Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sed car din jî bombe li Mexmûrê bibarînî jî serî natewîn e!

Awyer Botan

Xelkê Botanê yên berxwedêr ku zêdetirî 20 sal in li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) dijîn, bûye jan û derdek bêderman ketiye ser dilê dewleta tirk a dagirker.

Ji bo wê ye ku sîstema desthilat û hişmendiya şoven a Tirkiyeyê her ferdekî yê Mexmûrê weke dijmin dibîne û dixwaze tolê jê hilîne.

Xelkê serhildêr ê Mexmûrê bi berxwedan û sekna xwe ya ragir, tevî her cure êrîş û nêzîkatiyên dijminane serî li ber dewleta tirk a dagiker netewand, natewîne. Dewleta tirk niha dixwaze bi hemû rengî vê kulma mirovên penaber û berxwedêr bi bombekirin û jihevxistinê teslîm bigire û ji ya wê vegerîne.

Xelkê Mexmûrê ew gelê ku ji nava dilê Cizîra Botanê mezin bûye, bi biryardarî, sekin û berxwedana xwe tê nasîn. Ji bo mafê xwe, doza xwe 28 sal e, yek gavê, yek saniyeyê gav bi şûn ve neavêtiye û serî li ber ti êrîş, ambargo û dorpêçê netewandiye.

Bi vê sekna xwe bûye yek ji xelkê herî navdar û bi çalakiyên xwe yên demokratîk û rewa navê xwe li cîhanê daye. Geleke penaber e li ser axa xwe, bi sîstem û rêveberiya xwe bûye çavkaniya îlham û şoreşgeriyê.

Bi vê têkoşîna xwe li hemû cîhanê bû xwedî cih û deng da. Ji bo vê yekê ev yek bû kelemek û deqek reş li ser rûyê dewleta tirk. Dewleta tirk di raya cîhanî de bi kiryar û êrîşên xwe yên li ser Mexmûr xwedî rûyek qirêj e. Her wiha meşa azadiya ya vî gelî ya bêrawestand kiriye ku dewleta tirk xwe li vê ranegire.

Bi ambargo û doprêça li ser Mexmûrê ya PDK’ê re, dewleta tirk a dagiker zêdetir fersend dît ku rast e rast xelkê Mexmûrê bike hedef û di gelek bernameyên xwe de her ferdekî Mexmûrê weke ‘terorîst’ binav kiriye û bi vê yekê êrîşên xwe dixwaze rewa bide nîşandan.

Bi van rêbazên ku dem dem bomberdûmanê û zextê wê nikaribe bigihêje armancên xwe. Her ferdek yê Mexmûrê şoreşgerê doza xwe û mafê xwe ye. Çiqasî êrîş jî bên kirin, astengî jî hebe, ezmûna 28 salî ya Mexmûrê têra wê dike hemû êrîş û helwestên dijmin û hevkaran vala derbixe.

Bi vê yekê Mexmûrî zêdetir bi doza xwe ve tê girêdan, bi biryardartir tev li pêvajo û têkoşîna zarok û partiya xwe dibe. Ji vê saetê û şûnde kîn û hêrsa Mexmûrê ji bo dijmin zêdetir dibe, bi rêxistinkirî û zanabûn tevger bike.

Doz û helwesta vî gelî ji êrîş û zextên dewleta tirk a mêtinger-qirker û hevkarên wê xurtir e. Eger wilo neba, wê heta niha ewqasî li ber xwe nedaba. Ji bo wê ye ku evqas dijmin êrîş dike, car bi bomberdûmanê car bi zext û car bi girtin û kuştinê dixwaze ji ya wê vegerîne. 28 sal in têkoşîneke xurt a jiyanî û şer tê kirin; 28 salên din jî biçe, ev gel wê li ser ya xwe israr be, teslîm nabe.

Di vê rewşê de hemû êrîş û zextên tên kirin tu bandor li vî gelî nake, berovajî xurtir dike. Zarokên wî gelî li çiya nefes li ber leşkeran nehiştiye, ew jî tê bi balafiran dixwaze tolê hilîne. Nemerdî êrîş dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar