Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Sedema qedexeya hevdîtina bi Ocalan re Nexşerêya DMME’yê ye

Dadgeha Înfazê ya 2’yemîn a Bûrsayê, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê yê Bûrsayê, 6 meh qedexeya hevdîtinê danîn ser parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê. Dadgeriyê li ser daxwaza dozger li Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê hevdîtina bi parêzeran re qedexe kir. Hat hînbûn ku biryar di 23’yê îlonê de hatiye girtin. Sedema biryarê hat fêrbûn.

Li gorî agahiyên hat bi destxistin, li ser daxwaza Dozgerê Komarê yê Bûrsayê li gorî xala 59’an a Hêjmara Zagona 5275’an, biryar hatiye girtin. Hekîmtiyê hinceta qedexeya parêzeran a li ser Ocalan û 3 girtiyên din jî cezayê hucreyê ku di salên 2005 û 2009’an de hat birîn û ‘Nexşerêya’ ku Ocalan di sala 2009’an de pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû ye. Ocalan Nexşerêya ku ji 156 rûpelan pêk dihat ji DMME re pêşkêş kiribû.

Bi vê biryarê ji 20’ê Tîrmeha 2016’an heta niha 5 carin hevdîtina parêzeran a çûyîna Îmraliyê qedexe dikin.

Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an hetan 8 salan bi hincetên cuda hatibû qedexekirin û asteng kirin. Parêzer piştî 8 salan û piştî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên girtîgehan dabûn destpêkirin, di 2’Yê Gulana 2019’an de çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.

Dema bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê di 16’ê Gulana 2019’an de Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, têkildarî qedexeya hevdîtinan, diyar kiribû ku qedexe hatine rakirin û derfetên hevdîtinê hatine dayîn. Piştre parêzer di 22’yê Gulana 12-18’ê Hezîran, 7 tebaxa 2019’an de çûbûn Îmraliyê. Ji hevdîtina dawî heta niha parêzeran 107 caran serlêdan kirin lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar