Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Perşembe - 3 Ekim 2024

Schmidt: Li ser Abdullah Ocalan tecrîdeke taybet heye

Hevsekreterê Giştî yê ELDH’ê Thomas Schmidt diyar kir ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tecrîda li Rêber Apo tê meşandin Tirkiyeyê şermezar bike û wiha got: “Ji 15’ê sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê tecrîdeke taybet û cihêkar di meriyetê de ye.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin û nêzî 4 sal in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Zêdetirî hezar û 500 parêzer û saziyên hiqûqê yên navneteweyî di 16’ê îlonê de ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan name ji Wezareta Dadê re şandin. Di nameyê de hat gotin ku astengkirina hevdîtinên bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin re derhiqûqî ye. Her wiha hat xwestin ku destûr were dayin da ku parêzer û malbat bikarin biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Yek ji kesên name şandî jî Hevsekreterê Giştî yê Yekitiya Parêzeran a Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê (ELDH) Thomas Schmidt bû. Schmidt, têkildarî tecrîdê axivî û got ku astengkirina hevdîtinan derhiqûqtî ye. Schmidt, anî ziman ku Abdullah Ocalan ji 15’ê sibata 1999’an heta niha di tecrîdê de ye û wiha got: “Ji 15’ê sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê tecrîdeke taybet û cihêkar di meriyetê de ye.”

Bi domdarî Schmidt destnîşan kir ku Tirkiye hiqûqa navxweyî û qanûnên erê kiriye binpê dike. Schmidt, diyar kir ku Tirkiye di heman demê de qedexeya îşkenceyê û mafê darizandina adilane yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê dike. Schmidt, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de biryar da ku ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. Sûc çiqas giran dibe bila bibe, bêparhiştina ji azadiyê ya bêyî ku şensê berdanê hebe, li dijî fikra rûmeta mirovahiyê ya PMME’yê ye. Mafê birêz Ocalan heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.”

Schmidt, got ku Tirkiye endama Konseya Ewropayê ye û wiha bi dawî kir: “Komîteya Wezîran a girêdayî Konseya Ewropayê, divê ji ber astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatan re, Tirkiyeyê şermezar bike. Ji bo destpêkirina karûbarên binpêkirinê, Tirkiye bi têrî xwe hincetan pêşkeş dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar