Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Saziyên maf û hiqûqê serî li CPT dan

Saziyên maf û hiqûqê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê serî li CPT’yê dan.

Nêzî sê sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê wergirtin. Rêxistinên maf û hiqûqê diyar kirin ku astengkirina hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re li dijî sozên Tirkiyeyê yên li qada navneteweyî ye û têkildarî mijarê serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan.

Serlêdan ji aliyê baroyên Amed, Êlih, Mêrdîn, Mûş, Şirnex, Riha û Wanê, Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfaza Ceza de, Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê û Weqfa Lêkolînên Hiqûqê ve hat kirin.

Di serlêdanê de wiha hat gotin: “Tê zanîn ku komîteya we ji sala 1999’an û vir ve 11 caran serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye. Komîteya we yekane saziya navneteweyî ye ku heta niha kariye li Girtîgeha Îmralilyê hevdîtinê bike, di heman demê de şahida herî nêz a rêveçûna nebaş a şert û mercên înfazê yên 24 salan e. Li gel vê yekê, ji ber ku têkildarî serdana xwe ya sala 2022’yan tu daxuyanî nedane raya giştî, tevî ku binpêkirinên di raporên we de hatin tespîtkirin nehatine çareserkirin jî tu prosedur li ser Tirkiyeyê nehatiye ferzkirin, em di wê baweriyê de ne ku ev yek hêzê dide dewleta tirk ku kiryarên xwe yên binpêkirina sozên navneteweyî dewam bike.

Ji ber ku kiryarên Tirkiyeyê yên li Girtîgeha Îmraliyê daîmî bûne, rewşa ‘încommunîcado’ her roj giran dibe, ji 5’ê tebaxa 2020’î dema aşkerekirina rapora xwe û vir ve di şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê de tu guhertin nehatiye kirin, ji tebaxa 2019’an û vir ve destûr ji serdana parêzeran re nayê dayin, ji axaftina bi telefonê ya 3 deqeyan a adara 2021’ê û vir ve bi tu awayî agahî ji Girtîgeha Îmraliyê nayê wergirtin, bi dîtina me divê prosedura Xala 10/2 a Peymana Ewropayê ya Têkildarî Pêşîgirtina li Kiryar an jî Cezayê Biçûkxistinê, yan jî nemirovî û îşkenceyê, bikeve meriyetê.

Ji ber vê yekê, di çarçoveya erk û berpirsyariya we de ku hûn ji peymanê werdigirin, ji we dixwazin;

1- Bi rengekî ‘lezgîn’ serdana Girtîgeha Îmraliyê bikin, tespît û raporên xwe bi raya giştî re parve bikin.

2- Parêzer karibin tavilê biçin serdanê, serdan dewam bikin û dawî li astengkirina hevdîtinan a bi biryarên dadgehê yên li dijî hiqûqê bê anîn.

3- Hevdîtina malbatê û wasiyan pêk bîne, dewam bike û dawî li astengkirina cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê bînin.

4- Li gel bicihanîna mafên serdanê yên ji bo girtiyan, her wiha mafê bikaranîna telefonê ya malbat û xizman bi rêk û pêk bi cih bînin.

5- Hemû astengiyên li pêşiya têkiliya girtiyan a bi derve û parêzeran re ya name, telgraf û faksê rakin.

6- Kiryarên nehiqûqî û astengkirina wergirtina rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bikin.

7- Komîteya we, rapora xwe ya têkildarî serdana dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê û tespîtên xwe ji raya giştî re eşkere bike.

8- Ji bo bidawîkirina îşkence, kiryarên nebaş û li dijî mirovahiyê û bidawîkirina rewşa încommunîcado, tedbîrên pêwîst werbigirin, prosedurên xala 10/2 a Peymanê pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar