Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sedemên derketina kapîtalîzmê dizê malê

Eger mirov kapîtalîzmê weke dînekî di heqê wî de zêde tê axaftin û çalakî têne kirin şîrove bike, dibe ku ji bo em lê serwext bibin bi kêr bê. Mekanê kapîtalîzmê serketina xwe lê bi dest xist Ewrûpaye. Zêhniyeta Ewrûpayê tevî ku der barê kapîtalîzmê de gelek gotinan dibêje û çalakiyan dike, weke di gelek dînan de hatiye dîtin, rastiya hebûna kapîtalîzmê mîstîze kiriye. Xirîstiyan, sosyalîst û anarşîst jî di navê de yên weke dijber jî xuya dikin li ser heman xetê çûne. Eqil û fikra navenda wê Ewrûpa ekolek e. Ji sedsala 16’an ve weke sîstema dinyayê pêvajoya hegemonyayê destpêkirine. Li gorî ponijîna min a şexsî, ev ekoleke wisa ye ku ji avakirina sîstemên xweda yên rahibên sumeran qat bi qat bi hostayî karîbûn mîstîfîkasyona rastiya civakê pêş bixînin. Di sîstema fikir û eqlê Rojavayê Ewrûpayê de ‘rêbaza zanistî’ xwedî roleke bingehîn e.

Mirov jî di navê de, ez behsa zanista hayjêbûna ji xwezayê nakim. Zanist weke xizna hevpar a mirovatiyê bi qasî ku mirov neke malê tu kes, kom, sazî û neteweyî anonîm e. Mirov ê eger ille behsa pîrozbûneke xwedayî bike, di vê çarçoveyê de mirov vê payeyê bide zanistê wê helwesteke nêzî rastiyê be. Lê bele ‘rêbaza zanistî’ di termonolojiya Ewrûpayê de xwedî cihekî cuda ye. Ew, prototîpa dîktatorê hemdem e. Ya rastî, ew tov e, dikeve malzarokê. Rêbaz weke peyv tê maneya usûl, rê û terîqetê. Di destpêkê de her çend erênî be, û bi kêra qabîliyeta fêhmkirinê bê jî demeke dirêj wexta mirov pêve girêdayî bimîne bi temamî rê li ber dîktatoriyeke zêhnî vedike. Li ser navê zanistê israra di rêbazê de dikare mirov bibe dîktatoriya herî bi tehlûk e. Jixwe netewe-dewletdariya alman a parêzvaniyeke hişk a rêbaza zanistî dikir, çû faşîzmê û ev jî şîroveya me piştrast dike.

Hemin Rojavayê Ewrûpayê şoreşeke zêhniyetê kiriye. Lê mirov nikare vê, weke rêvekirinekê ji bo navendparêziya Ewrûpayê şîrove bike. Jixwe bi tevahî pêşengên vê şoreşê pêşketinên xwe yên zêhnî ji derveyî Ewrûpayê girtine. Sosyolojiya Max Weber di têkilîdanîna rasyonalîzma Ewrûpayê bi têketina kapîtalîzmê re roleke girîng dilîze. Berhema wî ya bi navê ‘Kapîtalîzm û Exlaqê Protestan’ mîna bixwaze derî li vê tezê veke. Tevî ku di pêkhatina kapîtalîzmê de rola rasyonalîteyê yek ji sedemên diyarkere jî bi tena serê xwe mirov bi rasyonalîte û huqûqê vê diyardeyê nikare rave bike.

Nikarin qîmeta analîzên sosyo-ekonomîk ji nedîtî ve bên

Di sosyolojiya Karl Marks de weke sîstem serketina kapîtalîzmê bi berhemdariya wê ya ekonomîk ve tê ravekirin. Ji ber ku ji tevahiya şêweyên hilberînê bêtir hildiberîne, nerxa zêde çêdike û werdigerîne sermaye û karê, bi vê qabîliyeta xwe rê li serketinê vekiriye. Kêm cih dide dîrok, polîtîka, îdeolojî, huqûq, cografya, çand û şaristaniyê. Mirov dikare vê, weke kêmasiyên wî yên bingehîn ên nirxandinê destnîşan bike. Pir bi hêsayî bûye ekoleke weke reduksiyona ekonomîk were dîtin. Bêguman mirov nikare qîmeta analîzên sosyo-ekonomîk ji nedîtî ve bê. Lê cihên wan di nava sedemên din de ji ber ku baş nehatine zelalkirin, tevî îdealên zanistî hemûyan tehlûkeya bikeve dogmatîzmê kêm nabe. Bi pirranî ji ber van kêmasiyan her tim tehlûke û rîsk hene.

Gelek fikir hene ku ne kêm in, pêşketina kapîtalîzmê bi desthilatdariyê û bi îfadeya wê ya huqûqî ya hînê zêdetir xuya dike, bi dewleta modern ve girê didin. Di nav yekparebûna civakî de kok û rîşên hiyarerşiyên desthilatdariyê gelekî kevin diçin. Rola wan a di rêvebirin û meşandina jiyana maddî de yek ji sedemên bingehîn in. Lê zor bi xwe nikare rê veke li derketina jiyana maddî, ekonomî û weke serê wan kapîtalîzmê. Rolên sererastkirin, pêşdebirin û astengkirinê her tim di zikhev de bûn.

Sîstem ji okyanûsê bihuriye

Serkeftina kapîtalîzmê li Bakur-Rojavayê Ewropayê girîngiya faktora cografî û mekanê wê li pêş çavan radixîne. Pirrî caran tê gotin Amsterdamê jêre dergûşî kiriye. Weke faktorên din cografya jî ji bo ravekirinê bi sînor e. Bêyî ku mirov zêde mezin bike her tiştî li gorî qîmeta wî deyne wê rastiya wî jî bi qîmeta wî diyar bibe.

Daxuyaniyên xwe dispêrin faktorên çandî û şaristaniyê hêza wan a şîroveyê nayê guftûgokirin. Kapîtalîzm di qonaxên şaristaniyê de li qonaxa wê ya rizînê rast tê. Teza min a ez giraniya xwe didimê ev e. Çemê mezin ê şaristaniyê li devera dikeve okyanûsê dawiya vê sîstemê ye. Ji bo vê jî bi awayekî sembolîk mirov dikare peravên Amsterdamê û Okyanûsa Atlasê destnîşan bike. Bêguman sîstem ji okyanûsê bihuriye, bi dewleta netewe ya DYA’yê bi hegemonyayeke nû karîbûye xwe bigihîne serê globalîzmê. Ji ber ku jiyan zêdetir ketiye rengekî ferazî û medyatîk, civaka zêde dixwe û xwe nîşan dide bûye serwer, li şûna ku ekonomî bersiva pêdiviyan bide har dike, desthilatdarî bi tevahî ketiye heta demarên zîro yên civakê, ji ber ku îdeologên sîstemê bi xwe behsa bê dîrokbûnê dikin, ev giş eşkere kaos û rizîna sîstemê îfade dikin. Mirov bê dîrok, bê zeman nikare rastiyê bifikire. Pêşketin, beridandin, pirrcuretî û cudatî bi dîrokê dibe.

Gotina bê serûbinî ji bo şêweyekî tê gotin. Tu şêwe û awa xwedî payeya bê serûbinî nîne. Di şêwegirtina civakan de têgînên mîna bê serûbinî, heta bi qiyametê, pêxemberê dawî, qanûnên naguherin, ji serî heta dawiyê û pêşketina bê dawî zêdetir bi dogmatîkbûna bawerî û fikrê re eleqedar e, di vê de hewldanên ji bo desthilatdariyeke mayînde û derdorên xwedî paye ji bo berjewendiyên xwe dewamî bikin, rol lîstine. Di vê de bi propagandayê jixwepişrastî û mayîndekirina berjewendiyan esas e. Lîberalîzma ku navenda îdeolojîk a kapîtalîzmê ye, îdeaya wê ya bibe gotina dawî ya bê serûbinîbûnê dubareya heman lîstikê ya modernîstîk e.

Bi buhayan dilîzin û bi vî awayî serkeftina xwe bi dest dixin

Wexta mirov kapîtalîzmê bi nav bike, divê weke nayê guhertin, mîna hatiye afirandin û weke çalakî û fikreke xwedî yek navend destnîşan neke. Ya rastî, di civakê de potansiyela berhemê zêde çiqasî pirr bibe, komên di telş û terkan de kurtêlên civakê dikeritînin û ji vê çalakiya wan re mirov dikare bibêje kapîtalîzm. Hejmara van kesan tu carî ji sedî yek û dudiyê civakê derbas nake. Hêza xwe ji firsendkarî û rêxistiniya xwe digirin. Ji ber ku li ser mekan xwe baş bi rêxistin dikin, di nava neqebên civakê de ku telê wê hîn mezin dibin pêdiviyan dixin kontrolê, di meseleya arz û daxwazê de bi buhayan dilîzin û bi vî awayî serkeftina xwe bi dest dixin. Eger hêzên fermî yên civakê wan nexin kontrolê, berevajî wê ji îhtîkara (spekulasyon) wan bibin deyndar û di berdêlê de timî xwe bi îltizaman xwedî bikin, ev komên piçûk ku di her civakê de hene wê weke efendiyên nû yên civakê rewa bibin. Di tevahiya dîroka şaristaniyê de, nexasim di tevahî civakên Rojhilata Navîn de komên bi vî rengî yên marjînal ên faîzxur û îhtîkarê her hebûn. Ji ber nefreta civakê newêrîbûn ji telş û terkan derkevin. Rêveberên herî zordest ên civakê nikarîbûn van koman rewa bikin. Ne tenê kêm û piçûk hatine dîtin, di heman demê de weke hêza herî bi tehlûke û hêza dejenere hatine nirxandin. Her weha ji aliyê exlaqî ve weke tovê xirabiyê hatine hesibandin.

Di dîroka mirovatiyê de bi qasî çarsed salên navend Rojavayê Ewropayê şer, talan, komkujî, mêtinkarî û xirakirina xwezayê ti carî evqas nehatiye dîtin û ev yek têkiliya xwe bi sîstema hegemonîk re heye. Hemin têkoşînin mezin ên dijber jî dîsa heman cografyayê şahidiya wan kir. Bi tevahî weke xisareke mirovatiyê nabe ku bê dîtin. Ya ez dixwazim bikim ew e ku destketiyên mirovatiyê yên Rojava bi nerxên pozîtîf ên qedîm ên Rojhilat re sentez bikim û ji pêngaveke manedar re qevdeke tîrêjên rohniyê bidim.

Nûçeyên Têkildar