vê yekê, dewleta Îranê ji bo her saleke hînkirina zimanê kurdî salek cezaya zindanê û bi giştî 10 sal cezaya zindanê li mamosteyeke zimanê kurdî birî. Ev bûyer nîşan didin ku polîtîkayên astengkirin, qedexekirin û krîmînalîzekirina zimanê kurdî hîna berdewam in.

Her sazî û kesa ku xwestiye li dijî vê polîtîkaya asîmîlasyonîst derkeve, bi hincetên curbicur ên wekî ‘tehrîk û teşwîqkirina gel li hember dewletê’ hatine tepisandin û ceza li wan hatiye birîn. Her ev hinceta navborî çi tesaduf e ku di daxuyaniya Turk Telekomê de xwe nîşan da ku raya giştî wê wek saziyeke bazirganî dizane û ew bi xwe jî angaşt dike ku ‘bi dirêjahiya temenê xwe yê 180 salî tu cudahî nexistiye navbera dîn, ziman û nijadekê.’ Ger bi rastî jî ev angaşta vê saziyê rast be, çima Turk Telekomê di daxuyaniya xwe de qet navê kurdî hilnedaye û heta niha tu xizmeteke xwe bi zimanê kurdî çênekiriye ku 30 milyon kurd pê diaxivin li qada wê ya xizmetê?

Vê bûyerê careke din nîşanî raya giştî da ku helwesta înkarkirin û qedexekirina kurdî çi ji hêla saziyên bazirganî ve be çi ji hêla saziyên fermî yên dewletê ve be hîna jî li dar e. Em wek sazî vê helwesta kirêt şermezar dikin.

Bi vê boneyê em careke din gelê xwe û raya giştî ya Tirkiyeyê ji vê helwesta înkarkar û qedexekar agahdar dikin û daxwazê ji saziyên bazirganî û fermî û hwd. dikin ku xizmeta bi kurdî jî pêşkêş bikin û pir-zimaniyeke li gorî rastiya qada xebatên xwe bidin pêşiya xwe.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar