Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Sedem ‘statû’ ye, divê hilweşe

Erdhêja 6’ê sibatê gelek tişt eşkere kir. Yek ji wan ‘hêza dewletê’ ye. Bi taybet yên li herêma erdhêjê dijîn ku piranî hilbijêrên Erdogan bûn, dewlet di çave xwe de pir xurt û mezin kiribûn. Usa dihesibandin ku heke tiştek bi sere wan de were ew ê dewlet bighîje hewara wan. Lê ew dewleta ku gel bawerî pê dianiya, însanan di bin kavilan de hişt. Yên hatin hewara însanan, saziyên ne dewletî bûn.

Hêzên muxalîf, rêxistinên jin û ciwanan û saziyên ne dewletî ji roja ewil heta niha li herêmê ne. Rast e, derfetê wan û dewletê ne wekî hev in, lê ew bi dil di nav xebatên piştgiriyê de ne. Ev ferq di qadan de eşkere dixwûye. Gel vê rastiyê bi çavê xwe dibîne.

Hê bandora erdhêj didomiya, ev car lehî hat ser gel. Semsûr, Meletî û Riha di bin avê de ma. Dehan kes jiyana xwe ji dest dan. Dewlet dîsa tûnebû. Gel careke din tenê hatibû hiştin.

Di her du bobelatê de tiştek din jî hat dîtin: Ew dewleta ku gel li bendê bû werin hawara wan, her weha sedema hemû dizî û gendeliyê bû. Bi sedan muteahît ji çîmento û hesinên avahiyan dizî ne, dewlet çav lê girtiye. Avahiyên qaçax hatine çêkirin, dewlet bi qanûna efuyê rê li ber mirina gel vekiriye. Di lehiyê de gelek rê û pirên ku ji alî dewletê ve hatibûn çêkirin, bûn gora însanan. Ji bo van rê û piran bi mîlyonan dolar hatine xerçkirin. Lê hat dîtîn ku ev pere hemû hatine dizîn û tu tişt bi gor rê û rêbazên zanistiyê nehatine çêkirin.

Ev rûreşiyên berbiçav bû sedem ku di navbera du mehan de herî kêm sed hezar însan jiyana xwe ji dest dan. Li deh bajarên bakûrê Kurdistan û Tirkiyê de tu mal tune ne ku ji van bobelatan zirar nedîtibin. Herî kêm 10 mîlyon însan, ji ber rûreşiya dewletê mexdûr bûn.

Pirî caran hatiye gotin, em carek din jî bêjin. Heke dewlet û yên dewletê bi rêve dibin bi gorî ‘peymana tirkbûnê’ tevnegirayana, ango ji bo gel û baweriyên din siyaseta qirkirinê nedana ber xwe, niha rewş gelek cûda bû. Dewlet di dema damezrandina xwe de têkoşîna xwe bi gel û baweriyên din re meşand. Piştî têkoşîn biserket, ji tirkbûnê wê de hemû tişt qedexe kirin. Sed sal ji ser bihûrî. Heta niha mîlyonan însan ji ber vê siyaseta qirker jiyana xwe windakirine. Sedema hemû feqiriya gel ev siyaseta qirker e.Gel tên kûştin, feqîr dibin, lê di ser de hin alî dibin xwediyê mîlyon û milyar dolaran.

Mînaka herî dawî deshilatdariya faşîst ya Erdogan û Bahçelî ye. Ev desthilatdarî bi taybet ji sala 2015’a heta niha siyaseta qirkirinê di asta herî bilind de carekî din dan meşandin. Dewleta tirk heta sala 1938’a sedhezaran kurd qetil kiribûn. Ev aqil beriya damezrandina komarê jî bi mîlyonan ermenî û suryan qetilkiribû. Mixabin, hinek gel û baweriyên din bi siyaseta qirker ya dewletê heliyan, tûnebûn. Hinek ji wan ew qas ji koka xwe dûr ketin ku ji tirka zêdetir tirkbûnê parastin. Lê piraniya gelê kurd û elewiyan, serî netewandin. Li dijî dewletê dehan car rabûn ser piyan. Ev têkoşîna bêhempa û berdêlgiran, di sala 2015’a de rewşek din derxist holê. Bi tevî têkoşîna gelê kurd, gel û baweriyên din jî xwe dîtin. HDP’ê di sala 2015’a de hemû rengên Tirkiye û bakûrê Kurdistanê careke din kişand parlamentoyê. Di nav parlamenterên HDP’ê de ermenî, suryan, elewî, kurd, mihelmî, ereb, êzîdî û gel û baweriyên din hebûn. Ev yek desthilatdaran tirsand. Ji xwe beriya vê hilbijartinê ‘plana çokdanînê’ amadekiribûn. Bi gor wê planê tevgeriyan û şer careke din gûr kirin.

Beriye erdhêja 6’ê sibatê jî diyar bû, lê niha zêdetir eşkere bû. Berxwedana gelê kurd pêşî li ‘plana çokdanînê’ girt. Belê, berdêleke pir giran hat dayîn. Lê hat dîtin ku dewlet nikare bi silaseta qirkirinê serbikeve. Heke ev siyaset bidomînin ew ê jî hilweşin. Îro ev rastî bûye sedem ku hemû hêzên li nav dewletê bihev ketine. Dehan aliyên dewletê şaş û faş bûne, difikirin da ku ew ê çawa careke din bikaribin statûya xwe biparêzin.

Niha du tifaqên statûparêz yên sereke hene lê her yek di nav xwe de deh perçe ne. Li hemberî wan jî tifaqa berxwedêran heye. Ji çepgir û sosyalîstan bigre heta hêzên Kurdistaniyan li hember statûparêzan di nav liv û tevgerekî de ne. Di vê heyamê de dibe ku hin gavên taqtîkî bên avêtin, lê divê em bîrnekin, têkoşîn tenê bi hilweşandina statûya heyî bi serdikeve. Aliyek dewletî dixwaze statû bi rêya zorê qaîm bike. Aliyeke dixwaze bi restorasyanê statû biparêze. Lê alîgirên rêya sêyemîn divê çi car dev ji siyaseta hilweşandina statûyê bernede. Heta ev statûya xwînmij hilneweşe, rehetî ne ji gelên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê re, ne jî ji gel û baweriyên herêmê re heye.

Nûçeyên Têkildar