Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Sê jinên siyasetmedar hatin bibîranîn

TJA’yê li Şirnexê Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir li ser goran wan ew bi bîr anîn. Dayika Demîr, Sakîne Demîr axivî û got ku ew soza keça xwe û hevrêyên wê pêk tîne û dê Kurdistan azad bibe

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Endama Meclisa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 4’ê Çileya 2016’an qedexeya derketina derve de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Dayikên her sê jinên siyasetmedar, parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn li ser gorên her sê jinan ên li Goristana Nalarû ya Şirnexê pêk hat.

Di bîranînê de dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî û destnîşan kir ku ew ê heta dawiya emrê xwe şopdarê têkoşîna wan bin û wiha got: “Sêvê min soza te pêk anî. Min got ez ê tu caran rêya te nîvî nehêlim. Bila çavê te nemîne. Ez li pey şopa te me. Em deyndarên we ne. Cihê we bihûşt e. Hezar caran rehmet li we be. Hûn bi şeref û namûs têkoşiyan. Bila bişewite mala xiyanetê. Serê me bi we bilind e. Li vê dinê nebe jî, li wê dinê hûnê bigihîjîn miraza xwe. Xwedê hez bike wê Kurdistan azad bibe.”

Serê xwe netewandin

Pişt re parlamenter Nûran Îmîr axivî û bal kişand ser têkoşîna her sê jinan û ev tişt anî ziman: “Weke tevgera jin a kurd em îro sê cangoriyên azadiyê bi bîr tînîn. Heval Sêvê, Pakîze û Fatma di oxira têkoşînê de ji me re sembol in. Sê gulên Kurdistanê li dijî sepanên ser mirovahiyê derketin û li dijî faşîzma ku îro li mirovahiyê tê ferzkirin biryardayîna xwe dabûn. Wan li dijî vê pergala dixwaze em serê xwe bitewînin û îrade û hebûna jinan tune dihesibîne serî rakirin. Bi têkoşîna xwe bawerî dan xeta azadiyê û ketin nava refên têkoşîna azadî û demokrasiyê. Di vê oxirê de di nav şert û mercên herî giran de her sê hevalên me li ber xwe dan. Li dijî hişmendiya zayendperest têkoşiyan. Ew bi dehan caran hatin girtin, binçav kirin û bi îşkenceyê re rûbirû man, lê tu carî serê xwe netewandin.”

Serkeftin a jinên azad e

Îmîr anî ziman ku dê heta dawiyê li pey têkoşîna jinên azad bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîna wan rêya me ronî dike. Yên ku bi ser bikevin em in. Yên ku tehemulî me û vîna me nake û li dijî daxwaza me ya azadiyê me dikujin dê winda bikin. Serkeftin a jinên azad e. Şehîd namirin.”

Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl danîn ser gorên her sê jinan. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar