Aborîzan Erkîn Başer qeyrana aborî nirxand û got ku ji ber nebaweriya di qada siyasetê de derbên mezin li aboriyê dikevin
Li Tirkiyeyê di salên dawî de aborî hat asta têkçûnê û ev yek bandoreke mezin li ser civakê kir. Aborîzan û akademîsyen Erkîn Başer ku ji ber îmze danî bin danezana aştiyê ji Zanîngeha Dokûz Eylul a Îzmîrê hat îxrcakirin, qeyrana aborî ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.
Başer, di axaftina xwe de balê dikişîne ser sedemên qeyrana aboriyê. Başer bilêv kir ku li Tirkiyeyê ligel qeyraneke mezin ji ber devulasyonê lîreyê tirk li ber dolar bêqîmet dibe. Beşer wiha got: “Li welat qeyraneke mezin heye. Tenê ne ji ber devulasyonê ye. Lê dowîz pir gîrîng in. Çimkî aboriya Tirkiyeyê pêgirtiyê derve, muhtacî îthalatê bû. Deynê derve pir zêde ye û mirov dikare behsa qeyraneke mezin bike. Nexasim jî ev salek e qeyraneke pir mezin heye. Piştî hilbijartina 31’ê adarê bi awayekî zêde tê hîskirin. Lê belê kapîtalîzm ji salên 1980’yî ve bi qeyranan re rû bi rû dimîne. Lê ev qeyran yek ji wan qeyranan e yan qeyrana rejîmekê ye. Yek; qeyrana sala 2008’an ku navenda wê Amerîka bû hîn jî didome û mirov dikare bêje ev qeyraneke strukturelî ye û tesîr li welatên derdorê kiriye û nexasim îxracî welatê wek Tirkiyeyê hatiye kirin. Ger em behsa tesîrên derveyî bikin; polîtîkayên parastiniyî yên DYA’yê bi awayekî zêde zorê didin dewletên wekî Tirkiyeyê.”
Sê faktorên girîng
Başer, di berdewama nirxanina xwe de ev tişt anî ziman: “Di vê qeyranê de faktorên wek Tirkiye ne welateke hilberîner e, pêgirtiyê derve ye û polîtîkayên neolîberal ku 40 sal in didomin pir girîng in. A duyemîn; Tirkiye ji sala 1946’an ve pêgirtiyê îthalê ye û îthalata wê ji îxracatê zêdetir e. Mecbûr e tim bi malên îthalkirî, malên sektora enerjiyê an jî malên sermayeyê bikire. Deynê me yê derve ji nêviyê dahata me ya netewî zêdetir e. Ji vî deynî ji çar paran parek jê yê dewletê, ji çar paran 3 jê ên sektora taybet in. A sêyemîn jî liv û tevgera perê germegermî ye. Serokomar Erdogan tim behsa lobiya faîziyî dike. Yanî rêjeya faîzê zêde ye. Hema bêje kapîtala fînansî ya cîhanê li welatê me hespê xwe dibezîne. Em deyndar in, pêgirtiyê derve ne û ji bo liv û tevgerên germegermî guncan in. Ev her sê faktor pir girîng in. Ev yek hem li hemberî dowîzê me qels dike û hem jî demildest tesîrê li nav welat dike.”
Bandora li ser sektoran
Başer, bal kişand ser sektora turîzm, înşeat û tenduristiyê jî û wiha got: “Reforma di tenduristiyê de di heman demê de piyasebûyîna di tenduristiyê de bû. Em di vê reformê de tengijîn lê di heman demê de tenduristî veguherî aboriyeke cidî jî. Nexweşxaneyên taybet û sektora dermanan hemû tesîrê ji vê digirin. Yanî 16 sal in hikûmeteke peritiye li ser kar e. Ev rewş dibe sedema nebawerîbûn û bêîstikrariyê. Ji bo hilberînê pêdivî bi nêvengeke ewle heye. Niha îhtimala vê pir kêm e. Her wiha piştî tifaqa wî û cemaeta Gulenê xirab bû, bêtir tengijî. Em behsa aboriyeke ku rojaneya meaşê kêmtirîn 68 lîre ye dikin. Lê koçberek bi 30 lîreyî razî ye. Ev derzeke mezin e. Her wiha polîtîkayên hikûmetê yên derve jî hene. Ne li gorî siyaseteke aştiyê esas digire, siyaseteke pevçûnî esas tê girtin û ev bûye sedema nebawerîbûnê. Ev nexasim jî tesîr li sektora turîzm û înşeatê kir.”
‘Bêyî demokrasiyê nepêkan e’
Başer, bal kişand ser pêwendiya di navbera demokrasî û aboriyê de jî û ev tişt got: “Demokrasî çi qasî bi cih bûbe, li wî welatî aboriyeke bi îstikrar jî ew qas heye. Li welatekî bi tawîzdayîna ji demokrasiyê ne mimkun e pêşketin çêbibe. Li Tirkiyeyê hûn çi qasî ji demokrasiyê tawiz bidin rewş ew qasî xirabtir dibe.” ÎZMÎR