Navenda Nûçeyan
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger ku di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên PKK û PAJK’î ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan 10 roj e berdewam dike. Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a ku li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandraya Kocaeliyê 4 sal e girtî ye jî biryar da ku tev li çalakiya greva ku kom bi kom berdewam dike bibe.
Beriya Tuncel jî li heman girtîgehê Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel bi rêya malbata xwe ragihandibû ku dê bikeve greva birçîbûnê.
Bi ser qawişan de girtin
Piştî ku Demîrel diyar kir ku dê bi jineke din a li girtîgehê re bikeve grevê, bi ser qawîşên Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Gulser Yildirim, Aysel Tugluk, Sebahat Tuncel, hevşaredarên berê yên Dêrsimê Nurhayat Altun, Edîbe Şahîn lê ne de hatibû girtin, pirtûk, pênûs û defterên wan hatibûn desteserkriin.
Daxwaza neqilkirinê
Her wiha li gorî agahiyan, daxwaznameya Sebahat Tuncel ku wê dest bi grevê bike jî hatiye desteserkirin û hat diyarkirin ku Tuncel di daxwaznameya xwe de xwestiye neqlî Girtîgeha Îmraliyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ye bê kirin.