Hêzên artêşa tirk di 14’ê nîsanê de li gundê Xirabê û mezraya Spênî ya Licê, gundê Çemê Elîka yê di navbera Hênê û Licê de û li gundê Şelê yê Hênê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin.
Di encama operasyonê de xizmê Ceylan Onkol a ku di sala 2009’an de bi hewana leşkeran hatibû qetilkirin, Ferhat Onkol û ji gundê Çemê Elîka jî Dîlber (48), keça wê Tuba (30) û kurê wê Harûn Oyunlu (18) hatibûn binçavkirin.
Duh bi şev îfadeyên welatiyan ên li Serdozgeriya Komarê ya Licê hatibûn wergirtin û bi daxwaza girtinê şandin Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Licê. Dadgehê her çar welatî jî bi îdiayên ‘Endamên rêxistinê ne’ û ‘Alîkarî daye rêxistinê’ girtin. AMED