Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Sedsala herî dirêj a kurdan û çarenûsa hevpar a Başûr, Bakur û Rojava

Ji serê sedsala borî heta niha, “sedsala herî dirêj” a kurdan, bi têkoşîn û berxwedanê berdewam dike. Di vê sedsala borî de ji bilî dînamîkên navxweyî yên kurdan, rêbaz, niyet û merama sereke ya dewletên serdest jî qet neguherî: Armanc di serî de kontrolkirin û piştre jî tasfiyekirina hêza birêxistî ya kurdan bû.

Di vê sedsala herî dirêj a kurdan de dewletên serdest ji siyaseta xwe ya serê sedsalê ya li ser “kolonîzekirina ebedî” ya kurdan avakirî venegerîne û îro jî wê polîtîkayê bi awayekî sîstematîktir û bi rê û rêbazên cuda dimeşînin. Di nav dewletên serdest de çendîn dubendî û nakokiyên dîrokî hebin jî, di siyaseta wan a derbarê kurdan de berjewendiyeke mutleq û polîtîkayeke hevgirtî heye ku ew siyaset îro jî tê meşandin.

Di nav dewletên serdest de her dewlet xwedî ajanda û bernameyekê ye, lê dewleta tirk di konjonktura îro de, serkêşî û serpereştiya vê kolonîzasyonê dike. Îro di halê heyî de bi awayekî senkronîze, li Bakur, Başûr û Rojava hemû derfetên xwe seferber kiriye û dixwaze ajanda û bernameya xwe ya dîrokî cîbicî bike ku tê de ji bo kurdan tu maf nîne.

Di 10 salên dawî de Kurdistan li Rojhilata Navîn wek navenda nû ya şerê parvekirina desthilatiyê derket pêş. Sînorên çêkirî yên serê sedsalê hatibûn diyarkirin yek bi yek bi têkoşîn û berxwedana kurdan serobin bûn. Şoreşa Rojava, berxwedana li Şingal û Başûr û dînamîzma ku li Rojava derket meydanê, bandora xwe li ser parçeyên din jî kir. Kirasê bindestiyê li Rojava hat veçirandin û bahoza ku li Rojava rabû ji bo kurdan bû vegereke bingehîn a li xwe. Şerê li dijî DAIŞê, ne tenê şerekî li dijî rêxistinekê bû, ew şer her wekî din şerê li dijî dewletên serdest bû jî.

Dewleta tirk di 10 salên dawî de, li ser nostaljiya osmaniyeke nû û tehkîmkirina serdestiya xwe hesab û planên xwe kiribûn. Li gorî wî hesabî divê ji Helebê heta Kirkûkê, ku wek “Sonda Neteweyî-Misak-ı Milli” bi nav dikin, ew dever di bin serweriya wan de bûya. Lê Şoreşa Rojava, azadkirina Şingalê û kontrolkirina deverên stratejîk rê li ber wê nostaljiya wan a îrredentîst girt û di siyaseta Rojhilata Navîn û Kurdistanê de bû qonax û momenteke nû.

Dewleta tirk, bi awayekî fermî di sala 1923yan de hate avakirin. Serê sedsalê ji ber tunebûna hêza birêxistî, kurd ji mafên xwe yên binpêhîn bêpar hatin hiştin û sedsala herî dirêj ji bo wan dest pê kir. Desthilatiya Erdogan û aqilê dewletê yê îro, ajanda û bernameyeke nû daye ber xwe û dixwaze di sala 2023yan de anku di 100’emîn salvegera avakirina komarê de, hêza kurdan a birêxistî berteref bike û potansiyela wan a aktorbûnê ji holê rake.

Di vê konsepta 2023yan de sala herî giring sala 2022yan anku îsal e. Di sala 2023yan de hilbijartineke manûnemanê ji bo desthilatiya Erdogan heye. Ji bo ku di wê hilbijartinê de bi ser bikeve û hemû alozî û giriftiyên civakî, siyasî û aborî manîpule bike û veşêre, dixwaze ji xwe re “serkeftinên sembolîk” bi dest bixe û di hilbijartinan de bi ser bikeve.

Ji bo bidestxistina wê serkeftina sembolîk jî dixwaze vê bihar û havînê operasyonên leşkerî bi pêş bixe û Başûr, Bakur û Rojava zêdetir dorpêç bike. Ji bo wê jî geh bi dewletên serdest ên wek Îran, Irak û Sûriyeyê re, geh bi hêzên kurdan ên wek KDP û yên din re hevkariyê bi pêş dixe, geh jî dixwaze ji ber nakokiyên ku di şerê Rûsya û Ukraynayê de derketin meydanê, ji dewletên Ewropî û Amerîkayê destûra êriş û operasyonên leşkerî bigire û destkeftiyên kurdan li Rojava û Başûr tune bike. Loma bihar û havîna îsal, hem ji bo kurdan hem jî ji bo dewletên serdest qonaxeke gelek giring e.

Sedsala 21emîn, sedsala herî dirêj a manûnemanê ye ji bo kurdan. Di sedsala borî de me dît ku geşedanên li her parçeyekî, bandora xwe li ser parçeyên din jî dikin. Çawa ku serkeftina parçeyekî serkeftina parçeyên din be, têkçûna parçeyekî jî dibe têkçûna parçeyên din. Îro di halê heyî de li her sê parçeyan jî hêzeke birêxistî heye ku hem Îran, hem Tirkiye û hem jî Sûriye dixwaze wê hêzê ji holê rake.

Li ber ronahiya dîrokê em dizanin û dibînin ku çarenûsa Başûr, Bakur û Rojava êdî bi hev ve girêdayî ye. Ji bo ku ev sedsala herî dirêj ji bo kurdan bibe sedsala serkeftinê û parastina destkeftiyan, divê kurd ji her demê zêdetir li ber xwe bidin û li wê hêza birêxistî xwedî derkevin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar