Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sê Barzaniyên ku ji bo hevdîtina li gel balyozê tirk ketin rêzê, 2 meh in bersiva KNK’ê nedane!

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Başûr Mesrur Barzanî ku ji bo hevdîtina bi Balyoza Tirkiyeyê yê Bexdayê Alî Riza Guney ketin rêzê, ev 2 meh in daxwaza KNK’ê ya ji bo hevdîtinê nebersivandine

Navenda Nûçeyan |

Ji 23’yê Nîsanê ve artêşa tirk a dagirker li dijî başûrê Kurdistanê, tevgereke dagirkeriyê ya nû daye destpêkirin û şereke dijwar li Metîna, Zap, Avaşînê rû dide. Hemwext tevgera artêşa tirk a ji aliyê Bakur ve ber bi Başûr, hêzên PDK’ê jî hêzên çekdarî sewqî herêmên di bin kontrola gerîla de dike.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi armanca têkoşîneke hevpar û yekgirtî ya kurdan li dijî dagirkeriyê pêş bixe û pêşî li hewldanên dewleta tirk a derxistina şer di nava kurdan de bigire, rêzehevdîtin li başûrê Kurdistanê li gel hêzên siyasî, kesayet, rewşenbîr, rêxistinên sivîl, pêkhateyên cûda re pêk anî. Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, 26’ê tîrmehê encama hevdîtinên du mehan aşkera kir û got ku bi piraniya partiyên başûrê Kurdistanê û aliyan re hevdîtin kirine, wan daxwaza hevdîtinê ji berpirsên PDK’ê jî kirine lê nêzî du meh in ne erênî ne jî neyînî bersiv nedane wan.

Lê balkêş e berpirsên PDK’ê û başûrê Kurdistanê ku 2 meh in bersiv nedane şandeya KNK’ê, bi balyozê nû yê Tirkiyeyê yê Bexdayê Alî Riza Gûney û konsolê Tirkiyeyê ya Hewlêrê Hakan Karaçay re cûda cûda rûniştin. Gûney û Karaçay di nava du rojan de bi 3 Barzaniyan re civiya.

Gûney û Karaçay 28’ê tîrmehê li gel Serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja paştir jî li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrur Barzanî re civiya.

AlÎ Riza Gûney 14’ê tîrmehê li Kerkûkê tev li merasîmeke Eniya Tirkmen a Iraqê bûbû û di merasîmê de bi dirûşmên “Kerkûk tirk e û dê tirk bimîne” hatibû pêşwazîkirin. Her di heman merasîma Eniya Tirkmen a Iraqê de Erşed Salihî di axaftina xwe de gef li kurdan û bi taybet jî penaberên Wargeha Mexmûrê xwaribû û wiha gotibû: “Hêzên me yên leşkerî hene, ger Iraq destwerdan neke, xwebexşên me zehf in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar