Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Sedema bingehîn a pirsgirêkên heyî polîtîkaya tecrîdê ye’

Hevserokê HDP’ê ya Stenbolê Erdal Avci anî ziman ku pêkanînên li Îmraliyê, di hiqûqa navneteweyî û navxweyî de nîne. Avci got ku bi vekirina deriyên Îmraliyê re gelên Tirkiyeyê dikevin nava aramiyê û wiha got; ‘Sedema şer û pevçûnan û aloziyên heyî, polîtîkaya tecrîdê ye.’

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger hatibûn destpêkirin û 200 rojan dom kir. Çalakî bi serkeftî bi dawî bûbû û parêzer û malbata Ocalan li Girava Îmraliyê çend hevdîtin kirin. Hevdîtina herî dawî jî di 7’ê tebaxa îsal de hate kirin. Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve parêzeran ji bo hevdîtinê gelek caran serlêdan kirin lê tu bersiv nehatin dayîn. Têkildarî mijarê hevserokê HDP’ê ya Stenbolê Erdal Avci ji MA’yê bi Erdogan Alayûmat re axivî.

Erdal Avci anî ziman ku îktîdara siyasî bi israr polîtîkaya tecrîdê didomîne û wiha got: “Car bi car ji ber bertekan paşve gav diavêjin. Piştî greva birçîbûnê deriyên Îmraliyê hatin vekirin. Wezareta Dadê daxuyandibû ku ji bo hevdîtinê tu astengî nemane û dê hevdîtin pêk bên. Her çiqas bi greva birçîbûnê heta astekî tecrîd hatibe şikandin jî, bi temamî ji holê ranebû. Redkirina serlêdanên malbat û parêzeran nîşaneya vê ye. Pêkanînên li Îmraliyê di hiqûqa navneteweyî û ya navxweyî de nîne. Girtîgeha Îmraliyê xwedî statuyeke taybet e û li wir qanûn nînin.”

Pêvajoya çareseriyê

Bi domdarî jî Avci anî ziman ku piştî deriyên Îmraliyê hatin vekirin û Ocalan rewşa siyasî ya heyî nirxandî, welat hinek bi aram bû û wiha dom kir: “Dema ku em li pêvajoya çareseriyê dinihêrin, dibînin ku di nava 40-50 salên dawî de tenê di wan 3-4 salan de tiştên erênî çêbûne. Di hêla aborî û civakî de gel rehet bûn, mirovan bi awayekî demokratîk nîqaş kirin. Tecrîd bandoreke neyînî li ser jiyana gel dike û welat dixe nava krîzê.”

Tecrîd ziyaneke mezin dide aboriyê

Herî dawî jî Avci ev tişt destnîşan kir: “Ger ku deriyên Îmraliyê bên vekirin, ji bo nîqaşan bingeh bê avakirin û pêvajoya şer bi dawî bibe, dê li Tirkiyeyê bingeha aştî û aramiyê çêbibe. Israra di şer de tê wateya kûrkirina neçareseriyê. Her wiha tecrîd ziyaneke mezin dide aboriya Tirkiyeyê. Erdogan dibêje ku fîşek û bombe biha bûne. Erê rast e.  Lê dê bidawîkirina şer re pir erzan bibin. Ger ku mûçeyê karkeran neyê zêdekirin, ger ku bûdçeya ji bo perwerdehî û tenduristiyê ji ber vê nayê zêdekirin, wê demê şer bi dawî bikin. Werin em bi pereyê fîşek û bombeyan ji bo aramiya civakê xerc bikin. Bi vê jî diyar dibe ku sedema bingehîn a şer û aloziyan, polîtîkaya tecrîdê ye.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar