PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Sê jinên kurd ên siyasetmedar hatin bibîranîn

Her sê jinên kurd ên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir di salvegera  sêyemîn a qetilkirina xwe de li Silopiya ya Şirnex, Riha û Dêrsimê hatin bibîranîn

Di dema şerên xwerêveberiyan de li navçeya Şirnex Silopyayê di 4’ê Çileya 2016’an de endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û hevseroka Meclisa Gel a Silopyayê Pakîze Nayîr hatin qetilkirin û 3 sal bi ser qetilkirina wan re derbas bû. Li Silopyayê ji bo sê siyasetmedarên jin ên kurd merasîma bibîranînê hate lidarxisitn.

Merasîm li avahiya HDP’ê ya Silopyayê pêk hat û dayikên her sê jinên siyasetmedar, parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr, parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Şirnexê, rêveberên HDP û DBP’ê û gelek kes beşdarî merasîma bibîranê bûn.

Di merasîma ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir de parlamenter Mûazzez Orhan axivî û wiha got: “Beriya sê salan dîsa dewleta tirk êrîşî berxwedana gelê kurd kir. Li gelek bajaran ciwanên kurd hatin qetilkirin, li jêrzemînan hatin şewitandin û şehîd kirin. Sê jin, sê siyasetmedar di nav berxwedana gel de cih girtin, têkoşiyan û şehîd bûn. Em xemgînin lê serê me bilind e.”

Parlamenter Nûran Îmîr jî diyar kir ku her sê jinên kurd ji bo di nav têkoşîna civakî de bûn, hatine qetilkrin.

‘Heta gel û serok azad nebin’

Dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr jî axivî û ev tişt anî ziman: “Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şopdarê têkoşîna wan bin. Divê em bibin yek. Îro roj roja gelê kurd e. Heta ku hemû kurd û Serok azad nebin divê em li malên xwe rûnenin. Em berxwedana Leyla Guven jî silav dikin. Divê em li her çar parçeyên Kurdistanê rabin ser pêyan, piştgirî bidin û bibin dengê wan.”

Dayika Pakîze Nayîr Behiye Nayir jî da zanîn ku dê heta dawiyê li têkoşîna her sê jinan xwedî derkevin û şopdarê rêya wan bin.

Her wiha her sê jinên kurd ên siyasetmedar li Riha û Dêrsimê jî hatin bibîranîn. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar