Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Sebahat Tuncel: Dem dema destpêkirineke bi hêz e

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, ji girtîgehê peyam ji 5’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê re şand û got ku dem dema destpêkirineke bi hêz û nû ye. Her wiha hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan jî tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û diyar kir ku birêz Ocalan ji sala 1993’yan heta niha di çareserkirina demokratîk de israr dike

5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Salona Konferansê ya Bazirganiyê ya Cîhanê didome. Kongre bi şîara ‘Bi ruhê yekitiyê ber bi azadiyê ve’ hat li darxistin. Li salonê Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Koçyîgît û Sedat Şenoglû, Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Seroka EMEP’ê Selma Gurkan, Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren û Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û gelek kes amade bûn.

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê name ji 5’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê re şand. Nameya Tuncel ji aliyê Cîgira Hevserokên DBP’ê Halîde Turkoglu ve hat xwendin.

Nameya Tuncel wiha ye:

“Delege û dostên hêja yên Kongreya Giştî ya Asayî ya DBP’ê, ez we ji zindana Kandirayê li ser navê girtiyên jin ên siyasî bi hurmetî û hezkirin silav dikim. Ez bawer dikim ku ji bo kongreya me bibe bersiva pêdiviyên demê dê niqaşên bi pêz pêş bikevin. Ez bawer dikim ku ev yek dê ji têkoşîna aştî, azadî û wekheviyê ya gelê Kurdistanê re bibe destekek mezin. Em kongreya xwe di pêvajoya ku li Rojhilata Navîn û cîhanê de, gel di pêşengiya jin û ciwanan de li dijî polîtîkayên serdest îtîrazan mezin dikin û bi taybetî li dijî pergala kapîtalîst a neo-liberal ku bi krîza aborî û siyasî êdî nahêle civak bêhnê bistîne de, bi pêşengiya jin û ciwanan têkoşîn mezin dibe pêk tînin.

Pergala modernîteya kapîtalîst êdî krîza bingehîn dijî. Ji bo vê yekê jî bi taybetî li Rojihilata Navîn şerê 3’yemîn ê parvekirinê pêş dixe û dixwaze vê krîzê derbas bike. Di vê pêvajoyê de gelê Kurdistanê bi taybetî gelê Rojava, ji bo bi vîna xwe pêşeroja xwe diyar bike û azadiya xwe bi dest bixe, têkoşîna avakirina pergala jiyana demokratîk, ekolojîk, jin a azadîparêz pêş dixe. Dixwaze bi vê pergalê li dijî pergala modernîteya kapîtalîst bibe alternatîf. Perala ku li Rojhilata Navîn bi pêşengiya gelê Rojava tê avakirin ji bo gelên Rojhilata Navîn dibe heviyeke mezin. Mezinkirina vê hevî û pergalê erka me tevan e. Wekî partiya DBP’ê; di ronahiya geşedanên civakî, aborî û siyakî yên li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê pêş dikevin de, em xwedî berpirsiyarin ku xwe ji nû ve organîze bikin û bi rêxistin bikin. Em berpirsiyar in vê erka xwe pêk bînin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, pêşxistina civaka polîtîk û sincî, pêşxistina têkoşîna wekhevî û azadiya jinê, piştevaniya gelan û baweriyan a bi hevre û bilindkirina têkoşîna azadiyê, avakirina jiyana ekolojîk, dem dema em dest bi pêvajoyek xurt bikin e.

Yek ji erka DBP’ê şikandina tecrîdê ye

Pêşxistina yekitiya di nava kurdan de û avakirina di nava gelan de ji bo çarekeriya pirsgirêka kurd a bi rêbaza demokratîk û aştiyane pir pir girîng e. Tecrîda mutlaq a li ser birêz Ocalan tê meşandin, sedema esasî ya neçareseriya pirsgirêka kurd e. Ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, di pêşengiya birêz Leyla Guven de greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û piştî berxwedana 200 rojan, deriyê Îmraliyê hatibû vekirin. Lê tecrîd hêj didome. Heta tecrîd bi dawî nebe, heta şert û mercên birêz Ocalan ê tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk neyê; ne pêkan e ku aştî, demokrasî û azadiya gelên Rojhilata Navîn pêk bê, ne pêkan e pirsgirêka kurd çareser bibe. Ji ber vê yekê erk û peywirek mezin dikeve ser milê DBP’ê. Yek ji van peywiran jî rakirin û şikandina tecrîdkirina mutlaq a birêz Ocalan e. Hewldana ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk azadîparêz û aştiyane ye.

Dê yekitî siberoja gelê kurd diyar bike

Pêşketina hewildanên di derbarê mijarên neteweya demokratîk û yekitiya neteweyî de ew ê ji bo pêvajoyê baş be. Yekitiya di navbera gelê kurd de û di heman demê de danûstendina gelê kurd a bi gelên din re dê siberoja gelên Rojhilata Navîn diyar bike. Divê ji xebatên yekem ên DBP’ê yek ev be û divê ev ne tenê berpirsiyarî di heman demê de mecbûriyet be.

Em dikarin bi xebatên polîtîk û îdeolojîk bersivê bidin êrîşan

Polîtîkayên qeyûmê yên zordestiyê ku mînaka vê yekê li tu derê cîhanê tune ye dewam dikin. Ev xespkirina îradeya gelê kurd e. Parlamenter û hevserokên ji aliyê gel hatine hilbijartin ji ber hincetên pûç û vala tên binçavkirin û girtin. Di nava pêvajoyek wiha de xwerêxistinkirin her çiqas dijwar be jî ewqas girîng e. Tevî hemû zordestiyên xebatên di qada perwerdehiya gel, bihêzkirina di warê polîtîkbûyînê de, gelekî girîng in. Ji bo pêşxistina siyaset alternatîf, ekolojîk û navenda wê jin be, berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê DBP’ê. Em bawer im ku ew ê partiya me vê berpirsiyariya xwe bîne cih.

DBP partiya jinan e

DBP di heman demê de partiya jinan e. Loma ji bo xala azadiyê ya jinê pêş bikeve, daxwazên jinê yên azadî, wekhevî û edaletê bên bersivandin divê hewildanên mezin bên kirin. Ev qasî jiyana mirov girîng e. Divê em hişmendiya ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe, xebatên xwe yên civakî û siyasî bimeşînin. Em di pêvajoyek wiha derbas dibin ku tundî û komkujiya li dijî jinê, xizanî, koçberî, zêde bûne. Loma têkoşîna jinê ya di vê pêvajoyê de gelek girîng e. Parastina destkeftiyên jinê yên ku di encama têkoşînê mezin de hatine bidestxistin peywira partiya me ye. Hevserokatî û nûnertiya wekhev ji bo jinan gelek girîng in. Êrîşên îktidara AKP-MHP’ê ya li dijî destkeftiya hevserokatiyê ne tesaduf e. Ji bo em li dijî pêkanînên polîtîkayên zayendperest û baviksalarî destkeftiyên xwe biparêzin pêdiviya me ji berdewamiya xebatên xweser û azad heye. Ez bi hêviya avakirina siberojek bi ewle ya ji bo jinan hemû rêhevalên jin silav dikim.

Ez bawer dikim ku ew ê kongreya me bi moral û coşek mezin bi hêz derbas bibe. Ez serkeftinê ji bo hevserokên me yên giştî, delege û hevalên ku dê bi awayekî çalak di nava xebatan de cihê xwe bigirin serkeftinê dixwazim.

Silav û rêz. Rêhevala we Sebahat Tuncel.”

Aslan: Em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin

Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan jî diyar kir ku di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Îro hemû pergalên serdest û netew-dewlet ên cîhanê di nava krîzê de ne. Ji bo pergala xwe berdewam bikin, ev hêzên serdest, li Sûriye û Rojhilata Navîn şer pêş dixin. Hewl didin hêza xwe aşkera bikin. Dixwazin xwe wekî hêz nîşan bidin. Şoreşa Rojava li dijî vê krîza serdestan û ji bo bibe daxwaz û bersiva gelan avantajek mezin e. Di navenda Rojhilata Navîn de Şoreşa Rojava pêş dikeve. Li dijî krîza heyî pergala jiyana azad, wekhev û demokratîk pêş dikeve. Ji bo gelên Rojhilata Navîn derfetek gelek mezin e. Di sedsala 21’an de tu îktîdar bêyî ku bibin bersiv û daxwaza civakan nikarin li ser pêyan bimînin û nikarin hebûna xwe berdewam bikin. Şerê li dijî kurdan daye destpêkirin, dê hemû gelê Tirkiyeyê jê zirarê bibînin. Em dê li dijî vê feraseta faşîst a li dijî gelan têkoşîna xwe bilintir bikin.”

Her kes şahide hewldanên Ocalan in

Arslan, bal kişand ser hewldanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan ji sala 1993’an di agirbestê de israr dike. Bi înat û têkoşînek mezin ji bo çareseriya demokartîk kedek mezin dide. Em hemû şahidê vê yekê ne. Ne tenê gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê jî şahidê vê yekê ye. Ji ber vê yekê AKP ji sala 2015’an heta niha li ser Birêz Ocalan tecrîdê berdewam dikin. Em vê tecridê şermezar dikin. Me tu carî tecrîdkirina Ocalan wekî gel û partî qebûl nekir. Ji niha û şûnde jî em vê tecrîdê qebûl nakin. Di pêvajoya greva birçîbûnê de 7 hevrêyên xwe yên bi qimet şehîd bûn. Em li pêş bîranîn û têkoşîna wan bi hurmetî bejna xwe ditewînin.”

‘Bi şer bersivê dan peyama Ocalan’

Di berdewamê de Aslan bal kişand ser peyamên Ocalan ên dawî jî û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan piştî hevdîtina di gulanê de bi parêzeran re kir, got ‘Di pêvajoya dîrokî ku em têre derbas dibin, pêdivî bi lihevhatina kurd a civakî heye. Divê çareseriya pirsgirêkan ji hemû berberî û çanda şer dûr be. Divê bi rêbaza muzakereyên demokratîk çareser bibe. Pir pêdivî ji vê rêbazê heye.’ Di 7’ê tebaxê de jî got ji bo çareseriya pirsgirêkan divê dewlet bi aqilê rasyonel tev bigere. Em ji peyamên Ocalan bi hevî bûn û me nefes stend, lê aqilê dewletê yê rasyonel di 7’ê tebaxa 2019’an de qeyûm tayîn kir û li dijî Rojava şer da destpêkirin. Bi êrîşan bersiv da birêz Ocalan. Tevî hemû hewldanên Ocalan AKP’ê bi zext û tundiyê bersivê da. Em dizanin kurd li hemberî vê tundiyê gavan paşve navêjin.”

Her wiha Arslan bal kişand ser yekitiya neteweyî ya kurd û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dirûşma kongreya me ‘Bi ruhê yekitiya neteweyî em ber bi azadiyê ve dimeşin’ e. Kurd li her derê dibin hedef. Serkeftina kurdan tenê bi berxwedanê ne pêkan e. Divê kurd di nava xwe de yekitiyê jî pêk bînin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar