Amara Harûn |
Bi çanda xwe ye dewlemend, bi civakîbûna xwe û bi şehîdên xwe yên leheng navçeya Amedê Bismil, di dîroka têkoşîna azadiyê de xwedî roleke girîng e. Bismil di dîroka mirovahiyê de yek ji wan şûnwaran e ku malovaniya ji niştecihbûnê re kiriye. Bi Dîcleyê re bûye hevalbend, li derdora xwe gelek gund, gundik û navçe dane avakirin. Bi erdnîgariya xwe ya bêhempa pênaseya ‘welatê nan’ e. Havîna wê ji serî heta dawiyê ji simbilên genim zer dike, bihara wê û payiza wê jî ji tovên jiyanê têr û tije şîn e. Bismil ne tenê têra şêniyên xwe, têra dinyayê heye. Lê mixabin destên dewleta dagirker qet ji ser vê axa pîroz ranabûye. Ji ber welatparêziya xwe ya kûr û dewlemendiya erdnîgariya xwe ji polîtîkayên şerê taybet re bûye hedefeke esasî. Gelek caran gundên Bismil hatine valakirin, şêniyên wê hatine koçberkirin. Zarokên li ber şîr ji dayikên xwe hatine qetandin, bavên egîd li ber çavên zarokên xwe hatine qetilkirin. Navçeyên Amedê yê herî zêde li kolan û gundên wî Toros û Renger geriyane yek jê jî Bismil e.
Ev Bismil a ku wekî bihuştekê ye, bi destê dagirkeriyê di gelek rojên reş û tarî re derbas bûye. Lê tu caran dest ji çanda xwe ya berxwedêr bernedaye. Bi keç û xortên xwe her dem li ser pêyan maye û wekî kelemekî ketiye çavê dijminê xwe.
Hêvîdar jî yek ji wan keçan e ku di nava rojên dojehî de weke mizginiya azadiyê ji dewa dayika xwe kil biye jiyanê. Keça dayika xwe Hêvîdar, di zirufên zext û zoriya dewleta dagirker de bê rawestan li ser gelê welatparêz yê Amedê berdewam dikir li navçeya Bismil çavên xwe li dinê vedike. Ji roja çêbûye şîrê dayika wê bi destên mijokdaran ve jê re hatiye herimandin, lê ew roj bi roj bi êşa ji sîngên dayika wê diniqutîn ve xwedî dibe. Her mezin dibe, Tevgera Azadiyê jî pê re mezin dibe. Sal salên serhildanên gel in. Tovên ku di sala 1978’an de li gundê Fîsê hatine çandin li çar aliyê welat şîn bûne. Gund bi gund, kolan bi kolan gelê kurd li ser lingan e. Welat ji xewa giran şiyar bûye, êdî tu kes wê nekaribe li pêşiya vê gelê bisekine.
Hêvidar jî di nav rastiyeke wisa de têşe digire, bi çand û exlakê welatparêzî xwe ava dike. Xeyala dayika wê ew bû ku Hêvîdar li ser axa Kurdistanê bi ziman, çand û dewlemendiya welatê xwe mezin bibe. Lê mixabin dewleta dagirker ev derfet neda, hîn Hêvîdar li ber şîrê dayika xwe bû, êrîşên dagirkerî destpê kirin. Mala ku wê çavê xwe lê vekiri bû, li ber çavên wê hat wêrankirin. Bi dehan caran bû şahidê serdegirtinê dewleta dagirker, di temenekî zarokatiyê de bi çavên xwe, şopên pêlavên leşker û polîsên dewleta dagirker li ser bedena dayika xwe dît. Ji ber zext û zordariya dewleta dagirker Kurdistan xalî dibû, Hêvîdar û malbata wê ya welatparêz jî berê xwe dan xeribiyê, çûn metropolên tirkan. Hêvîdar û dayika xwe bêriya welat dikirin, li bêhna welat digeriyan, lê bêhna welat jî ji wan re qedexe bû. Êdî wê bi vê dijminê ku jê re hinaseke welat qedexekiribû re nejiya ba. Wê li beranberî vê rastiya dijminê hov xwe bi çek û rext kiriba. Hêrsa dagirkeriyê di hemû şaneyên xwe de hîs dikir û bi kelecaneke mezin li hêviya teqandina fîşeka xwe ya destpêkê bû. Di van rojên ku wê berê xwe bidana çiyayan de birayê wê lez kir da ku tol û kîna xwe bi ser dijminê hov de birîjîne. Di vê rêvitiya bira de yê ku pê re hevrêtiya destpêkê kir jî xwişka wî Hêvîdar bû. Wê bi destê xwe birayê xwe bi çek û rext kir. Hêvîdar, hîn di wê temenê xwe de gihiştibû razaya jiyanê, azadî bê berdêl nabe.
Piştî rêvitiya çiyayan ya birayê xwe Berxwedan, Hêvîdar jî bû rêviyê heman rêyê û bû rêhevalê birayê xwe. Dema Hêvîdar gihaşt çiyayan kîn û hêrsa wê ya li beranberî dewleta dagirker hên zêdetir dibe. Berxwedan êdî bê mirinî dijiyan. Berxwedan êdî bi ked û xwîna xwe axa pîroz av dabû. Berxwedan êdî bi gotina dayika wê, stêrkekî li asîmanan bû. Hêvîdar jî êdî şopdarê Berxwedan bû, wê di her kêliyekî têkoşîna xwe de bîranîna Berxwedan bidana jiyîn. Birayên wan ên biçûk jî qet dereng nema ji çiyayan re û li pey xwîşk û birayê xwe da rê da ku çek û navê Berxwedan rabike. Ew êdî sê kes ji malbatekî li qadên têkoşînê bi hevre bûn. Bûn hevrêyên hev, bûn hevalên hev, bûn têkoşerên leheng ên azadiyê, bûn zarokên rojê.
Piştî tevlikirina sê zarokên xwe ji tevgera azadiyê re, dayika van qehreman jî li zindanan li beranberî polîtîkayên taybet yên dewleta tirk li ber xwe dida. Di nameya xwe de ev rewş wisa dida diyar kirin: “Vaye salek û nîv e, ez di hefsê de me. 11 sal ceza dan min. Herî dawî jî me ji hefsa Betmanê sirgunê Enqereyê kirin. Nêzîkî 3 hefteye em li vir in û li ber xwe didin. Heta dilopekî xwîna me jî hebe em ê li pey şehîdên xwe û doza xwe bin”
Hêvîdar keça vê dayika serhildêr bû, ev dayika dil pola her çiqas bi êş û elem nameyên xwe ji Hêvîdar re rê bike jî kêlîkî jî di rêya azadiyê de dudulî nedijiya. Ew wisa digot ji Hêvîdara xwe ya Delal re : “Daxwaziya min tu herî ser gora Şehîd Berxwedan û tu bi sê dengan gazî bikî û silavên min jê re bêjî. Silavên dayika wî jê re bêjî. Çiyayên ku Berxwedanê min li ser geriyan, ez jî li wir bûm. Dema hat ser kaniya cengê min got; Berxwedan ka birayê te?”
Hêvîdar keça dayika xwe, xwişka her du lehengên bi navê Berxwedan bû. Her bi vê berpirsiyartiyê tevdigeriya. Hêza xwe ji Berxwedanê digirt û di dora xwe de Hêvî dida ava kirin. Hêvîdar roj bi roj vîna xwe xurtir dikir û her dixwest berê xwe bide qadên dijwar ên têkoşînê. Di salên xwe yên tekoşînê de li Xinêrê, Xakurkê, Zapê, Heftanîn herî dawî jî li Şemzînanê şopên xwe hişt. Di her gavekî de xwe nêzî xeyala Kurdistana azad kir. Azadî destpêkê di ruh û mêjî de destpê dikir, Hêvîdar bû nîşaneya vê heqîqetê. Li tenburê dida, stranan digot. Ew ê her gotiba ‘jiyana PKK’ê bi xwe huner e’. Di jiyanê de bi coş û hevala hevalên xwe bû. Bi hunera xwe çavkaniya hêz û morala jiyanê bû. Di ziraviyên jiyanê de pir serwer bû, ji bo parastina nirxên rêxistinê qet tawiz nedida. Ew keça Amedê bû ku li ser kokên xwe şîn bû. Wan ji dojeha dagirkeriyê, pişaftin û bê rumetiyê bi serbilindî navê xwe di dîroka Kurdistanê de bi tîpên zêrîn dan nivîsandin. Hêvîdara çeleng û her du birayên xwe yên qehreman di dil û mejiyê hevalên xwe de dê tu caran neyên jibîrkirin. Nav û ala wan wê qet nekeve, di lutkeyên çiyayên azad de dê her bijîn.
Hêvîdar Amed (Zarîfe Soylû) 2’yê Cotmeha 2012’yan di dema êrîşa artêşa tirk a dagirker de ya li ser Şemzînanê tevî 4 hevalên xwe şehîd bû. Birayên wê Berxwedan Kaya (Alî Soylû) 8’ê Sibata 2004’an li Qendîlê, Berxwedan Amed (Saît Soylû) jî 11’ê Gulana 2009’an şehîd bûn.
BEHDÎNAN