Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sêdar nikarin pêşî li azadiya gelê kurd bigirin!

Rayedarên komara Îranê li ser navê islamê bi rêbazên paşverû hema her roj ciwanên kurd dişînin ber sêdarê, dilê dê û bavan, bi milyonan gelê kurd û mirovahiyê diêşînin.

Ji sala 2007’an vir ve  bi dehan keç û xortên kurd ji aliyê rêveberiya komara Îranê ve hatine darvekirin.

Di sala 2007’an de  Hesen Hikmet Demir, bi hinceta endamtiya rêxistinê hatibû darvekirin.

Di 11’ê mijdara 2009’an de  Îhsan Fetahiyan, di 6’ê çileya 2010’an de Fesih Yasemînî, di 9’ê gulanê de Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şirîn Elemhûlî, Mehdî Îslamiyan û di 8’ê îlona 2018’an de jî, Ramîn Huseyîn Penahî…

Zeyneb Celaliyan, Şêrko Mearîfî, Hebîbûllah Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî,, Rustem Erkiya, Huseyîn Xizirî, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îres Mihemedî, Mihemed Emîn Argûşî, Ezîz Mihemedîzade, Hebîbûllah Gulperîpûr, Ebdûlah Sirûrî, Reşid Axkendî û bi sedan ciwanên kurd ên ku navên wan û jimara wan nayên zanîn, bi êşkenceyên giran li zindanên dewleta Îranê bi cezayê darvekirinê re rû bi rû mane.

Li pey darvekirina keça kurd a leheng Şîrîn Elemhûlî û rêhevalên wê, helbestvanê kurd Şêrko Bêkes, helbesta xwe ya bi navê; “Ji Bo Şîrînê” wiha nivîsîbû.

“Ji serê sibehê ve
Kolana herî mezin a Sineyê bû Ferzad Kemanger,

Ji serê vê sibehê ve
Mestirîn bexçeyê Mehabadê bû Şîrîn Elemhûlî,

Di zeraqa serê vê sibehê de
Hemû ew zarokên ji dayik bûne
Navê Ferhadê Wekîlî li wan hatiye kirin,

Ji îro û pê ve,
Di yekemîn ronahiya serê sibehê de
Mehdî îslamiyan bû Gola Wanê di berbanga îro de

Elî Heyderiyan
Bû bi Taq Bostana Kirmaşan,

De fermo Sineyê li sêdarê bidin!
Serê Mehabadê bibirin…
De fermo nehêlin zarokên me ji dayik bibin!
De fermo
Nehêlin baran bibare û nehêlin giya şîn bibe û nehêlin zevî bijîn!

Ez ji îro û pê ve, evîndarê çavê şîrîn Elemhûlî me.
Ji îro û pê ve çi helbestên min hene,

Ez ê wan bikim
Gula stranan ji bo bejna Şîrîn Elemhûlî
Ji niha û pêde ez tayek ji porê wê me,

Ji niha û pê ve
Ez neynûka tiliya wê me,
Ji niha û pê ve ez dibim ew cote pêlavên
Ku cara dawî xistibû piyên xwe û pê çû sêdarê!

Û ji niha û p ve
Ez ew bazinê bi cîmayî yê destê
şîrîna Elemhulî me!

Komara îslamî ya sêdaran
çi li sêdaran neda?

Ji xewnê heta helbestê,
Ji helbestê heta jinê û ji jinê heta nan, av û gul û kaniyan!

Ya ku
Koma îslamî ya sêdaran
Nikare bi tu awayî li sêdarê bide
Ayinde û azadî ye…”

Helwest û nêzîkatiya neyarane ya komara Îranê ya zilmê li hemberî keç û xortên kurd berdewam e.

Piştî ku bi malbatên xwe re cara destpêk û dawî hevdîtin kirin, çar ciwanên kurd, Mohsen Mazlûm, Mohamed Faramarzî, Wafa Azarbar û Pehman Fetahî, bi hinceta ku beşdarî çalakiyên Jin Jiyan Azadî bûne, destpêka sala 2024’an de sibeha roja 29’ê çileyê hatin darvekirin û tevlî refên cangoriyên welatê xwe bûn.

Çawa ku di kesayetiya peyrewa Şîrîn Elemhûlî, Jîna Emînî de dirûşma Jin Jiyan Azadî bû dirûşma daxwaza azadiya bi milyonan jinên cîhanê, dê  Mohsen, Mohammad, Wafa û Pehman jî di dilê gelê kurd de bibin parêzvanên nemir ên masname û hemû nirxên neteweyî yên gelê kurd û ji bo bi milyonan ciwanên kurd bibin remza geşkirina agirê azadiyê…

Û kurdên li çar aliyê cîhanê, dê bi heman hest û bi yek dengî şermezar bikin û nalet bînin li komara bêsinc, bêwijdan, bêhiqûq û bênîzam a Îranê

Nûçeyên Têkildar