Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Sedema komkujiya li Zaxoyê bêdengiya li hemberî dewleta tirk e

Dewleta tirk, carek din êrîşê xelkê sivîl kir. Ev car cih gundê Perexê girêdayê navça Zaxo bû. Gundê Perexê cihê seyrangeh û havîngehê ye. Bi sedan kurd, ereb diçin seyranê. Ev yek ji aliyê herkesî ve tê zanîn. Ji aliyê dewleta tirk ve ji tê zanîn. Ji ber ku 24 saat balefirên keşfê li ser van herêman keşf dikin. Dîsa sîxur û hevkarên wan 24 seat kordinatan didin û dizanin kî li kuderê di nav tevgerê dene. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk bi zanebûn êrîşê Perexê kiriye. Dizane ew der cihê seyrangeh û havîngehê ye dizane li wê derê gerîlayên PKK’ê nîne û dizane sivîl hene. Bi armancekê ew cih bi zanebûn kiriye hedef û komkujî pêk aniye.

Mehek berî dîsa êrîşên seyrangeha Bamernê kiribû. 2 zarok jiyana xwe ji dest dabû. Lê ev yek ji aliyê PDK’ê ve hat berovajikirin û xistin stiyê PKK’ê. Ji ber vê yekê jî pêşiya bertekan hatibû girtin. A niha evcar dewleta tirk bi aşkera li ber çavê herkesî qatlîam kir. Di êrîşên dewleta tirk de 9 kes jiyana xwe ji dest dan, 22 kes ji birîndar bûn. Te gotin ku di nav kesî jiyana xwe ji dest dane de zarokek yek salî û 2 jin 3 zarok hene. Dîmenên ku cihê bûyerê hatin weşandin de hovîtiya êrîşê dide xuyakirin. Cesedên zarokek biçûk di nav xwîne de û qêrîna dê û bavan.

Berpirsên dewleta tirk li ber çavên hemû cîhan komkujî pêk tînin. Zarokan dikujin, sûcê şer, sûcê mirovahiyê dikin. Elbet wê roj were hesabê van kiryaran wê were pirsin.

Raste dewleta tirk berpirsê vê komkujiyê ye û sucdar e. Lê hêzên navneteweyî dewleta Iraq û hikûmeta herame Kurdistan jî ji ber ku heta niha bêdeng mane herî kêm wekî dewleta tirk sûcdarîn. Dewleta tirk bi seran ser başûrê Kurdistanê kiriye qada şer. Ne tenê Herêmên Parastina Medya, hemû bajar, navçe, gund seyrangeh kiriye qada şer. Li qadên şer Zap, Avaşîn, Metina hemû îmkanên teknîk û alimandinên çekên kîmyevî tu encam ne girtiye. Xitimiye û windahiyan dide. Lê bi aweyekî hovane êrîşên sivîlan dike. Ev yek rastiya hêzên dagirkere. Dema êrîşên da encam negirin û derb dixwin, ev car êrîşên herêmên sivil dikin. Di navbera 2 mehan de 5 jê zarok 15 sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Dewleta tirk vê cesaretê ji kur digre. Ji bêdengî û hevkariya hikûmeta herame Kurdistan, sazî, dezgeh hêzên siyasî, rewşenbîr û hemû raya giştî ya başûrê Kurdistanê digre. Her roj dikuje, dişewitîne, qetil dike, bajaran bombe dike, suikastan dike, lê rayedarên başûrê Kurdistanê şermezariyê dahî nekirin. Eger ev bêdengî û hevkarî nebûya dewlata tirk yek rojek nikaribû xwe li başûr bigirta. Dîsa hikûmeta Iraqê bi teybet ji serokwezîr Mûstafa Kazimî hevkar û şîrêke vê komkujiyê ye. Ji ber ku heta niha li dij polîtîkayên dewleta tirk deng dernexistiye û bûye alîgir. Disa raya giştî ya navteweyî şîrêkê vê komkujiyê ji ber ku pêşiya dewlata tirk vekiriye û dengê xwe jê re dernaxe.

Heta niha daxuyaniyên ku hatine dayîn de tenê şermezarî heye. Dîsa heman tiştî dubare kirin heye. Hin rayedarên PDK dîsa gotin sedem hebûna PKK’ê ye. Nabêjin ên ku komkujî kirine. Gotina ku PKK nebe ev yek nabe pir eyb û  şerm e. Dibejin ya êdî ava vî gotinî derketiye û tu kes jê bawer nake. Bi xwe dibêjin bi xwe dileyzin. Li ber çavê hemû cîhan li holê qetliyamek heye. Dewleta tirk ji ber van politîqayan ev qatlîam dikin. Sedem ne PKK ev helwest û ev gotinin.

Piştî bûyerê dîsa hîn rayedaran heman tiştî dubare kirin . Hikûmeta herêma Kurdistanê jî daxuyanî da û şermezar kir. Tevgrea Sadr û Haydar Abadî daxuyaniyên tund dan. Li hîn cihên Iraqê xwe pêşandan hatin li darxistin. Ji rayedarên nav neteweyî hêj tu daxuyanî nehatine dayin. Le dîsa xuyaye wê bêjin em şermezar dikin û xemgînin. Dewleta tirk vê cesaretê ji vê dûrûtî û rûreşiya hêzên navteweyî  digre. Mafên mirovahî û demokrasî ji bo hêzên navneteweyî wek benişteke. Eger li derveyî şermezarî û xemgînî helwestek siyasî civakî li hemberî dewleta tirk neyê dayin wê ev qatlîam dewam bikin.

Nûçeyên Têkildar