Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Sedema krîza aborî û bêkariyê penaber nînin’

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay di civîna çapemeniyê de êrîşên li dijî endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê, hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan şermezar kir. Kubîlay her wiha got ku hikûmet hewl dide sedema bêkarî, krîza aborî û hwd. weke penaberan nîşan bide lê ev gotin ji rastiyê dûrin

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay der barê mijarên di rojevê de li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Kubîlay di serî de sersaxî ji malbata parlamenterê HDP’ê yê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat xwest.

Kubîlay piştre jî bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê û wiha got: “Di demên dawî de ciwanên HDP’î di hedefa desthilatdariyê de ne. Dixwazin ciwanên HDP’î krîmînalîze bikin û xebatên wan ên qanûnî asteng bikin. Çend roj berê ciwanên HDP’î hatin binçavkirin û derbkirin. Em vê zext û tundiya li ciwanan hatiye kirin şermezar dikin. Meclisa Ciwanên HDP’ê rêxistinbûnekî qanûnî, rewa û demokratîk e. Desthilatdarî naxwaze ciwan zana bibin, bi afirînin û xwe bipêşve bixin. Em bang li hemû ciwanên ku dixwazin pêşeroja xwe diyar bikin dikin ku di bin sîwana HDP’ê de xwe bi birêxistin bikin.”

‘Gel naxwaza hûn bikevin navbera wan’

Gunay Kubîlay di berdewamê de jî got ku çend roj berê polîsan bi ser Şaredariya Diyadîn a Agiriyê de girtibû û hevşaredar derb kiribûn. Kubîlay bal kişand ser binçavkirina hevşaredarê Şaredariya Qereyazi ya Erziromê Burhanettîn Şahîn û 10 endamên wan û wiha domand: “Ne em û ne jî parêzerên wan nizanin bê ka çima hatine binçavkirin. Em careke din bang li desthilatdariya siyasî dikin û dibêjin ku dev ji vê polîtîkaya zext û şantajê berdin. Hûn çi dikin bikin dê gel nehêle ku hûn dîwarên tecrîdê bixin navbera wan û şaredariyên wan.”

Girtiya rojnameger Huseyîn Aykol

Gunay Kubîlay girtina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê (Bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de ve hatibû girtin) Huseyîn Aykol bi bîr xist û got; ‘Bi vê agahiyê gelek xemgîn bûn. Aykol, ji salên 1970’an ve di nava kevneşopiya çapemeniya azad de rojnamegeriyê dike. Rûspiyê çapemeniya azad e. Di demekî ku SETA li ser navê  desthilatdariyê rojnamegeran hedef nîşan dide, bi girtina rojnamegerekî 68 salî re peyamê didin. Bi çi awayî dibe bila bibe divê êdî Tirkiye bi şerma rojnamegerên girtîre rû bi rû bibe û ji bo ku xwe ji vê şermê xelas bike, gavên pêwîst ên hiqûqî biavêje.”

‘Lêçûnên penaberan ji pereyên Ewropayê ne’

Di berdewamê de jî Kubîlay bal kişand ser rewşa penaberên li Tirkiyeyê û wiha derbirî: “Rastî êrîşên nîjadperest tên, zarokên wan rastî îstîsmara zayendî tên û mafên wan tên binpêkirin. Desthilatdarî hewl dide ku sedema krîza aborî weke lêçûnên penaberan nîşan bide. Ev ne raste. Lêçûnên wan ji pereyê Ewropayê ne. Penaberan weke sedema betalî û xizaniyê nîşan didin. Tiştekî wiha nîne. Bi giştî li Tirkiyeyê 3 milyon û 9 hezar penaber hene. Ferqekî bi qasî 6 milyon û 500 hezar di navbera karkerên bi qeyd û yên bêqeyd de heye. Ev jî nîşan dide ku pirsgirêka betaliyê penaber nînin.”

‘Penaber hemwelatiyên vî welatî ne’

Kubîlay daxuyand ku karker ji mafên civakî, tenduristî û xwebirêxistinkirinê bêpar tên hiştin û wiha pê de çû: “Karkerên Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê yek ji mînaka vê rastiyê ye. Rojane bi qasî 12-14 saetan dixebitin. Berpirsyariya vê penaber nînin. Tirkiye welatekî kapîtalîste û di van welatan de artêşa karkeran û kedxwarî heye. Mînak; berpirsyarên mirina  301 karkerên di çala mirinê ya Somayê de jiyana xwe ji dest dane penaber nînin. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku bi penaberan re di nava têkiliyê de bin. Ew ne biyanî, hemwelatiyên vî welatî ne.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar