Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Sedema tundiyê polîtîkayên bêcezabûnê ye’

Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn têkildarî tundiya li ser jinan axivî û destnîşan kir ku polîtîkayên bêcezabûnê tundiya li ser jinan zêde kiriye

Bi polîtîka bêcezabûnê ya ji bo kujerên jinan pêk tên, mirov dikarin bêjin ku kujer tên parastin. Gelek jin jî tevî ku daxwaza parastinê dikin, tedbîr nayên girtin û ji ber vê tên qetilkirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn da zanîn ku di qetilkirina jinan de pisgirêka herî mezin, desthilatdariya heyî ye û hewl dide ku Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 rabikin.

Bîlgîn diyar kir ku di meha tebaxê de 49 jin hatine qetilkirin û wiha got: “Gelek mirinên jinan ku wek ‘întîxar’ derbasî qeyda dibin, em dizanin ku piraniya wan hatine kuştin. Ev jin di nav malbatê de ji ber zextên li ser wan berê xwe didin întîxarê yan jî ji bo di bin navê cînayetê de neyên darizandin, întîxarê li wan ferz dikin. Der barê kuştinên jinan de tu tedbîrek parastinê nayê girtin.”

‘Jin bê parastin tên hiştin’

Di axaftina xwe de Bîlgîn destnîşan kir ku li cihê ji bo protestokirina qeyûman lê bûn, hêzên ewlehiyê û bariyer pir zêde ne û wiha domand: “Pergala ku di bernameyeke wisa demokratîk de dicive, ji polîtîkayên parastina jin, zarok û sewalan jî dûr e. Bi rêbaza bêcezabûnê piştgirî û cesaretê didin mêran. Di rojên borî de mêrekî dema diçû ku hevjîna xwe bikuje hat girtin, hat berdan. Jin bê parastin tên hiştin. Tevî ku daxwaza parastina jinan tê kirin jî kuştin pêk tên. Di dema parastinê de numareyek telefonê didin jinan û dibêjin dema rîskê de bigerin. Lê di vê pêvajoyê de tişta dibe jî dibe ji xwe. Tundî her diçe zêde dibe û cezaya tundiyê jî tuneye.”

‘Dixwazin Peymana Stenbolê rakin’

Bîlgîn anî ziman ku bernameyên televîzyonê, rêzefîlm, reklam û gelek weşanên din, piştgiriyê didin tundiyê û wiha pêde çû: “Tundiya ku di bernameyên televîzyonan de tên weşandin, di civakê de tên hemberî me. Divê ewil ji van destpê bikin. Em di pêvajoyeke ku nîqaşên rakirina Peymana Stenbolê tên kirin de derbas dibin. Peymana Stenbolê, li dijî şîdetê zemîna qanûnî û mafê têkoşînê ava dike. Divê em bi awayekî cidî xwedî li vê derkevin. Îro em dinêrin ku hemû qanûnên li alî jinan, naveroka wan tê valakirin û jin di civakê de bê parastin tê hiştin. Ev jî ji polîtîkayên qels ên hikûmetê pêk tê.”

Dê bertek hîn xurttir bin

Her wiha Bîlgîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di dema qeyûman de hemû saziyên jinan hatin girtin û tundiya li ser jinê piştî vê zêdetir bûn. Sedema zêdebûna kuştinên jinan, tundî, tacîz û tecawizê polîtîkayên qels ên hikûmetê ne. Ji ber vê jî em ê ne dest ji Peymana Stenbolê ne jî ji qanûna hejmar 6284 berdin. Ji vê saetê şûnde dê bertekên me yên li dijî kuştinên jinan xurtir bin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar