Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Perşembe - 17 Ekim 2024

Şedadî amadene ku bi HSD’ê re xaka xwe biparêzin

Gelê Şedadê li ser êrîşên dagikreriya dewleta tirk a dagirker ev tişt anîn ziman: “Armanca dewleta tirk ji êrîşan, dagirkirina herêmê û guhertina demografiyê ye. Em amade ne ku herêmê biparêzin. Em bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re ne."

Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Rojane herêmê topbaran dike. Di encama êrişên wê di vê dawiyê de, gelek zarok şehîd bûn. Her wiha beriya çend rojan êriş kantona Minbicê kiribû û di encamê de leşkerên hikûmeta Şamê hatibûn kuştin û birîndar bûbûn.

Şêniyên bajarê Şedadê ev êrîş şermezar kirin. Şêniyê bi navê Mihemed El Xilêf got: “Hedefgirtina binesaziya bajêr, kuştina sivîlan û koçberkirina şêniyan, sûc e. Armanca dewleta tirk ji êrîşan, dagirkirina herêmê û guhertina demografiyê ye.” El Xilêf bêdengiya civata navneteweyî li hember êrîşan şermezar kir.

Elî El Elî jî ji bajarokê Til El Şayir e destnîşan kir ku armanca dewleta tirk ji êrişan, têkbirina ewlehiya herêmê ye û got: “Dewleta Tirk xeyal dike serfiraziyên osmaniyan vegerîne, herêmê dagir bike. Ji ber wê DAIŞ’ê bi kar tîne da ku vê xewnê bi dest bixin. Em amade ne ku herêmê biparêzin. Em bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re ne.”

Yasir El Bikir ê ji bajarokê Til Şayir êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kir û wiha anî ziman: “Dewleta tirk bi van êrîşan tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike. Serokê dewleta tirk hewl dide projeya Rêveberiya Xweser tune bike, ji ber ku bi saya vê projeyê herêm ewle ye û aştî lê serwer e. Ew jî li hember vê rewşê ne rihet e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar