Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Sedemên rageşî û pirsgirêkên heyî tecrîda li Îmraliyê ye’

Okay bal kişand ser rageşî û pirsgirêkê heyî û got: “Sedema van pirsgirêkan tevan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û divê êdî astengkirina hevdîtina Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzerên pêk bê û tecrîd bi dawî bibe.”

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê Wanê Harûn Okay têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Harûn Okay bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1999’an bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê, ji hingî ve 24 sal in tecrîdkirî ye, lê belê salên dawî tecrîd di nava tecrîdê de hatiye ferzkirin û şert û mercên ragirtinê bi rengekî nehiqûqî hatine girankirin.

Okay destnîşan kir ku astengkirina hevdîtina Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzerên xwe re zerareke mezin dide aştiya civakî û got: “Hiqûqa navneteweyî û hiqûqa navxweyî tê binpêkirin. Rola Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê tê zanîn. Di navbera salên 2013 û 2015’an de ku hingî çalak bû, kesekî bi tenê nehate kuştin. Ji sala 2015’an û pê ve tecrîd di nava tecrîdê de lê hate ferzkirin. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bê bidawîkirin. Eger ev yek pêk were wê dijberiya li nava civakê hatiye afirandin bi dawî bibe.”

‘Mijara rakirina tecrîdê divê di rojeva herkesî de be’

Okay diyar kir ku astengkirina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd re li derveyî hiqûqê ye û got: “Divê Abdullah Ocalan karibe ji mafên hemû hikumxwaran sûdê werbigire. Ji bo pêkhatina aştiya civakî, em bang li gelên Tirkiyeyê hemûyan dikin ku di mijara rakirina tecrîdê de hişyar bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar