Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê tê girtin û 38 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 10’ê cotmehê de di asta gerdûnî de p»ngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ destpê kir, bi piştgiriya kesayetên li cîhanê naskirî mezin û berfireh dibe. Beşdarên pêngavê li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan nerazîbûnê nîşan didin û di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bang li saziyên erkdar dikin ku bi erka xwe rabin.
Hîndekara Zanîngeha Reading a Îngilistanê, Alîkara Serokê Komeleya Parêzerên Sosyalîst Haldane ya Qraliyeta Yekbûyî û Dîrektora Saziya Civaka Sivîl Finance Watch Dr. Deepa Driver têkildarî tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan ji ANF’ê ra axivî.
Dr. Deepa Driver nerazîbûn nîşanî şert û mercên tecrîdê yên li dijî Abdullah Ocalan da û anî ziman ku yekane berpirsyarê tecrîda Îmraliyê dewleta tirk nîne, her wiha saziyên erkdar ên bêdeng dimînin jî berpirsyar in. Dr. Deepa Driver wiha got: “Şert û mercên ku birêz Ocalan tê de ne, ne tenê neserketiya Tirkiyeyê û rîskên mezin ên li ser gelên Tirkiyeyê nîşan dide; di heman demê de lawaziya welatên Konseya Ewropayê nîşan dide. Di mijara bicihanîna mafên mirovan de di kîjan astê de ne.
Dr. Deepa Driver anî ziman ku bi tecrîda li Îmraliyê re di heman demê de li pêş çavên cîhanê edalet tê tinekirin û got, “Tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan, ragirtina di incomunicadoyê, radixe pêş çavan ku nêzîkatiyên bi vî rengî li pêş çavan dikarin bêne kirin. Ev rewş ne tenê tê kirin, bêguman hewl didin Birêz Ocalan bi saxî veşêrin û hîn em nizanin bê li Îmraliyê ye, yan jî li devereke din e. Sê sal in danûstandin bi Birêz Ocalan re nehatiye kirin. Ev tecrîd di heman demê de tê wateya binaxkirina edaletê. Ji ber ku em dibêjin, em ê nehêlin ku ev yek bê serê vîzyonerekî mezin ku li girtîgehê jî gelek pirtûk nivîsî ye.”
Dr. Deepa Driver diyar kir ku tecrîd li Îmraliyê gihîştiye asteke bilind, lê tevî vê jî saziyên erkdar xwe li bêdengiyê datînin û wiha domand: “Tişta ku em niha pê re rû bi rû ne ew e ku em xwedî gelek saziyên navneteweyî ne ku wezîfeya xwe pêk nînin. Gelek gotinan dibêjin, lê belê dema ku tiştekî rasteqîn divê li hemberî vê rewşê bê kirin, kiryar nîne. Lewma em xwedî van saziyan nebin jî dibe. Em xwedî gelek organan e ku mîna ku girîngiyê didin edaletê nêzîk dibin, mîna ku girîngiyê didin mafên mirovan nêzîk dibin. Lê belê Birêz Ocalan sê sal in di bin rewşeke welê de ye ku têkilî bi temamî hatiye qutkirin. Em hemû bi vê rewşê zanin, Konseya Ewropayê zane, her kes di vê mijarê daxuyaniyê didin, mirov li televîzyonan diaxivin, lê di pratîkê de çi dikin? Ev siyasetmedar çi dikin û di hilbijartinên Ewropayê de em çima divê wan jinûve hilbijêrin?”